• Tuesday, 03 February 2026
logo

Ji Elî Heme Salih bo Bafel Talabanî: Hikûmetê çar caran budçe ji bo projeya ava Çemçemalê veqetandiye

Gulan Media October 25, 2025 Nûçe
Ji Elî Heme Salih bo Bafel Talabanî: Hikûmetê çar caran budçe ji bo projeya ava Çemçemalê veqetandiye

Elî Heme Salih bersiva serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî da ku di axaftina xwe ya bangeşeya helbijartina partiya xwe de kiribû û gotibû heta projeya ava Çemçemalê temam nebe hikûmet nayê avakirin. Elî Heme Salih vê derbarê de ragehand hikûmetê çar caran budçe ji bo projeyê veqetandiye, lê proje temam nebûye.

Li gorî dûvçûna BasNewsê, Elî Heme Salih di vîdyoyekê de bersiva Bafel Talabanî da û got: "Birêz Bafel ji ber projeya ava Çemçemalê hikûmetê radiwestîne. Avabûna hikûmetê rawestîne yan ne rawestîne Mesrûr Barzanî her serokê hikûmetê ye û Nêçîrvan Barzanî her jî serokê Herêma Kurdistanê ye. Lê gelo projeya ava Çemçemalê sala borî û berî helbijartinên Parlamentoya kurdistanê ma Kak Qubad ji bo xwe nekire destkeft?"

Elî Heme Salih got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo projeya ava Çemçemalê çar budçe veqetandine."

Herwaha got: "Rastiyek heye ku divê em ji gel re bêjin, ji ber ku hûn nabêjin, lihevkirinek heye ku divê proje li ser dahata navxweyî ya Silêmaniyê bên avakirin, ango ev projeya avê ya li Çemçemalê biryar hatiye dayîn, ku li ser dahata navxwe ya Silêmaniyêy bê çêkirin. Lê hûn ji dahata navxwe ya Silêmaniyê pere bo naveqetînin."

Elî Heme Salih diyar kir, tenê projeyên Helebçeyê yên bi nirxa 885 milyar dînar biryar li ser hatiye dayîn û got: "Niha biryara çar trîlyon dînarên projeyên li Silêmaniyê, ku divê ji dahata navxweyî ve bên çêkirin, lê hûn dixwazin xeletiyê bikin stûyê PDKê, qaşo pare ew nadin ji bo projeyên Silêmaniyê. Berê hûn bixwe li gel rêkeftin û we lihevkir ku divê li ser dahata navxwe ew proje bên çêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî, di bin navê nenavendîkirina Silêmaniyê û di bin bandora hin nivîskaran ve budce ji bo xezîneya giştî ya Herêma Kurdistanê nedihate wegerandin. Fişar û givaş xistin ser hikûmetê ku hikûmet razî bibe dahata navxwe ya Silêmaniyê bo hikûmetê neyê wegerandin û li hember wê projeyên xizmetguzariya Silêmaniyê bi dahata navxwe bên çêkirin, lê ti projeyek li Silêmaniyê nehate kirin û naha jî fişar dixisn ser hikûmetê ji bo bi dahata navçeyên din ew projeyên sînorê Silêmaniyê bên çêkirin.

 

Basnews

Top