• Saturday, 07 February 2026
logo

Kemal Mihemed Salih Wezîrê Kehrebê ji bo Gulan: Projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê, ji bo xizmetguzariya welatiyan e û bidawîanîna kêşeyeke zêdetirî 30 salî ya kehrebê ye, lewma divê weke pirseke niştimanî muamele pê re bê kirin.

Kemal Mihemed Salih Wezîrê Kehrebê ji bo Gulan: Projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê, ji bo xizmetguzariya welatiyan e û bidawîanîna kêşeyeke zêdetirî 30 salî ya kehrebê ye, lewma divê weke pirseke niştimanî muamele pê re bê kirin.

Kemal Mihemed Salih Wezîrê Kehrebê ji bo Gulan: Projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê, ji bo xizmetguzariya welatiyan e û bidawîanîna kêşeyeke zêdetirî 30 salî ya kehrebê ye, lewma divê weke pirseke niştimanî muamele pê re bê kirin.

Kehreba 24 demjimêrî wek yek ji projeyên xizmetguzariyê yên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin, ku ji aliyê Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê serpereştîkirin û şopandin. Proses weke werçerxaneke di dîroka vê xizmetguzariyê de tê dîtin ku di demeke kurt de zêdetirî du milyon welatî jê sûdmend bûne. Kovara Gulan di hevpeyvîneke taybet de ligel Endezyar Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Kehrebê, hûrgiliyên vê projeyê û qonaxên pêşerojê yên cîbicîkirina projeyê gotûbêj kir.

Pirs: Projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê; çareseriya bingehîn a kêşeya kehrebê û gihîştina bi dayîna kehrebeyeke berdewam, gelo heta çi radeyê binesaziya kehrebê amade ye ji bo cîbicîkirina vê projeyê li seranserê Herêma Kurdistanê, bi taybetî niha ku welatiyên derveyî navendên bajaran daxwaza gihandina vê projeyê ji bo navçeyên xwe dikin?

Wezîr: Dabînkirina kehreba 24 demjimêrî û ava vexwarinê ya paqij ji bo welatiyan dîtin û biryara dewletmedar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo gel. Ev ew werçerxan e ku welatiyên Iraqê û welatên cîran û cîhanê pê matmayî mane. Tevî hemû qeyran û astengiyên li pêşiya kabîneyê, tenê di maweya pênc salan de sozên xwe kirin kiryar. Weke Wezîrê Kehrebê, min dizanî ku ji bo çareserkirina kêşeya kehrebê em li hember tehediyeke mezin in, nemaze ku budce ji aliyê Bexdayê ve hatibû birîn û gelek aliyên siyasî dijberiya pêşxistina binesaziya enerjiyê dikirin. Hejmara beşdarên kehrebê jî gehiştiye (1,931,648) beşdarî, ku tenê di vê kabîneyê de (483,359) beşdarên nû zêde bûne û ev hejmar nêzîkî du milyonan dibe.

Derbarê binesaziyê de, Wezareta Kehrebê bi piştgiriya Encûmena Wezîran di pênc salên dawî de karî gelek çaksaziyan di kertên hilberîn, veguhestin û dabeşkirinê de bike. Asta hilberînê bi zêdekirina 1840 megawattên nû gihiştiye 3817 megawatt, û binesaziya giştî ya hilberînê jî 8,189 megawatt e. Di vê kabîneyê de, 61 proje di kerta veguhestinê de bi bihayê 372,840 milyon dolar û 3,503 proje di kerta dabeşkirinê de bi bihayê 235 milyar dînar hatine cîbicîkirin. Herwiha, projeya pîvera jîr (saeta zîrek) ku ji bo projeya 24 demjimêrî bû bingeheke girîng, hat cîbicîkirin. Serkeftina projeyê bûye sedem ku welatiyên derveyî bajaran jî daxwaza wê bikin, û proje bi lez dimeşe û heta dawiya sala 2026an dê bigihîje hemû navçeyên Kurdistanê.

