• Tuesday, 03 February 2026
logo

Di operasyonekî hevbeş a Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî û HSDê de hin endamên DAIŞê hatin kuştin û hin ji wan jî hatin girtin

Gulan Media November 1, 2025 Nûçe
Di operasyonekî hevbeş a Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî û HSDê de hin endamên DAIŞê hatin kuştin û hin ji wan jî hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî, di operasyoneke ewlehiyê de li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, pênc gumanbarên endamtiya şaneyên DAIŞê desteser kirin. Operasyon di demekê de tê ku êrîşên şaneyên DAIŞê li herêmê zêde bûne.

Çavkaniyeke leşkerî ji Dêrezorê ragihand, hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navnetewî, bi piştevaniya asmanî ya dronan û helîkopteran, operasyonek li taxên Sema'e, Hiwêş û Faris ên bajarokê Giranîcê li dar xist.

Li gorî heman çavkaniyê, di dema operasyonê de li taxa Hiwêş du kesên ku dihatin xwestin bên girtin, hewl dan birevin; di encamê de yek ji wan hat kuştin, ê din jî birîndar bû. Li taxên din jî çar kesên din ên gumanbar hatin girtin. Herwiha hêzên operasyonê dest danîn ser çek û cebilxaneya wan kesan.

Ji destpêka vê mehê ve, êrîşên şaneyên rêxistina DAIŞê bi awayekî berbiçav li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Hat ragihandin ku tenê di vê mehê de rêxistinê 16 êrîş pêk anîne, ku di encama wan de welatiyên sivîl û leşker bûne qurbanî.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, rêxistina terorîst a DAIŞê di meha Cotmehê de êrîşên xwe li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de zêde kirine.

SOHRê eşkere kir, ev êrîş nîşana berdewamiya çalakiyên şaneyan û şiyana wan a ji nû ve birêxistinkirinê û sûdwergirtina ji valahiyên ewlehiyê ne.

Herwiha destnîşan kir jî, şêwazên êrîşan curbecur in, weke teqîn, kemîn û kiryarên kuştinê. Ev yek nîşan dide ku rêxistin bi temamî nehatiye têkbirin, belkî cihê xwe diguherîne da ku weke hêzeke gefxwar li ser qadê bimîne.

 

Basnews

Top