Mesrûr Barzanî: Em amade ne xwîn û ruhê xwe li ser Kerkûkê bidin û her emê wê wegerînin bo himbêza Herêma Kurdistanê
Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 25ê Cotmehê ahenga bangeşeya hilbijartinê ya Lîsteya 275'an a ji bo namzetên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê birêve çû.
Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Ez pêşwaziyeke germ li xelkê Kerkûk a têkoşer û dilê Kurdistanê dikim. Spas ji bo berxwedêriya we, spas ji bo bêhnfirehiya we û spas ji we re ku tevî hemû zilm û stemkariya ku li we hatiye kirin, hîn jî xwîna we zer e û dilê we ji bo Kurdistanê lê dide."
Mesrûr Barzanî ragehand: Ez dixwazim tiştên dilê xwe ku min ji bo Kerkûkê nivîsandine bixwînim û ger îcaze hebe ez bi wê dest pê bikim:
Derdê dilê Kerkûk;
Ji min re dibêjin Quds a Kurdan
Ma ew rewa ye û wijdane?
Çima Quds li min pîroztir be?
Navê wê ji min ezîztir be
Dîroka min tejiye li serwerî
Xebata dijî dagirkerî
Bajarê enfal û qurbanîdanê me
Dagirkirî û zîndanî me
Xwediyên min hatin derkirin
Hawirde li cîha wan hatine danîn
Dîroka min ji bîr dikin?
Nav û nîşana min şêlû dikin
Çima wisa navê min biçûk dikin?
Min dişibînin cîhên din
Ez bajarê pêkvejiyanê me
Pêşmergeyê parastinê me
Şîreta Barzanî xweşike
Kerkûk dilê Kurdistan e.
Mesrûr Barzanî herwiha got: "Pêwîst e xelkê Kerkûkê rastiyan bizane û bizane ku ewên di dîrokê de xwe kirine qurbanî, PDK û zarokên PDKê bûne. Divê hûn rê bidin PDKê ku em bên xizmeta we bikin. Ew tiştê ku heta niha li Kerkûkê hatiye kirin, ew tiştê ku li deverên nakokî li ser li hember hemû pêkhateyan hatiye kirin, stemeke mezin e û em êdî qebûl nakin."
Cîgirê Serokê PDK'ê herwiha tekezî li ser armanca namzetên PDKê kir û ragihand: "Namzetên PDKê diçin Bexdayê da ku berevaniyê li mafên hemû xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin, naçin ji bo ku berevaniyê li berjewendiyên şexsî bikin."
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Cîgirê din ê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî, ya ji bo bidestxistina yek milyon dengî nîşan da û got: "Bêguman, wek birayê min ê ezîz Nêçîrvan Barzanî got, em dikarin di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Iraqê de yek milyon dengî bidest bixin."
- Ji bo guhdarî kirina hemû gotarê li vîdeoyê binêrin....
Basnews
