• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji kamerayên klasîk û heta mobîlan: Çîroka studyoyeke dîrokî li Hewlêrê

Gulan Media August 20, 2025 Corane
Ji kamerayên klasîk û heta mobîlan: Çîroka studyoyeke dîrokî li Hewlêrê

Di serdemekê de ku her kes dikare bi mobîla di destê xwe de wêneyan bigire, pîşeya wênekêşiyê û studyoyên kevnar çîrokên xwe yên taybet diparêzin. Îro, di Roja Cîhanî ya Wêneyan de, peyamnêra K24ê li Hewlêrê serdana yek ji kevintirîn wênekêşên bajêr, Mam Sabîr, kir ku ev 66 sal in bîranînan di nav çarçoveyan de tomar dike.

Her wêneyek ne tenê dîmenek e, belkî çavê zîrek ê wênekêşekî li pişt e ku ew kêlî girtiye. Li Hewlêrê, Kolana Orzdî ya kevn wekî navenda dîrokî ya wênekêşan tê naskirin; cihê ku wêneyên bajêr hatine kişandin û îro jî zarokên wan pîşeya bav û kalên xwe didomînin.

Mam Sabîr: 66 sal bi kamerayê re

Li yek ji kevintirîn studyoyên Hewlêrê, Mam Sabîr Mihemed hîn jî bi pîşeyê xwe berdewam e. Wî di sala 1958an de, dema ku tenê 12 salî bû, wekî şagirtê Gîvî Mukriyanî dest bi vî karî kiriye. Ew studyoya wî ya biçûk îro wekî mûzexaneyeke zindî ya bîranînan e. Ew bi bîr tîne ku di wê demê de li tevahiya bajêr tenê sê wênekêş hebûn û karê wan ji bo xelkê tiştekî seyr û ecêb bû.

Sabir Mihemed, wênekêşê dêrîn, bi kelecaneke mezin behsa wê serdemê dike û dibêje: "Gelek seyr bû, xelk dihat temaşe dikir û digot 'Maşallah, maşallah!' Pirs dikirin 'Gelo ev qutî çawa wêne digire?'. Her tişt wekî nehêniyekê bû. Me bi xwe her tiştî bi destan amade dikir."

"Her kes dikare wêne bigire, lê ne her kes xwedî çavê wênekêşiyê ye"

Bi pêşketina teknolojiyê û belavbûna mobîlan, bazara wênekêşan lawaz bûye. Lê Mîran Raco, ku pîşeya bavê xwe didomîne, dibêje ku hîn jî gelek kes hene ku ji bedewiya wêneyên kamerayê hez dikin. Ew tekez dike ku ferqeke mezin di navbera wênekişandin û wênekêşiyê de heye.

Wênekêş Mîran Raco li ser karê xwe yê îro wiha dibêje: "Niha karê me zêdetir ji bo belgeyên fermî ye. Lê ji bo nûjenkirina wênên kevn ên kesên wefat kirine jî serdana me dikin. Berê mobîl tunebûn, her ciwanek dihat ji bo ku li cem bavê min an bapîrê min wêneyekî bigire. Ev karê bav û kalên me bû û em jî didomînin, ev ji bo me şanaziyek e. Her kes dikare wêne bigire, lê ne her kes xwedî çavê wênekêşiyê ye."

Pêşangehek ji bo rêzgirtinê

Bi boneya Roja Cîhanî ya Wêneyan, Mûzexaneya Perwerdeyê ya Hewlêrê li Kolana Orzdî ji bo rêzgirtina li wênekêşên bajêr, pêşangeheke taybet a wêneyan vekir. Wekî ku peyamnêra me dibêje, her wêneyekî çîrokek li pişt xwe heye û sînorên dem û mekanê derbas dike û me bi bîranînên mirovatiyê ve girê dide.

 

K24

Top