• Thursday, 07 May 2026
logo

Dr. Gazî Zêbarî li Amerîkayê xelateke navdewletî wergirt

Dr. Gazî Zêbarî li Amerîkayê xelateke navdewletî wergirt

 

Saziya SRC ya Amerîkayê ji bo rûmetdarkirina jêhatîbûna wî ya di neştergeriya robotîk de, nasnavê "Neştergerê Nayab" da bijîşkê navdar ê Kurd Dr. Gazî Zêbarî.

Saziya Navdewletî ya Nirxandina Neştergeriyê (Surgical Review Corporation - SRC) ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, wan di meha Adarê de bi fermî bijîşkê Kurd Dr. Gazî Zêbarî xelat kiriye. Ev nasnav di warê "neştergeriya robotîk" de, ku yek ji qadên herî pêşkeftî yên bijîşkiyê ye, hatiye dayin.

Saziya SRC destnîşan kir, ev rûmet bi hevahengiya ligel Navenda Tenduristiyê ya "Willis-Knighton" hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev xelat encama şarezayiya kûr a Dr. Zêbarî ya di neştergeriya robotîk, pabendbûna wî ya bi pîvanên bilind ên çavdêriya nexweşan û ewlehiya klînîkî de ye. Herwiha hat tekez kirin ku ev nasnav ne tenê nîşaneya lîhatûyiya kesane ye, lê belê encama xebata serkeftî ya tîmên bijîşkî ye ku Dr. Zêbarî serokatiya wan dike.

Dr. Gazî Zêbarî ku bi dehan sal in li Amerîkayê di warê neştergeriya pêşkeftî de dixebite, di nav saziyên bijîşkî yên Amerîkayê de xwedî pêgeheke bilind e. Ji xeynî serkeftinên xwe yên navdewletî, Zêbarî bi awayekî çalak piştgiriya geşepêdana kerta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî dike.

Dr. Gazî Zêbarî bi rêya bernamên rahênana bijîşkî, dabînkirina amûrên nûjen û parvekirina zanyariyên bijîşkî, roleke mezin di bilindkirina asta bijîşkiyê ya li Kurdistanê de lîstiye. Berpirsên tenduristiyê yên Herêmê hewildanên wî wekî "pireke stratejîk" a ji bo xurtkirina peywendiyên bijîşkî yên di navbera Hewlêr û Washingtonê de dibînin.

Ev xelat di demekê de tê ku neştergeriya robotîk li seranserê cîhanê ji ber hûrbîniya xwe ya zêde, dibe beşeke bingehîn a bijîşkiyê û Herêma Kurdistanê jî hewl dide jêrxana xwe ya di vê qadê de berfireh bike.

 


K24

Top