Serokê Hikûmetê û Balyozê Brîtanyayê li ser rewşa Iraqê û kabîneya nû gotûbêj kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir. Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat gotûbêj kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani teqez kir ku tiştê girîng ji bo Herêma Kurdistanê rojev û bernameya hikûmeta nû ya Iraqê ye, bi pêbendbûna bi destûr û peymanan û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ye.
Balyozê Brîtanyayê Îrfan Sidîq ji ber serkeftina hilbijartinan û encaman pîrozbahî li Serokwezîr kir û hêvî xwest ku encam dê bibin sedema aramiya mezintir li Iraqê û baştirkirina xizmetên giştî ji bo welatiyan.
Her du alî li ser girîngiya lezandina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemraman bûn û di vî warî de, Serokê Hikûmetê tekez kir ku piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, rewşek nû ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye holê, ku pêwîstî bi guncandin û karkirina bilez heye.
