• Sunday, 08 February 2026
logo

Kanîwar Cîbraîl, Rêveberê Projeyên Kavîn Group: Em yekemîn kompanyaya Kurdistanî bûn ku çanda xebata du şiftan li Kurdistanê ji bo çêkirina rê û banan bi kar anî.

Kanîwar Cîbraîl, Rêveberê Projeyên Kavîn Group: Em yekemîn kompanyaya Kurdistanî bûn ku çanda xebata du şiftan li Kurdistanê ji bo çêkirina rê û banan bi kar anî.

Kanîwar Cîbraîl, Rêveberê Projeyên Kavîn Group: Em yekemîn kompanyaya Kurdistanî bûn ku çanda xebata du şiftan li Kurdistanê ji bo çêkirina rê û banan bi kar anî.

Kanîwar Cîbraîl, endazyar e û Rêveberê Projeyên "Kavîn Group" e. Kompanyaya Kavîn Group, yek ji kompanyayên mezin ên warê çêkirina pir û rê û banan e li Kurdistanê û çendîn projeyên mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê bi serkeftî cîbicî kirine. Di guftûgoya vê carê ya "Bazneya Guftûgoyê" de (Pêşxistina Projeyên Rê û Banan û Çareserkirina Pirsgirêkên Hatûçûnê), Rêveberê Projeyên Kompanyaya Kavîn Group, li ser paşxaneya ezmûneke mezin a meydanî, bi vî rengî derbarê pêşxistina projeyên rê û banan, dîtin û nêrîn û pêşniyarên xwe anî ziman.

Gelek spas ji bo Bazneya Guftûgoyê û ji bo birêxistina vê guftûgoyê derbarê mijareke girîng ku ew jî pêşxistina projeyên pêşxistinê û çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê ye. Bêguman, ji mêj ve rê û ban li her welatekî şahdamara proseya avedanî û şaristaniyê bûye, ku tevî cihêrengiya amûrên veguhestinê di cîhana îro de wekî rêyên asmanî û deryayî, hîn jî amûra herî girîng a pêşketin û avedaniyê rê û ban e bi hemû cureyên xwe ve. Li gorî navê mijara guftûgoyê, em jî nêrînên xwe li ser du beşên serekî parve dikin:

1- Çawaniya (Pêşxistina Projeyên Rê û Banan).

Her çend pispor û şareza yên warê rê û banan bi hezaran xwendin û lêkolîn li ser mijara çawaniya (Pêşxistina Projeyên Rê û Banan) pêşkêş kirine, em jî li gorî şarezayiya xwe di vî sektorî de û merc û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê vê mijarê li ser çend xalan parve dikin:

• Proseya dîzayn û derxistin û taybetmendiyên (muwasefat) bikarhatî.

Her çend, bi kêfxweşî li Kurdistanê piştî komkirina daneyan û zanyariyan ji bo dîzaynkirina piraniya projeyan, taybetmendiyên bilind ên navdewletî tên bikaranîn, lê pêwîst e hinek ji wan taybetmendiyên navdewletî li gorî keş û hewa û çanda Kurdistanê bên nûkirin, ev jî erka pisporan û beşên (dîzayn û dîrasat) di wezaretan de ye, bi hevkariya zanîngeh û peymangehan. Herwiha pêwîst e berî dîzaynê, di proseya hilbijartina rêgeha rê û banên derveyî bajaran de, şêwir û nêrîn ji pisporan û aliyên peywendîdar (rêveberiyên xwecihî) bê wergirtin û di dîzayn û derxistinan de giringiyeke mezin bi beşên ewlehiyê (Safety) û îşaretên hatûçûnê (Traffic signs) bê dayîn.

• Bilind girtina kalîteya cîbicîkirinê û pabendbûna bi demê:

Hilbijartina peymankarê cîbicîkar ji bo projeyên girîng û stratejîk, divê li ser bingeha bilind girtina kalîteyê û pabendbûna bi dema diyarkirî ji bo temamkirina projeyan be. Dibe ku berê yek ji pirsgirêkan li Kurdistanê nebûna vî cureyê kompaniyan bûbe, lê di dema niha de hejmarek kompaniyên xwecihî karînên xwe pêş xistine û dikarin di asta van daxwaziyan de bin. Mînak, em wek (Kavîn Group) ji sala 2011'an ve heta niha yek ji kompaniyên herî çalak ên Kurdistanê bûne di warê cîbicîkirina projeyên stratejîk ên sektora rê û banan de (bi rê, pir û tunelan ve) ku dikarim bêjim em yekemîn kompanyaya Kurdistanî bûn ku çanda xebata du şiftan (bi şev û roj) me li Kurdistanê bi kar anî, pabendbûna bi dema diyarkirî ji bo temamkirina projeyên xwe me kir bernameya karên xwe, ku berê li Kurdistanê cîbicîkirina projeyan pir dihat paşxistin, ev jî ji bilî bilindbûna kalîteya karên me.

