• Tuesday, 03 February 2026
logo

Profesor Marc Sanjaume Calvet ji bo Gulan: Hîn jî li Kurdistan û Katalonyayê desthilatdariya navendî gelek destwerdanê di biryarên herêman de dike.

Gulan Media October 16, 2025 Dîmane
Profesor Marc Sanjaume Calvet ji bo Gulan: Hîn jî li Kurdistan û Katalonyayê desthilatdariya navendî gelek destwerdanê di biryarên herêman de dike.

Mark Sanjaume Calvet, profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Pompeu Fabra li Spanyayê û endamê Koma Lêkolînê ya Teorîya Civakî û Siyasî ye. Berê mamosteyê Zanîngeha Katalonyayê bûye. Herwiha şêwirmendê hikûmeta Katalonyayê bûye û lêkolînerê Zanîngeha Edinburghê, Zanîngeha Lavalê, Zanîngeha Quebecê li Montrealê ye û pisporê warê federalîzmê û mafê çarenûsê ye, û pirsgirêka cudabûn û rêveberiyê di dewletên pir-ast de ye. Gulan di hevpeyvînekê de çend pirs bi wî re gotûbêj kirin ku têkildarî pirsgirêka federalî û herêmên federal bûn, bi taybetî jî yên têkildarî Kurdistan û Katalonyayê.

