Şandeke Şamê li Hesekê ye: Pêvajoya yekkirina hêzên HSDê û artêşê tê cibicîkirin
Şandeke payebilind a Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê bi mebesta destpêkirina rêkarên têkelkirina hêzên HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de, gihîşt bajarê Hesekê.
Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê îro 6ê Sibatê ragihand, şandeke wan a leşkerî gihîştiye bajarê Hesekê. Armanca vê serdanê gotûbêjkirina hûrgiliyên teknîkî û yasayî yên ji bo têkelkirina endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava saziyên Wezareta Bergiriyê de ye.
Ev pêngav di çarçoveya cîbicîkirina xalên wê rêkeftinê de pêk tê ku di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin.
Li gorî hûrgiliyên rêkeftinê, di qonaxa yekem de fîrqeyeke nû ya leşkerî tê avakirin ku dê ji 3 lîwayan û nêzîkî 16 hezar şervanên HSDyê pêk bê. Tê çaverêkirin ku pêvajoya yekkirina van hêzan di nava mehekê de bi dawî bibe.
Herwiha li gorî rêkeftinê, Firokxaneya Qamişlo û dergehên sînorî radestî hikûmeta Sûriyeyê tên kirin. Di qonaxa duyem a rêkeftinê de jî, tê çaverêkirin ku kêlgehên neftê radestî wezaretên peywendîdar werin kirin.
Hevdem ligel liv û tevgera leşkerî ya li Hesekê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot duh li Hewlêrê piştgiriya welatê xwe ji bo vê pêvajoyê nû kir. Barrot di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew hewl didin mafên Kurd û hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de werin parastin.
Wezîrê Fransî destnîşan kir, armanca wan avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bi aramî ye û got: "Pêwîst e Kurd di Sûriyeya dahatû de xwedî beşdariyeke çalak û fermî bin, bi heman awayê ku Kurd li Iraqê (Herêma Kurdistanê) xwedî maf û statû ne."
K24
