Hekar Mizûrî: PDK projeyên mezin pêşkêşî gel dike û partiyên din jî tenê gotinên mezin û qelew bo xelkê dikin
Çalakvanekî siyasî dibêje ku kampanyaya hilbijartinê ya ji bo deverên ku bawerî dane Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bereket bûye û PDK projeyek li pey projeyê pêşkêşî gel dike, lê partiyên din hîn jî sloganên vala û gotinên mezin û qelew dikin.
Çalakvanê siyasî Hekar Axa Mezûrî ji BasNewsê re ragehand, roja 11.11.2025ê ku hilbijartinên parlementoya Iraqê birêve diçe, ji ber vê yekê her kes kampanyayê dike, lê ev kampanya li Kurdistanê bûye du eniyan. Eniyek ku tenê PDK têde ye, rojane projeyên mezin ên xizmetguzariyê pêşkeş dike û xizmeta xelkê dike, eniyek jî tenê gotinên mezin û qelew û qîre vîrê û mijûlî dirûşim avêtinê ne.
Herwaha diyar kir, gelê Kurd dizane ku PDK wekî kelehek bihêz li dijî dijminan rawestiyaye, ji sala 2014an vir ve bi wêrekî li hember hemî komployên li dijî Kurdistanê rûbirû bûye. Herwaha PDK xemxwarê gelê navçeyên Kurdistanî yên sînorê madeya 140 bûye û ji bo wê jî gelek qurbanî dane û ziyanên mezin geheştiyê. Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ya YNKê û milîsan gelek ziyan geheşt PDKê, ji ber ku PDK berewaniyê li xelkê wan navçeyan kir û bedel û qurbanî ji bo wê dan.
Hekar Mizûrî got: "PDKê li ser asta Iraqê pirsgirêk çareser kirin, petrola Kurdistanê vegerand bazara cîhanê, hikûmeta Iraqê neçar kir ku mûçeyan ji gelê Kurd re bişîne, û teslîmî daxwazên Iraqê nebû ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê dikirin. Herwaha PDKê di asta navnetewî de destkeftên mezin bidestanî û doza kurd bi cîhanê da nasandin û karekî kir ku ti karakterekî ne-dewletî li cîhanê nekariye vê yekê bike."
Hekar Mizûrî pirs ji gelê Kurdistanê kir û got: "Hûn her roj destkeftiyên PDKê bi çavên xwe dibînin, lê partiyên din ji bilî xizmetkirin, qîrîn û astengkirina projeyên PDKê ji bo gel çi kirine?"
Basnews
