• Tuesday, 03 February 2026
logo

Wezareta Şaredariyê: Serokê Hikûmetê di derbarê dabeşkirina erd de biryarek di berjewendiya fermanberên Enkawe de dide

Gulan Media October 27, 2025 Nûçe
Wezareta Şaredariyê: Serokê Hikûmetê di derbarê dabeşkirina erd de biryarek di berjewendiya fermanberên Enkawe de dide

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro yêkşemê ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî guhertina cihê belavkirina erdê fermanberên Enkaweyê ji sînorê Serokatiya Şaredariya Enkaweyê bo sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û destnîşankirina devereka taybetî ji bo Xiristiyanan di nexşeya sektorê de ji bo parastina taybetmendiya pêkhateya Xisirtiyanan pejirand.”

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê herwesa got: “Ji ber sînordariya rûberê erdê li sînorê Şaredariya Enkaweyê û nebûna erdê pêdivî ji bo fermanberên Enkaweyê û herwesa parastina taybetmendiyên pêkhateya Xiristiyanan li Hewlêrê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî guhertina cihê dana erdê ji bo 1279 fermanberan ji sînorê Serokatiya Şaredariya Enkaweyê bo sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û dana erdê ji bo fermanberên sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û di eynî demê de destnîşankirina devereka diyarkirî û taybetî di nexşeya sektorê de ji bo fermanberên Enkaweyê bi merema parastina taybetmendiya pêkhateya Xiristiyanan pejirand.”

Ji bo vê armancê jî, Wezareta Şaredarî û Geştyariyê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê erkdar kir ku karê pêdivî bike.

 

Top