Xwendineke ji bo Sîbera di nav Mija Spî ya Dûkeleke Reş de
Berî ku êrîşên Îsraîlê di berbangê 13ê Hezîrana 2025an de li ser Îranê dest pê bikin, sê roj berê rêveberiya Amerîkayê di ronahiya biryareke Donald Trump de ew biryar dabû, ji ber ku hest bi metirsiyeke ewlehiyê dihat kirin, karmendên balyozxaneyên Amerîkayê li her yek ji welatên «Iraq, Behreyn, Kuweyt» dikarin bi awayekî dilxwazî vegerin Amerîkayê. Zêdetirî vê, di bersiva pirsên rojnamevanan de, derbarê biryara kêmkirin an valakirina wan balyozxaneyên Amerîkayê li wan dewletan di vê demê de, Trump bi awayekî eşkere gotibû «Em ê bibînin li Rojhilata Navîn çi diqewime».
Tiştê ku di nav tenê 24 saetan de ji berbanga 13ê heta 14ê Hezîranê herêma Rojhilata Navîn pê dît, ragihandina fermî ya şer bû di navbera du dewletên superhêz ên herêmî de ku «Îsraîl û Îran» in. Şer jî bi asteke wisa mezin û wêranker e ku em dikarin bibêjin: ji piştî Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an di navbera Îsraîl û dewletên Ereb bi serokatiya Misrê, herêmê şerekî wisa mezin û wêranker bi xwe nedîtiye. Zêdetirî vê em dikarin bibêjin: ew çekên ku di vî şerî de li dijî hev tên bikaranîn, bi radeyeke wisa pêşketî û wêrankertir in, ku asta şer biriye qonaxeke gelek tirsnaktir û tê pêşbînîkirin ku guhertinên gelek mezintir ji Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an li ser asta herêma Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.
Di sala 1967an de, tevî ku Yekîtiya Sovyetê ya berê hêzek bû wekhevî hêza Amerîkayê û tevahiya dewletên NATOyê û zexta herî mezin kir ji bo ku Encûmena Asayişa Navneteweyî bi biryarekê şer rawestîne, lê Lyndon Johnson serokê wê demê yê Amerîkayê rê neda ku şer raweste, heta ku hegemonya û serdestiya Îsraîlê li qada şer bi temamî nehat çespandin. Paşê jî di 22ê Mijdara 1967an de bi biryara 242an a Encûmena Asayişê, cografyaya piştî şer bû de-fakto û heta niha jî ew xakên ku di 1967an de di wî şerî de dagir kiribûn, di destê Îsraîlê de mane.
Di şerê vê carê yê 13ê Hezîrana 2025an de ku di navbera Îsraîl û Îranê de derketiye, rewşa navneteweyî ji bo berjewendiya Îsraîlê guhertinên mezin bi ser de hatine. Rast e hejmarek ji dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya Îranê êrîşa Îsraîlê şermezar dikin, bi wê yekê ku pêşîlkariyeke gelek berbiçav e li ser yasayên navneteweyî, lê di nav pênc endamên herdemî yên Encûmena Asayişê de ku xwedî mafê vetoyê ne, sê superhêz «Amerîka, Brîtanya, Fransa» bi eşkereyî piştgiriya Îsraîlê dikin û ragihandine ku eger Îsraîl bikeve metirsiyê, amade ne bibin beşek ji şer û berevaniyê li Îsraîlê bikin. Lê belê li hemberî vê, du superhêzên din ku «Çîn û Rûsya» ne, heta niha bêdengiya xwe hilbijartine û piştgiriyeke bi heman rengî ji bo Îranê nîşan nedane.
Di nav mija spî ya dûmana reş a vî şerî de, sîbereke cografyayekê tê dîtin ku naşibe cografyaya 12ê Hezîrana 2025an û, ji bilî maseyekê ku li ser nivîsandiye «Camp David» ti maseyeke din a danûstandin û diyaloga aştiyane ji bo dawîanîna vî şerî nayê dîtin.
