Dijwar Fayeq: %78ê postên li Kerkûk û derdora wê dane Ereb û Tirkmenan
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Lijneya Madeya 140 a ji bo Kurdistanê Dijwar Fayeq dibêje ku li Bexdayê plan û komployek li dijî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî heye û dîktatoriyeke piraniyê hatiye afirandin. Ji aliyê îdarî ve, Kurd li navçeyên Kurdistanî bê desthilat in û rêjeya peywirên wan kêm in. Sedemeke din a kêmbûna kursiyan ew e ku Kurdên li van herêman ne yekgirtî ne.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Madeya 140an a ji bo Kurdistanê de Dijwar Fayeq ji BasNewsê re got: "Di warê ewlehî û leşkerî de, Kurd li Kerkûk xwedî desthilat nînin. Rêjeya kurdan di fermangehên Kerkûkê gelek xirabe û %10 kêmtir e. ji ber ku di vê helbijartinê de jî yekrêziya Kurdan nebû, me 2 kursî ji dest dan, eger yekrêzî heba 2-3 kursiyên me dê zêdetir ban.’’
Herwaha got: "Di 16ê Cotmehê de, me ji sedî 52ê axa Kurdistanê bi xiyanetê winda kir. Me li Otêl Reşîd jî îdare ji dest da. Niha ji sedî 78ê Kerkûk û derdora wê, di dest Kurdan de nemaye û radestî Ereb û Tirkmenan hatiye kirin. Derveyî wê jî li Bexdayê plan li dijî Kurd û Kerkûk û PDKê heye û dorpêçên aborî dixin ser Kurdistanê û mûçeyê mûçegirên Kurdistanê.’’
Dijwar Fayeq dibêje: "Ji aliyê ewlehî û leşkerî ve, Kurd li Kerkukê ti desthilatan tine. Rêjeya Kurdan li fermangehên Kerkukê pir xirab e û %10 kêmtir e, ji ber ku di hilbijartinan de yekîtî tune bû."
Basnews
