• Monday, 02 February 2026
logo

Yek ji ciwanên Xurmatûyê ku bi Serok Barzanî re civiya: Serok Barzanî ji me re got, "Hûn kurên min in û em qebûl nakin ti kes zorê li me bike"

Gulan Media November 16, 2025 Nûçe
Yek ji ciwanên Xurmatûyê ku bi Serok Barzanî re civiya: Serok Barzanî ji me re got,

Roja Şemiyê 15ê Mijdara 2025an, Serok Barzanî pêşwaziya ciwanên Kurd kir ku ji ber bilindkirina ala Kurdistanê li Xurmatûyê ji aliyê hêzên sepandî ve hatibûn îşkencekirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de got ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya ciwanên Kurd kir ku di 11ê Mijdara 2025an de ji ber hilgirtina ala Kurdistanê di roja hilbijartinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatibûn îşkencekirin.

Daxuyaniyê de hatibû ragehandin, di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo wêrekî û Kurdbûna wan spasiya Kurdperweriya wan ciwanan kir û tekez kir ku gelek xwîn û qurbanî ji bo ala Kurdistanê hatine dayîn. Ala Kurdistanê ala hemû Kurdan e û her Kurdekî mafê wî yê destûrî û yasayî heye ku bi gelê xwe serbilind be. Kes nikare bi tu hincetan heqaretê li ala Kurdistanê bike an jî rê li ber bilindkirina wê bigire.

Vê derbarê de yek ji wan ciwanên ku roja helbijartinên Parlamentoya Iraqê de ji ber bilindkirina ala Kurdistanê ji aliyê leşkerekî artêşa Iraqê ve, bi qondaxa tifengê li wî dabû û ew ciwanê bi navê Eyûb Îhsan ji BasNewsê re ragehand: "Cenabê Serok Barzanî bi germî û rêzdarî pêşwaziya me kir ku heta dema ku em çûn cem wî jî, Serok li derveyî hola civînê li benda me bû. Em nêzîkî 40 deqîqeyan bi wî re civiyan. Wî pêşî li ser şoreşên gelê Kurdistanê û girîngiya ala Kurdistanê axivî."

Herwaha got: "Serok Barzanî ji me re got ku hûn kurên min in û Hewler mala we ye. Wî her wiha got li herêmên veqetandî partîcîtî û cudayiyê em nakin û em kurdayetiyê dikin. herwaha Serok Barzanî got: ‘’Tiştê ku li dijî we hatiye kirin, nayê qebûl kirin.’’

Wî ciwanî got ku Serok Barzanî behsa mêrxasiya xelkê Xurmatû û Kifriyê kir, bi taybetî xelkê Xurmatûyê ku di şoreşên Îlon û Gulanê û têkçûna terorîstên DAIŞê de rol lîstin.

Derbarê heman pirsê de Kawa Şêxanî, ku ew jî xelkê Xurmatûyê û şêwirmendê parêzgeha Selahedîn û yek ji endamên wê şandeya Xurmatû bû û ji BasNewsê re ragehand: "Serok Mesûd Barzanî bi germî pêşwaziya me kir û em spasiya wî dikin."

Herwaha got: "Serok Barzanî got ku em qebûl nakin ku kes zorê li Kurdan bike."

Navborî ragehand: "Serok Barzanî her wiha got ku şertê avakirina hikûmeta Iraqê ya bê dê çareserkirina pirsgirêka herêmên veqetandî be."

Top