• Pêgihandina karmendên taybet ji bo cîbicîkirin û çavdêrî û şopandinê:

Gelek girîng e ku aliyê çavdêrê kar, karîn û şarezayiya wî ji bo kontrolkirina kalîte û çendayiyê di projeyan de hebe ku li gorî nêrîna me li Kurdistanê endazyar û pisporên baş hene, lê divê bi danîna mekanîzmeke nûjen û hemahengiya hikûmet û zanîngehan, bi vekirina kursên rahênanê û semîneran, karînên wan bên pêşxistin. Lê mixabin Kurdistan ji aliyê kadro û pisporên navîn ve (wek kadroyên darvan û operatorên amûran û kargehan) gelek lawaz e, ku sedema sereke ya daketina kalîteya projeyan e. Ji ber vê yekê divê di peymangehan û zanîngehên polîteknîkî de beşên taybet ji bo kadroyên navîn bên vekirin.

• Lênêrîn (el-Siyane) û sererastkirin:

Diyar e hemû beşên projeyan temenê karîgeriyê yê diyarkirî heye, ku dikare bi çavdêrî û sererastkirina berdewam temenê wan bê zêdekirin. Mînak, temenê karîgeriyê yê xêzkirina rêyan 18 heta 24 mehan e, yan temenê karîgeriyê yê tebeqeya jorîn a asfaltê 8 heta 10 salan e. Ji ber vê yekê divê budceyek an dahatek ji bo karê lênêrîn û sererastkirinê bê terxankirin, bi taybetî ji bo îşaretên hatûçûnê ku ji ber guherîna keş û hewa û tozbaranê zû bi zû pêwîstî bi paqijkirin û sererastkirinê dibe, ku ev yek rasterast bandorê li ser ewlehiya bikarhênerên rê û banan dike.

2- Çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê.

Çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê, astengiyeke gelek mezin e ku li welatên herî pêşketî yên cîhanê jî bi temamî nehatiye çareserkirin û bi berdewamî li hemû welatên cîhanê ligel zêdebûna nifûsê hewla çareseriyê jê re tê dayîn, em jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li Kurdistanê van xalên jêrîn bi girîng dibînin:

• Giringîdan bi amûrên veguhestina giştî (PUBLIC TRANSPORTATION):

Li Kurdistanê ligel zêdebûna nifûsê û başbûna dahata takekesî û malbatan, hejmara otomobîlên taybet di zêdebûnê de ye. Ji ber vê yekê çêkirina rêyên nû û pirên bilind û tunelan û firehkirina rêyan bi tenê nabe sedema çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî li nav bajaran. Ji ber vê yekê pêwîst e hikûmet û aliyên peywendîdar bi cidî li ser amûrên veguhestina giştî wek otobûs û tramvay û trênê bifikirin, ji bo kêmkirina qerebalixiyê ku di heman demê de dibe sedema parastina jîngehê û kêmkirina bikaranîna sotemeniyê.

• Rewşenbîriya bikaranîna otomobîlê û pêşxistina çanda bikaranîna amûrên veguhestina giştî:

Mixabin li Kurdistanê çawaniya bikaranîna otomobîlê û pabendbûna bi rênimayên hatûçûnê di asteke nizm de ye. Mînak, heta niha welatî li Kurdistanê baş nizanin çerxerêya zivirandinê (ku li cîhanê yek ji çareseriyên herî klasîk û şaristanî yên xaçerêyan e) bi kar bînin, yan dibe ku bikaranîna amûrên veguhestina giştî ji bo kesayetiya xwe kêm bibînin. Ji ber vê yekê pêwîst e asta rewşenbîriya xelkê ji bo van mijaran bi rêya perwerde û dibistan û zanîngeh û TV û radyo û ragihandinê karê cidî li ser bê kirin, heta ku wek hinek welatên derdorê di bernameya xwendinê de cih jê re bê veqetandin.

Bi giştî, ew xalên ku li jor bi kurtî hatin behskirin, pêwîstî bi hevkariyê, hemahengî û xemxuriya hemû sazî û dezgehên hikûmî û sektora taybet û welatiyan heye û dikarin bi başî di mercên asayî û nimûneyî de bên cîbicîkirin. Lê belê, pêkhateya herî girîng (unsur) a çareseriyê, dabînkirina budceya taybet e ji bo vî sektorî ku di rastiyê de ji bo dema niha ya Kurdistanê astengiya herî girîng û giran e.

 

Gulan

Top