Danûatandinên HSD û Hikûmeta Sûriyeyê bo lihevguhertina dîlan berdewam in
Çavkaniyeka tabybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku, danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka dîlan û temamkirina pêvajoya lihevguhertina girtiyan di navbera her du aliyan de berdewam in.
Ev bizavên dîplomatîk û ewlehiyê di çarçoveya bicihanîna wê peymana nû de ne, ya ku ji bo aramkirina rewşê û yekkirina dezgehan di navbera Qamişlo û Şamê de peyda bûye.
Li gorî zanyarên wê çavkaniyê, her du alî gelek bizavan dikin da ku pêvajoya lihevguhertina wan şervan û leşkeran, ên ku di dema pevçûnên vê dawiyê yên deverên cuda cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de hatine girtin, bi rengekê serkeftî temam bikin.
Ev pêngav wekî pareka sereke ya pêvajoya avakirina baweriyê û vekirina rêyê ji bo bicihanîna qonaxên bê yên wê peymana berfireh tê dîtin.
Doza dîl û girtiyên şer yek ji astengiyên sereke yên di rêya binecihbûna agirbestê de bû, piştî wan pevçûnên tund ên ku di nîvê meha Çileyê de qewimîn.
Piştî ragihandina peymana 30ê Çileya 2026ê, ku tê de biryar li ser tevlîkirina hêzên HSDê di nav Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de û vegera hêzên ewlehiyê yên Şamê ji bo nav bajaran hat dan, çareserkirina çarenivîsa girtiyan bûye serpişka bilind da ku pêşiyê li her aloziyeka nû bigire û pêvajoya lihevhatina neteweyî li Sûriyeyê pêşve bibe.
K24
