Karwan Hesen Husên, nivîskar û wergêr/ Serokê Rêxistina Jîway - Helebce: Zimanê Kurdî ne tenê erka zimanî, belkû erka parastinê jî li hember neteweyên din dîtiye.
Di nav neteweya Kurd de, zimanê axaftinê, yan jî zaravayên Kurmanciya Navîn (Soranî), Kurmanciya Jorîn (Badînî), an Hewramî be, her sê zaravayan jî girîngiya xwe heye. Bi taybetî ev sê zaravayên Kurdî (Soranî, Badînî û Hewramî) di parzûna wêjeyê re derbas bûne. Ango, ew pênaseya ku ji bo devokê tê kirin, mirov nikare ji van zaravayên Kurdî re bêje devok. Divê ew bibin zarava, ji ber ku wekî hate gotin, di parzûna wêjeyê re derbas bûne û wêje bi wan hatiye nivîsandin, derbirîn bi wan hatiye kirin û raman bi wan hatine vegotin. Ji ber vê yekê girîng e ku hikûmet li ser diyarkirina zimanekî wekî "zimanê standard" bixebite, lê yên din neyên paşguhxistin û girîngî bi wan bê dayîn û li dibistanan bên xwendin.
Niha em dikarin bêjin ku zarok bi du zaravayan programa dibistanê dixwînin, ku ew jî Soranî û Badînî ne. Di vê navberê de girîngî bi Hewramî nayê dayîn. Ango, karesat e ku tu girîngiyê nedî Hewramî. Eger tu bixwazî xwedî reh û rîşaleke kûr a dîrokî û zimanî bî, zaravayê Hewramî resen-tirîn û kevnar-tirîn zaravayê zimanê Kurdî ye, lewma divê li ser bê xebitandin. Li herêmê, yên ku xwedî şaristanî ne, mînak şaristaniya Hindî, Veda di 1800 sal berî zayînê de hebû, Avesta di 1500 sal berî zayînê de. Ji ber vê yekê, ji bo ku em xwedî reh û rîşaleke kûr a zimanî bin û xwe wek şaristaniyekê nîşan bidin, pêwîst e em girîngiyê bidin Hewramî jî. Niha her du zaravayên din tên çapkirin, her du jî di warê perwerdeyê de tên xwendin, lewma girîng e ku ji bo zarokên Hewraman jî, babetek bi Hewramî hebe, ji ber ku hemû lêkolîn nîşan didin ku eger zarok bi zimanê zikmakî bixwîne, asta jîriya wî û asta derbirîna wî baştir dibe.
Derbarê xwendina zimanê Kurdî li dibistanên taybet (ehlî) û girîngîdana wan bi zimanê Îngilîzî, em nikarin rê li vê yekê bigirin. Li her bajarekî, hejmareke kêm a xwendekaran li dibistanên taybet dixwînin, ji ber ku lêçûneke wê ya zêde heye û ne her xwendekar diçe van dibistanan. Ji ber vê yekê, piraniya zarokan bi Kurdî dixwînin û zimanê wan Kurdî ye. Divê em li hember zimanê xwe gelekî dilsoz bin, ji ber ku em wek Kurd, piştî hilweşîna mîrnişînan û berî zayînê jî piştî hilweşîna dewleta Madan, rêveberiya me nebûye lê zimanê me hebûye. Ango zimanê Kurdî ne tenê erka zimanî dîtiye, belkû di heman demê de erka parastina giyanê neteweyî yê Kurd li hemberî neteweyên din dîtiye, bi taybetî ew neteweyên ku di dirêjahiya dîrokê de Kurd çewisandine. Ango, di nav Kurdan de ziman xwedî erkekî din e, ew jî parastina giyanê neteweyî yê Kurd e.
Erka li ser milê her takekesekî vê civakê ew e ku dilsoziya wî ji bo zimanê Kurdî hebe û girîngiyê bide zimanê zikmakî; ji malbatê û sektora perwerdeyê bigire heta sektora taybet û sektora giştî. Dema ku tu zarokê xwe dişînî dibistaneke Îngilîzî, tu dikarî li malê wî bi giyanekî Kurdî perwerde bikî û fêrî zimanê Kurdî bikî. Di heman demê de, çima pêwîst e ku li wan dibistanên taybet hemû babet bi zimanê biyanî bin? Têbîniyeke min a din jî ev e ku divê zarok heta pola şeşem a seretayî bi zimanekî biyanî nexwîne, divê pêşî bi zimanê xwe bixwîne. Li welatên din ev yek li ber çavan hatiye girtin. Pêwîst e zarok di qonaxên seretayî de, ango di şeş saliya xwe de, bi zimanê zikmakî bixwîne, da ku derbirîn û ramana wî jî bi Kurdî be û paşê berê wî bidin xwendina taybet. Mijareke din jî taybet e bi wan mamosteyên ku dersa zimanê Kurdî didin; divê ew di ziman de pir şareza bin û di parzûnên pir baş ên perwerdehî û xwendinê re derbas bûbin.
Derbarê cihên geştyarî yên ku li hember zimanê Kurdî xemsar in, divê bi awayekî mecbûrî zimanê Kurdî bibe zimanê yekem. Sedema vê yekê ew e ku em wek Kurd, di dîrokê de li hember neteweyên din, ji ber ku dewleta me nebûye û hebûna me ya siyasî nebûye, em li hember zimanên din hest bi kêmasiya kesayetiya xwe dikin. Ji vê yekê xerabtir, kar li ser anîna muzîka neteweyên din û gotina wê bi zimanê Kurdî tê kirin, di demekê de ku dema geştyarek tê vir, divê tu wî hêdî hêdî bi hunera xwe re aşina bikî, ji ber ku huner ji giyan (ruh) derdikeve.
Dema mirov ji dayik dibe, ti nasnameya wî nîne, tenê mirov e. Gotineke di warê perwerdeyê de heye, dibêje: "Hesp wek hesp ji dayik dibe û wek hesp dimire". Lê dema mirov ji dayik dibe, çandek dikeve nav giyanê wî. Divê em li ser vê çandê li cihên bazirganî, geştyarî û li her derê pêdagiriyê bikin.
Ez dîsa dibêjim ku divê ev bexşendetî û tawîza ku di nav Kurdan de heye, ne li ser hesabê zimanê me be û divê ne bigihîje wê radeyê ku em xwe ji holê rakin û dev ji hebûna xwe berdin. Erka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku her karkerekî biyanî yê ku tê, fêrî zimanê Kurdî bike, ji ber ku di dawiyê de ev karker ji bo jiyara xwe sûdê ji jîngehê, ji vê hebûna siyasî û civakê werdigire. Baş e, li hember vê yekê bila ew jî xwe hinekî westîne da ku bikaribe bi min re biaxive. Eger tu li her welatekî wek penaber bî, bêguman yekem tişta ku ji te re tê gotin ziman e. Divê Kurd ji niha ve, ku xwedî hebûneke siyasî ne, van mijaran li ber çavan bigirin. Eger tu van li ber çavan negirî, tê wateya ku tu hebûna xwe û Kurdbûna xwe nahesibînî.
Rudaw
