• Saturday, 07 February 2026
logo

Profesor Matt Zierler ji bo Gulanê: Heger nasyonnalîzm tevlihevkirina marjînalkirin û tirsê nebe, wê demê ew nabe sedema şer û pevçûnan.

Gulan Media September 4, 2025 Dîmane
Profesor Matt Zierler ji bo Gulanê: Heger nasyonnalîzm tevlihevkirina marjînalkirin û tirsê nebe, wê demê ew nabe sedema şer û pevçûnan.

Profesor Matt Zierler ji bo Gulanê: Heger nasyonnalîzm tevlihevkirina marjînalkirin û tirsê nebe, wê demê ew nabe sedema şer û pevçûnan.

Matt Zierler, profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha James Madison li Zanîngeha Michigan State li DYA'yê, mamoste û pispor e di warê siyaseta derve, ewlehiya navneteweyî, teoriya têkiliyên navneteweyî, hiqûqa navneteweyî û hevkariya navneteweyî de, herwiha xwediyê gelek pirtûk û lêkolînan e di van waran de. Gulanê hevpeyvînek bi wî re encam da, ku mijarên sereke yên wê têkildarî pirsgirêk û krîzên ku cîhan niha pê re rû bi rû ye, sedema ku çima pirsgirêk niha zêdetir dibin û gelo li ser asta navneteweyî bêeleqeyî heye ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û encamên vê bêeleqeyiyê di çi de diyar bûne û heta çi astê bûne sedema ji nû ve derketin û vegera nasyonnalîzm û populîzmê, û çend pirs û mijarên din ên têkildar.