2
Êşa Ji Nû ve Darakirina Cografyayeke Nû ji bo Rojhilata Navîn
Piştî ragihandina dewleta Xîlafeta Îslamî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve di Hezîrana 2014an de, «Volker Perthes» rêveber û serokê cîbicîkar ê Enstîtuya Almanî ji bo Karûbarên Asayîş û Navneteweyî, di destpêka sala 2015an de pirtûkek bi navê «Dawîhatina wê Rojhilata Navîn a ku me nas dikir - The End of the Middle East as We Know it» weşand. Nivîskarê vê pirtûkê (Volker Perthes) ku bi salan wek nûnerê Neteweyên Yekbûyî di tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn de «ji Sûdanê heta Sûriyê» ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane kar kiriye, piştî ragihandina dewleta Xîlafeta Îslamî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve gihîşt wê baweriyê ku di nav cografyaya niha ya Rojhilata Navîn de pirsgirêk çareser nabin û ew tişta ku me jê re digot «Rojhilata Navîn» bi dawî bû, divê li ser ji nû ve darakirina cografyayeke nû ji bo vê herêma hestiyar a cîhanê were fikirîn. Ev jî ji ber wê yekê ye ku cewhera şer û pirsgirêkên Rojhilata Navîn guhertinên mezin bi ser de hatine û, berê me bi dewletan re danûstandin dikir, niha realîteyek çêbûye, divê li ser erdê rastiyê bi «aktorên ne-dewletî - non-state actor» re danûstandinê bikin.
Di heyama zêdetirî 10 salên borî de (2014-2025), civaka navneteweyî bi destê aktorên ne-dewletî re rûbirû maye û neçar bûye ku hevpeymaniyên navneteweyî wek «Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî Terorîstên DAIŞê» damezrîne. Rast e vê hevpeymaniyê karî ji aliyê serbazî ve, dewleta xîlafeta terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê birûxîne, lê her ev hevpeymanî bi xwe bû sedem ku aktorên din ên ne-dewletî zêdetir bibin û yên ku berê hebûn, zêdetir aktîftir bûn û bi eşkereyî û li ber çavên civaka navneteweyî bûn xwedî biryar û cihê aktorên dewletî girtin. Hemû van pirsgirêkan di heyama zêdetirî 10 salên borî de bûn bingeha şer û pirsgirêkên vê herêmê. Aktorên ne-dewletî hebûn û dewletên herêmê xwe jê bêrî kirin, herwiha nekarîbûn çareseriyek ji bo pirsgirêkan bibînin.
Ji bo nimûne, Iraq wek aktorekî navneteweyî, ne tenê bi dewleteke mezin wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ti pirsgirêkeke wê nîne, belkî hebûna hêzên Amerîkayê li vî welatî li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê bûye. Ji aliyê protokolê ve jî xwe wek yek ji dewletên hevpeyman ên Amerîkayê dihesibîne û, li ser asta serok û Koşka Spî pêşwazî li serokwezîr û şandeyên hikûmeta Iraqê tê kirin. Lê belê di nav Iraqê de komên çekdar ên welayî ku gelek caran ji wan re tê gotin «komên çekdar ên der-yasayî» bi dron û katyûşayan êrîşî balyozxane, konsolxane û baregehên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê dikin. Herwiha, Sûriye di serdema Esed de, wek dewlet pabendî agirbesta bi Îsraîlê re bû, lê ji nav axa Sûriyê êrîşî Îsraîlê dihat kirin. Bi heman şêweyî, Lubnan jî wek dewlet pirsgirêka wê bi tewtîn re nîne, lê Hizbullaha Lubnanê dewleteke kûr bû di nav dewleta Lubnanê de. Ev yek ji bo mîlîsên Hûsî yên Yemenê jî her bi heman awayî ye.
Berî êrîşa Tevgera Hemasê ya Filistînî di 7ê Cotmeha 2023yan de, van kom û mîlîsan bangeşeya wê yekê dikirin ku yek qad ku «qada muqawemetê ye» hemûyan bi hev re dicivîne, ku rasterast ji aliyê Feyleqa Quds a Sipaha Pasdarên Komara Îslamî ve dihatin birêvebirin. Fermandarê Feyleqa Quds bi eşkere serdana tevahiya mîlîsên li «Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen» dikir û beşdarî danîna nexşe û planên wan mîlîsan dibû ku êrîşî Amerîka û Îsraîlê dikirin. Lê piştî destpêkirina şerê Xezzeyê û paşê jî têkçûna şiyanên serbazî yên Hizbullaha Lubnanê û ketina rejîma Esed û paşê jî êrîşa tund a Amerîkayê li ser baregehên mîlîsên Hûsiyan, Îranê wek dewlet û wek Sipaha Pasdaran jî bi fermî ragihand ku ew kom «komên serbixwe ne» û ti pêwendiyeke wan bi Sipaha Pasdaran re nîne û ti ferman û rênimayekê jî ji Îranê wernagirin û ew bi xwe biryara xwe didin. Îran wek dewlet û li gorî yasayên navneteweyî ti berpirsiyariyekê ji wan kom û mîlîsên çekdar nagire ser xwe û, civaka navneteweyî jî nikare dewletekê li hemberî reftarên wan komên çekdar berpirsiyar bike.
