Mişan Cibûrî: Herkesê ku Serok Barzanî veto bike, ti peywerekî serokatiyê li Iraqê nikare werbigre
Siyasetmedarê Iraqî Mişan Cibûrî, di hevpeyvîneke televîzyonî de li gel kanala “El-Nhrîn” behsa nexşeya siyasî ya pêşeroja Iraqê dike û ragehandiye: Her kesê ku Serok Barzanî red bike, ew ê tu postê serokatiyê Iraqê wernegre.
Cibûrî dibêje ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê serokatiyê bigire ji ber ku Mark Savaya, nûnerê taybet ê Trump li Iraqê, posta Serokomariyê ji bo Îranê bi rêya YNKê qebûl nake, ji ber vê yekê vê carê dê ji bo fraksiyona herî mezin a Kurdan be.
Herwaha li ser helwesta Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser nexşeya siyasî ya Iraqê diaxive û dibêje: Herkesê ku Serok Barzanî veto bike, ti peywerekî serokatiyê li Iraqê nikare werbigre çi posta serokê parlemanê be, çi posta serokomariyê be, çi posta serokwezîriyê be.
Basnews
