Lîsta YNKê li Dihokê hilweşiya û seroka wê lîstê tevlî PDKê bû
Ji ber ku partiya wê ji dengdêrên xwe xwest ku dengê xwe nedin berbijarên YNKê li bazineya Dihokê, Seroka Lîsta YNKê li Dihokê tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Seroka Lîsta YNKê ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li bazineya Dihokê Îman Ebdilrezaq îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) ragihand ku tevlî PDKê bûye û lîsta YNKê li Dihokê hilweşiya.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, sedema destberdana Seroka Lîsta YNKê ew e ku, wê partîyê ji dengdêrên xwe xwestiye ku dengê xwe nedin lîsta YNKê û dengê xwe bidin berbijarê Reyan Kildanî.
Di çend rojên borî de, hejmareka mezin a kesatî û kadroyên YNKê tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn.
K24
