Mesrûr Barzanî: Pîrozbahiyekî germ li gelê xoşdivî yê bajarê Silêmaniyê dikim
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de peyamekî pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14.11.2025ê ragehand; Di salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê de, pîrozbahiyekî germ li gelê xoşdivî yê bajarê Silêmaniyê dikim û hêviya pêşketina zêdetir dixwazim.
Herwaha got, Silêmanî wek bajarekî giring û navendekî diyar a rewşenbîrî, wêjeyî û xwedî dîrokekî tejî li serweriya xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê, hêjayî xizmetguzariya zêdetire û em piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyê û xizmetkirina zêdetir a ji bo rûniştvanên Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên Kurdistanê.
Basnews
