• Monday, 02 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi kadroyên şaxê şeşemîn ê Ewropayê yê (PDK) re civiya

Gulan Media November 10, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi kadroyên şaxê şeşemîn ê Ewropayê yê (PDK) re civiya

Roja 9.11.2025, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel berpirs û endam û kadroyên baskê şeşê ya Ewropa ya PDKê civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokê PDKê, bal kişand ser guhertin dawî yên pêşhat û pişketinên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê û proje û plan û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de ji bo avakirina binesaziyek aborî ya bihêz li Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê rol, hewildan, têkoşîn û xebata endam û kadroyên şaxa şeşemîn bilind nirxand û di erk û têkoşîna wan a ji bo parastina mijarên neteweyî û avahiya destûrî ya Herêma Kurdistanê de serkeftin ji wan re xwest.

 

Basnews

Top