Gelek kes bawer dikin ku cîhan ketiye qonaxek nû ya dabeşbûnê. Gelo ew şêwaz û tevgerên ku niha li cîhanê hene, ji yên berê cuda ne, an ev dişibin wan krîz û kaosa siyaseta navneteweyî yên ku berê hebûn?
Li gorî tiştên ku diqewimin, ew dubarebûna şêwaz û krîzên berê ye. Niha min lêkolînek li ser vegera emperyalîzmê heye û gelek ji wan pirs û kaosên ku niha hene ne nû ne, wek pirsgirêkên têkildarî jîngehê û aloziyên civakî, an nasyonnalîzm, an jî pevçûn, mebesta min ev e ku ev pirsgirêk demeke dirêj beşek ji sîstema navneteweyî bûne, lê pirsgirêka ku niha heye û pir diyar e, nebûna serokatiyeke cîhanî ye, ji ber vê yekê em dabeşbûn û cûdabûna zêdetir dibînin, ji ber ku her tim pirsa ku dewlet çawa rêça xwe digirin û çawa danûstandina wan bi zextên têkildarî aborî û jîngehê re dibe sedema derketina pevçûnan hebûye. Di berê de, çi di dema Şerê Sar de bûbe, çi di sîstema piştî bidawîbûna vî şerî de, bila em bêjin, di çarçoveya sîstema lîberal a navneteweyî de, hate rêvebirin ku ev zext bêne îdarekirin, lê tiştê ku niha diyar e, nebûna pêbaweriyê ye di navbera gelan û welatan de, ku bûye sedema ku ew nekarin rêyek hevpar ber bi pêşerojê ve bigirin, tewra li wan cihên ku sazî xurt in jî, mînakî li nava Ewropayê di derbarê kî serokatiya Yekîtiya Ewropayê bike de pirsgirêkek mezin heye, ji ber vê yekê di navbera hêzên mezin de pêbawerî û rêzek kêmtir heye, ev yek di rêveberiya Trump de pir zelal xuya dike, ku eleqedar nabe bibe serokê cîhanê ji bo avakirina hevbendiyan û xebata bi hev re. Ji aliyê din ve em dibînin, Çîn lîstikvanek mezin e û pozîsyona xwe li cîhanê pêşve dibe, lê ev kar bi rêxistinên navneteweyî nake, belku ev kar bi xwe bi rêya avakirina saziyên biçûktir ên taybet bi xwe dike, herwiha ev kar bi rengekî nake ku bibe sedema kişandina welatên din ber bi xwe ve, an bibe çavkaniya hêvî û arezûyan ji wan re. Di têkiliya bi rêxistinên navneteweyî re jî, ew wek kesayetiyek cîhanî wek sekreterên berê yên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî nayê dîtin û wek serokek cîhanî nayê hesibandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim dubare bikim ku ferq nake pirs têkildarî dewlet, rêxistin, an kesek be, tiştê ku niha cîhan pê re rû bi rû ye, nebûna serokatiyê ye, her çend divê ez vê jî bibêjim ku mebesta min serokek dîktator, an xwexapînker nîne, belku mebesta min serokek, an rêxistinek e ku bibe çavkaniya hêvî û îlhama, bi rengekî ku gelan û neteweyan bike yek, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar. Ji ber vê yekê ger ez bersivê kurt bikim, wê demê celebek valahiya serokatiyê heye û rewşek e ku her welatek bi pirsgirêkên xwe re mijûl e û eleqedar nabe bi yên din re, zelaltir bibêjim, em ketine qonaxekê ku di nava welatan de nasyonnalîzm û populîzm ji nû ve derdikevin, ango gelên her welatekî bi guman li welatên din dinêrin. Ji ber vê yekê ev rewşa navxweyî û hebûna valahiya serokatiyê li ser asta cîhanê, bûne sedema derketina wan krîz û kaosên niha, ku cîhanê ber bi dabeşbûnê ve dibin.
We behsa qelsbûn û hilweşîna sîstema lîberal a cîhanî (sîstema piştî Şerê Sar) kir. Gelo hûn difikirin ku rewşa ku li ser asta cîhanê derketiye holê, sedema hilweşîna vê sîstemê ye, an encama hilweşîna wê ye?
Di rastiyê de, cîhan qet bê pirsgirêk û kaos nabe, ango siyaseta û aboriya cîhanê bi awayekî wisa ye ku her tim dibe sedema aloziyan û derketina pirsgirêkan. Pirsa ev e ku ji bo çareserkirina wan çi bê kirin, an qet nebe ji bo kêmkirina wan, herwiha tiştê ku niha li ser asta cîhanê tê dîtin, berpirsiyariyek kêmtir e ji bo hevkariya hev, çi pirsgirêkên civakî bin, çi pirsgirêkên siyasî. Hûn binihêrin ku di nav 10 û 15 salên dawîn de daxwazek kêmtir ji bo alîkariya hev tê dîtin û ev yek hem nîşana daketina sîstema lîberal e, hem jî encama qelsbûna vê sîstemê ye. Mînakî, di vê çarçoveyê de dikare behsa dagirkirina Ukrayna ji aliyê Rûsyayê ve bê kirin, ku ev yek tehdîdek e li ser serwerî û yekparçebûna axa wî welatî. Ger em hinekî vegerin paş, wê demê di serdema rêveberiya Obamayan de, tiştekî wisa li hember rejîma Sûriyeyê nehat kirin, dema çekên kîmyewî bikar anî, bi heman awayî ew krîza ku li Myanmarê rû da û ew wêranî û karesata ku niha li Sûdanê rû dide, ku li ser asta cîhanê serokatiyek tune ye ku eleqedar bibe bi çareserkirina wan. Ez dubare dikim, ku her tim karesat û aloziyên cîhanê digirin, lê di berê de civata navneteweyî û hevkariya di navbera welatan de dihatin bikar anîn da ku qet nebe barê giran ê pirsgirêkan hêsantir bibe, lê niha bandor û encamên van pirsgirêkan giran û tundtir in, ji ber ku daxwazek kêmtir ji bo hevkariyê heye. Di vê çarçoveyê de dikare behsa destwerdanên DYA'yê yên di berê de, bi taybetî li Iraq û Afganistanê, bê kirin, ku pir serkeftî nebûn, ev yek jî nerazîbûnên navxweyî derxist holê, ji ber vê yekê ev pirsgirêk ber bi aloztirbûnê ve diçin û ev hemî nayê wateya ku ew qaîdeyên ku hene ne rewa ne, nayê wateya ku sîstema ku divê hebe, divê nemîne, belku divê welat û rêxistin her tim girîngiya van ramanan û saziyan dubare bikin, ji ber ku tiştê ku niha diqewime ev e ku welatên wek DYA, Çîn û Rûsya kêmtir eleqedar dibin bi kariyên hevpar û hevkariyê û zêdetir di xema pêşxistina berjewendiyên xwe de ne.
We behsa îmkana vegera nasyonnalîzmê kir. Gelo nasyonnalîzm di dawiyê de dibe sedema kêmkirina reqabet û pirsgirêkan û, heta peydakirina çareseriyekê ji bo wan qeyranên ku hene, an jî ew dibin sedema kûrbûna nakokî û rûbirûbûnan?
Di rastiyê de, divê em di vê çarçoveyê de teşwîq û pirsên din ên cîhanî ji bîr nekin û wan paşguh nekin. Mînakî, pirsa têkildarî guhertina jîngehê, ku ev yek pirsgirêka ku divê dabînkirina xwarinê ji bo her kesî were misoger kirin, an divê ava baranê bi başî were berhevkirin, ku em dizanin bilindbûna germahiyê li seranserê cîhanê bandorê li ser van pirsgirêkan dike. Herwiha sîstema bazirganiya cîhanî jî, di heman demê de sîstema têkildarî alîkariyên li seranserê cîhanê, ev hemû dibin sedema ku mirov bi berdewamî koç bikin û sînorên welatan derbas bikin. Em dizanin ku ev pirsgirêk dibin sedema derketina nakokiyên navneteweyî. Mebesta min ev e ku ez bibêjim ku mesele ew nîne ku nasyonnalîzm bi serê xwe bibe sedema şer, an nakokî, ango nasyonnalîzm bi serê xwe encamên xerab nade, ji ber ku divê mirov bi netewe û çanda xwe serbilind bin, lê tiştê ku divê em jê dûr bikevin, ew nasyonnalîzma ye ku jê re (excessive nationalism) tê gotin, ku li ser dûrxistin û marjînalkirina yên din dixebite, an jî bi tirs û guman li wan dinêre, ev yek jî zirarê dide mirovahiyê.
Vîzyonek ji bo gotara we:

Top