Pirs: Projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê gihîştiye çi astê û gelo plan û bernameya cîbicîkirina vê projeyê çawa birêve diçe, da ku di demeke kurt de hemû welatiyên Kurdistanê bibin xwedî kehrebeyeke 24 demjimêrî?

Wezîr: Ev proje bi hevkariya tîma nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin. Di destpêkê de gelek êrîşên medyayî li dijî projeyê hatin kirin, lê diviyabû weke pirseke niştimanî û xizmetguzarî muamele pê re bihata kirin. Xweşbextane rastî zû derketin holê. Niha zêdetirî du milyon welatî ji projeyê sûdmend in û ev hejmar bi lez zêde dibe. Îsal navendên bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçeyê dê temam bibin. Di sala 2026an de jî hemû qeza û nahiyeyên derveyî bajaran dê werin temam kirin û heta dawiya 2026an seranserê Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî kehreba 24 demjimêrî. Ev proje ji bo bidawîanîna kêşeyeke mezin e ku welatî demeke dirêj li benda çareseriya wê bûn.

Pirs: We amaje bi sûdmendbûna zêdetirî du milyon welatî ji projeya Ronahiyê ya 24 demjimêrî ya kehrebê kir, di kanalên ragihandinê de gelek behsa sûdên wê tê kirin, gelo mimkun e hûn behseke van sûdan ji me re bikin?

Wezîr: Bê guman welatî di rêza yekem de sûdmend in. Di vê rewşa aborî ya dijwar de, ew bûne xwediyê yek çavkaniya kehrebeyê bi bihayekî kêmtir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide fatûreya kehreba malan. Li gorî daneyan, ji wan du milyon beşdaran, 80% pereyekî kêmtir didin beramberî berê ku pere didan hem kehreba niştimanî û hem jî muelîdeyan. Ji aliyekî din ve, hikûmet ji bo sê mehên yekem piştgiriyê bi rêjeya 50%, 25% û 15% dide welatiyan. Herwiha, heta 200 milyon dolar piştgirî ji bo guhertina amûrên kehrebeyê û damezrandina sîstema enerjiya rojê tê dayîn. Ev ji bilî feydeyên jîngehî û tenduristî yên ku bi nemana muelîdeyan li taxan çêdibin, ku ziyaneke mezin digihandin. Bi giştî, piştî 35 salan, Wezareta Kehrebê karî kehrebeyeke berdewam, jîngeheke paqijtir û geşbûneke aborî ya zêdetir dabîn bike.

Pirs: Wate proje bi lez birêve diçe, her projeyek jî tehedî û astengî di dema cîbicîkirinê de tên pêşiya wê, gelo girîngtirînên wan astengiyan çi ne û hûn çawa muameleyê pê re dikin?

Wezîr: Helbet çareserkirina kêşeyeke 30 salî ne hêsan e. Lê ez welatiyan piştrast dikim ku her projeya bi vîna Serokwezîr û ji bo xizmeta gel be, dê serbikeve. Di destpêkê de, astengiya herî mezin propaganda û nûçeyên nerast bûn ji bo armancên siyasî, heta welatî dihatin teşwîq kirin ku fatûreyan nedin. Xweşbextane, me ev derbas kir û niha welatî bi xwe rastiya feydeyên projeyê dibînin. Lêbelê, astengiyên wekî bikaranîna neyasayî, kêmbûna beşdariyê, nûjenkirina toran, û dabînkirina sotemeniyê hîn jî hene û tîmên me bi awayekî berdewam li ser dixebitin. Hevkarî û piştgiriya welatiyan ji bo me gelek girîng bû. Madem ku welatiyan ev têgihiştina mezin heye, em piştrast in ku em ê li ser hemû astengiyan serbikevin û kabîneya nehem dê bibe ew kabîneya ku bi tevahî dawî li kêşeya kehrebê tîne. Tenê sebr û demeke kurt ji me re lazim e.

 

 

Gulan

Top