Bila em ji pirseke teorîk dest pê bikin derbarê federalîzmê de, ku bi gelemperî hatiye binavkirin ku hem mekanîzmek e ji bo lihevhatinê û di heman demê de çavkaniyek e ji bo nakokiyan jî. Li gorî dîtin û nêrîna we heta çi radeyê federalîzm dikare bibe rêkar û rêbazek ji bo bicîhkirina alozîyên têkildarî parastina yekîtiya dewletê û xewnên neteweyî yên pêkhateyên di nava welêt de?
Federalîzm di wateya xwe ya giştî û berfireh de her dem bi çareserî, an jî mekanîzmayeke federal ve hatiye girêdan ji bo bicihkirina alozîyên têkildarî pirsgirêk û nakokiyên têkildarî axê û cudahiya ku di nava welat de heye. Çi dibe bila bibe, çendîn cûre û awayên federal hene û hene ku armanca wan çareserkirin û yekalîkirina wan pirsgirêk û nakokiyan e. Bo nimûne, hûn li Kurdistan û Katalonyayê binerin, ku çendîn pirsgirêk û alozî hene û diviyabû çarçoveya federal li welatê Iraq û Spanyayê bi awayekî wisa bûna û ew taybetmendî û xisletên wan hebûna ku rêça karê wan bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan bûna. Li gorî nêrîna min, ya herî girîng ji wan taybetmendiyan desthilatdariya siyasî ye. Herwiha divê ez bêjim ku pêwîst e rêkarên federal bi awayekî wisa bin ku bibin sedema rêgirtin li navendîbûnê, an jî karîna wan hebe ku rê li tekrewiya desthilatdariya navendî bigrin. Meqsedim tekrewiya paytextan (Bexda û Madrîd) e ku divê hin ji desthilatdarî û destdirêjiya siyasî ji bo herêman jî dabîn bike. Ji bo vê armancê jî divê cureyekî cuda yê federal were girtin. Yek ji mînakên tund di vî warî de dayîna desthilatdariyeke zêde ye ji bo yekeyên - herêmên - federal ku bi radeyeke zêde xwe bi rêve bibin, bi awayekî ku herêma federal ji aliyê desthilatdariya navendî ve neyê acizkirin. Ev awayî ji bo giravan, an jî herêmên pir biçûk guncaw e. Yanî herêmên biçûk divê di çarçoveya federalîzmên mezin de, rêveberiya yasayî û desthilatdariya xwe ya îdarî bikin û xwe bac kom bikin. Başûrê Tîrolê, ku herêmeke pir biçûk e li başûrê welatê Îtalyayê, mînakek di vî warî de ye, ku kêmîneyek Almanî tê de heye û bi radeyeke pir mezin karên xwe bi xwe bi rêve dibin. Tevî ku giraniya wan zêde nîne li Romayê, lê wan pêwîstî bi vê giraniyê nîne, ji ber ku bi radeyeke pir mezin rêberiya karên xwe di destê wan de ye û bac kom dikin û yasaên xwe bicîh dikin û herêma xwe bi rêve dibin. Mînakek bi tevahî berevajî herêmeke mezin e. Ku dixwaze di çarçoveya federalîzmê de mafê çarenûsê pêk bîne, hetta hin saziyên wan ên bihêz hene li ser asta federal. Bo nimûne, Swîsre modelek e di vî warî de, ku herêm hem herêma xwe heye û hem jî li ser asta hikûmeta navendî beşdar in. Herwiha dikare îşaret bi mînakek din jî bikin di vî warî de, ku ew jî Almanya ye, ku herêman desthilatdariyeke zêde heye di têkildarî derxistina yasayan de. Yanî ev awayên federal in ku herêm beşdar û hevpar in di desthilatdariya navendî de. Ji ber vê yekê di vî warî de du awayî hene, yek ji wan ew e ku herêman asteke bilind a xwerêveberiyê hebe û cihê bin. Ya din jî beşdarîkirina di hikûmeta navendî de ye.
Hûn di bersiva xwe de îşaret bi Herêma Kurdistanê dikin, ji ber vê yekê bila em berawirdiyekê bikin di navbera Herêma Kurdistanê û Herêma Katalonyayê de, ku di her du herêman de daxwaza pêkanîna mafê çarenûsê serî hilda, ev jî tevî ku herduyan jî asteke berbiçav a otonomiyê heye. Çawa ev model bûn astengî di teoriyên kevneşopî yên federalîzm û mafê çarenûsê de, ku ew teorî texmîn dikin ku otonomî dê bibe sedema kêmkirina zextên cudabûnê?
Ew bûyerên ku hûn îşaretê didin wan, tam ew tişt in ku min berê îşaret pê kirin. Bûyerên Kurdistan û Katalonyayê diyar dikin ku her rêkar ji bo dabînkirina astek xwerêveberiyê têrê nake ji bo dabînkirina mafên kêmîneyan. Hêj jî li Kurdistan û Katalonyayê desthilatdariya navendî gelek mudaxele dike di biryarên herêman de. Ji ber vê yekê ev pirs her dem girêdayî rade û asta van rêkaran e. Bo nimûne, eger hûn li Madrîdê pirsê bikin, wê demê bersiv ew e ku Spanya dewletek federal e. Eger em li Barcelonayê pirsê bikin, wê demê dibe ku bersiva piraniya mirovan ew be ku Spanya bêtir dewletek e ku desthilatdarî tê de navendî ye. Ji ber vê yekê mesele ew e ku hûn çawa li qedehê dinêrin, gelo hûn li nîvê vala dinêrin, an jî em li nîvê tije disekinin. Çi dibe bila bibe, ya têkildarî Katalonyayê, wê demê desthilatdariya siyasî û pirsên têkildarî warê darayî di nav meseleyên girîng û yekalîker de ne. Bo nimûne, Katalonya nikare qanûnên xwe bicîh bîne, heger Dadgeha Destûrî ya welêt wan qanûnan betal bike. Di salên beriya referandûma yekalî ya vê herêmê ji bo serxwebûnê de, Parlamenê Katalonyayê çend qanûn derxistin, di nav de qanûna bingehîn a otonomîya Katalonyayê, lê Dadgeha Destûrî ew betal kir. Ev di demekê de bû ku ev qanûn di raprasiyê de hat pejirandin, ew jî piştî ku Parlamena navendî razîbûna xwe li ser da. Digel vê yekê, Dadgeha Destûrî ya Spanyayê hin ji bendên vê qanûnê betal kir. Herwiha ji bilî desthilatdariya siyasî û qanûnî, Katalonya ji bo demek dirêj daxwaza desthilatdariya darayî ya zêdetir dikir, lê Madrîd hê jî dayîna desthilatdariya komkirina baca zêdetir ji Katalonyayê re red dike. Bo nimûne, Herêma Baskê di vî warî de li gel Madrîdê peymanek taybetî heye. Ku ew hin bac kom dikin û di dawiya salê de hin ji wan dişînin navendê. Lê li Katalonyayê berevajî, ew navend e ku bac kom dike û paşê beşekê dide vê herêmê. Ji ber vê yekê li vir du meseleyên girîng hene, yek ji wan têkildarî warê darayî ye û ya din jî bi desthilatdariya derxistina qanûnan ve. Pirseke din a pir girîng heye - dibe ku hin kes bi vê girîngiyê lê nenêrin -, ew jî naskirina fermî ye. Naskirina Katalonyayê wek netewek pirseke pir girîng bû di têkildarî nasyonalîzmê û cudabûna vê herêmê de. Lê desthilatdariya navendî û Dadgeha Destûrî ya Spanyayê her dem ew yek red kirine ku Katalonyayê wek netewek nas bikin. Ji ber vê yekê hê jî Katalonya herêmeke otonom e di nav herêmên din ên heman rengî de di çarçoveya netewa Spanyolî de. Yanî yek netewa Spanyolî heye, li gel çend herêman, ku ev meseleyên sembolîk jî girîngiya xwe hene. Hûn jî li Iraqê ezmûnek weha heye, dema destûra nû ya Iraqê hat amadekirin. Ji ber vê yekê wek ku min berê îşaret pê kir, eger herêm pir biçûk nebe, an jî giravek nebe, wê demê pêwîst e binyata federal bi awayekî wisa be ku kêmîneyan di xwe de bigire li ser asta desthilatdariya navendî û pêwîst e kêmîneyan jî mafê wan hebe ku bikaribin veto li ser wan biryaran bikin ku bandor û encamên neyînî hene. Bi gotineke din heta ku kêmîneyan ev desthilatdarî nebe û heta ku kêmîneyên neteweyî yên di nava dewletê de, hest nekin ku di nava dewleta xwe de bihêz in û desthilatdarî û destdirêjiya wan heye di nava sîstema federal de, yanî heta ku ev rewş pêk neyê, wê demê divê em her dem li benda wê yekê bin ku ev kêmîne daxwaza otonomî û hetta daxwaza serxwebûn û cudabûnê jî bikin.

 

Gulan

Top