Ev rewşa aloz a van komên çekdar ku ji wan re tê gotin «der-yasayî» ku li cografyaya Rojhilata Navîn çêkirine, bûye sedem ku êdî neyê karîn di nav vê cografyayê de yasayên navneteweyî kar pê bên kirin. Dema ku yasa navneteweyî disekine û êdî nayê karîn ji bo çareserkirina şer û pirsgirêkan pena jê re were birin, lewma wek ku me di heyama 10 salên borî de dîtiye, civaka navneteweyî neçar bûye bi rêyên serbazî û rasterast rûbirûyî wan mîlîsên çekdar û aktorên ne-dewletî bibe. Lê belê van rêçareyên serbazî ne tenê nebûn sedemek ji bo ku şer û pirsgirêk bi dawî bibin û aştî û aramî li herêmê çêbibe, berevajî, bûn sedem ku şer û pirsgirêk bi astekê berfireh bibin, ku ne tenê aştî û asayişa vê herêmê, belkî aştî û asayişa cîhanê jî xistine metirsiyê. Wek çawa sala borî, mûşekên balîstîk ên mîlîsên Hûsiyan rêrewa Deryaya Sor bi awayekî xistin metirsiyê, ku bazirganiya cîhanî rawestand û, gelek bi zelalî ji cîhanê re îspat kir ku, di nav vê cografyaya niha ya Rojhilata Navîn de aştî û aramî ji nû ve çênabe û, ji bilî penabirina li ji nû ve darakirina cografyayeke nû û ji nû ve danîna sînoran li gorî daxwaz û vîna neteweyan, li pêşiya cîhanê rêyeke din nîne.
3
Herêma Kurdistanê û Iraq di Sîstema Nû ya Rojhilata Navîn de
Piştî derketina biryara 688 a Encûmena Asayişa Navneteweyî di sala 1991ê de ji bo diyarkirina herêma qedexeya firînê li ser xeta 36an li Iraqê, Herêma Kurdistanê weke de-fakto heyîneke ne-dewletî bû, lê hewl da ku hilbijartinan pêk bîne û di ronahiya encamên sindoqên dengdanê de meşrûiyeta yasayî ji bo heyîna xwe çêbike û parleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrîne. Di vê çarçoveyê de, civaka navneteweyî wek ezmûneke nû ya xwerêvebirinê ji bo Iraqa piştî rûxandina rejîma Sedam Husên pê re danûstandin kiriye. Herwiha Neteweyên Yekbûyî jî piştî derketina biryara 986an ji bo firotina beşek ji nefta Iraqê ji bo dabînkirina xwarinê ji bo welatiyan, %13 ji dahata nefta Iraqê, ji bo pêdiviyên Herêma Kurdistanê terxan kiribû. Zêdetirî vê bi rêya Wezareta Alîkariyên Mirovî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî danûstandin bi Herêma Kurdistanê re dikir.
Serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê her piştî vekişîna sazî û dezgehên hikûmeta Baasê ji Kurdistanê, pêwendiyeke xurt û zexm bi Hevpeymaniya Navneteweyî bi serkirdatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hebû û beşeke serekî û bi bandor bû di kongreya opozîsyona Iraqî de ku ji aliyê Amerîkayê ve dihat piştgirîkirin. Ji ber vê yekê piştî damezrandina Parlemana Kurdistanê di sala 1992yan de, Parlemana Kurdistanê di Cotmeha 1992yan de biryar da, ku ev heyîna nû ya Kurdistanê herêmek e di çarçoveya dewleta federal a piştî rûxandina rejîma Sedam Husên de û li ser vê bingehê jî danûstandin bi aliyên opozîsyona Iraqî re dest pê kir û di kongreya yekem a opozîsyona Iraqî de, biryara Parlemana Kurdistanê hat pejirandin, bi wê yekê ku di Iraqa piştî Sedam Husên de, Kurdistan dibe herêmek di çarçoveya dewleta federal a Iraqê de. Ev mijar 10 salan di kongreyên opozîsyona Iraqî de bi berdewamî gotûbêj li ser hate kirin, heta sala 2002yan ku êdî rûxandina rejîma Sedam Husên nêzîk bûbû û di encamê de tevahiya aliyên opozîsyona Iraqî «ku wê demê ti bingeheke wan di nav Iraqê de nebû» di kongreyên «London, Parîs, Hewlêr» de razî bûn li ser wê yekê ku Iraqa piştî rejîma Baasê li ser bingeha destûrekê were nivîsandin ku bibe nexşerêyek ji bo ji nû ve avakirina Iraqê weke dewleteke federal û her ew destûr jî dê îtîrafê bi Herêma Kurdistanê û tevahiya wan yasa û biryarên ku di navbera salên 1992-2005an de ji aliyê Parlemana Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin û pejirandin, bike.
