• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî beşdarî Forum a MEPS dibe

Gulan Media November 16, 2025 Nûçe
Serok Barzanî beşdarî Forum a MEPS dibe

Bi amadebûna Serok Barzanî Konferansa şeşemîn a salane ya Forum a MEPS bi navê "Rêvebirina Nakokiyan li Rojhilata Navîn a Nû" dê li Duhokê dest pê dike û biryare 3 rojan berdewam bike û malûvaniyê dê ji zêdetirî hezar kesayetên li Herêma Kurdistan, Iraq û welatên biyanî bike.

Berpirsê ragehandina zanîngeha Amerîka – Kurdistan li Duhokê Arî Zawîteyî di tora civakî ya X de ragehand: "Konferans dê di 17.11.2025ê de dest pê bike. Roja yekem dê ji bo pênc Workshop û atolyeyên cûda were veqetandin, di heman demê de du rojên din dê çalakiyên asta bilind werin lidarxistin, ku kesayetên diyar li Herêma Kurdistan û Iraqê, li gel mêvanên biyanî beşdarî wan çalakiyan bibin.’’

Malpera fermî ya MEPS jî di tora civakî ya X de ragehand: "Em bi rûmet û serbilind in ku Serok Barzanî dê beşdarî Forum a  2025an bibe."

Konferans dê li ser kêmkirina aloziyên herêmî, pêşvebirina hevkariya stratejîk û geşbûna aborî bisekine. Bi taybetî, ew li ser polîtîka û tedbîrên ku dikarin bibin sedema entegrasyona aborî û mezinbûna herêmê disekine.

Konferans wekî platformek girîng tê dîtin da ku li ser pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn nîqaş bikin û çareseriyên bibandor ji bo birêvebirina nakokiyan û avakirina pêşerojek aramtir bibînin.

 

 

Top