Lewma, ev dîrok vê yekê ji me re dibêje, Herêma Kurdistanê berî ku bi awayekî yasayî û destûrî «de-jure» bibe herêmeke federal di çarçoveya Iraqê de, ew weke emrê waqî «de-facto» herêmeke federal bûye û ji aliyê civaka navneteweyî bi giştî û Neteweyên Yekbûyî ve danûstandin pê re hatiye kirin. Ev jî tam tê wê wateyê ku berî ku proseya ji nû ve avakirina «Iraqa Nû» piştî sala 2003yan dest pê bike û di 2005an de destûra wê were pejirandin, Herêma Kurdistanê hebûye û, Kurdistan wek herêmeke federal bi hemû biryar û yasayên xwe ve destûra Iraqê îtîraf pê kiriye û, bûye beşek ji wê dewletê ku biryar bû weke dewleteke «federal, parlemanî, demokratîk, piralî» ji nû ve were avakirin. Lê belê zêdetirî 20 sal di ser wê destûrê re derbas dibe, hêj jî tevahiya hikûmetên cuda yên Iraqê her ji sala 2005an heta niha gaveke cidî ji bo avakirina peykera sîstema federalîzmê li Iraqê neavêtine.
Tevî hemû astengî û pirsgirêkên ku ji bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Erebên Şîe yên Iraqê ve tên çêkirin, lê Herêma Kurdistanê sûre li ser wê yekê ku li ser mafên xwe yên destûrî tawîzan nake, lê mixabin rêz li van mafên destûrî di heyama du deh salên borî de ji aliyê Bexdayê ve nehatiye girtin.
Di heyama bîst salên borî de bi berdewamî hikûmeta Herêma Kurdistanê, di danûstandinên nav proseya siyasî ya Iraqê de ji bo pêkanîna kabîneyên cuda yên hikûmeta Iraqê, li ser bingeha wan mafên destûrî yên ku di destûrê de ji bo Herêma Kurdistanê hatine çespandin, beşdarî proseya pêkanîna hikûmetê kiriye û di proseya siyasî de beşdar bûye. Lê belê her dewreyeke parlemanê bi hincetên cuda, yan jî ji ber rewşa aloz û nearam a siyasî ya Iraqê, cîbicîkirina van mafan ji dewreyeke parlemanê bo dewreyeke din hatiye paşxistin.
Sedema serekî ya xwe-dizîna ji cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di pileya yekem de xwe-dizîna ji ji nû ve avakirina Iraqê ye li ser bingeha sîstemeke federal. Lê ji ber ku Herêma Kurdistanê weke emrê waqî di destûra 2005an de îtîraf pê hatiye kirin, nikarin bi eşkereyî hebûna Herêma Kurdistanê red bikin, belkî hinceta wê yekê digirin ku desthilatên vê herêmê ji desthilatên herêmeke federal zêdetir in. Ev di demekê de ye ku ew ji wê yekê bê agah in ku desthilata herêmên federal ji herêmekê heta herêmeke din diguhere û li gorî wê rêkeftina ku herêm bi dewleta federal re li ser li hev dike, desthilat tên diyarkirin. Ji bo nimûne, Herêma Quebec li Kanadayê li gorî herêmeke federal li Almanyayê, cudahiyeke mezin di desthilatên wan de heye. Quebec li gorî herêmeke federal a Almanyayê desthilata dewleteke serbixwe heye. Zêdetirî vê, Quebec ligel Herêma Skotlandê li Brîtanyayê, hêj desthilatên wê kêmtir in ji ber ku Skotland tenê herêmek e di çarçoveya Şahnişîna Brîtanyayê de, lê pereyê xwe yê serbixwe çap dike û li ser asta Brîtanya û cîhanê danûstandinê pê dike û ti metirsiyekê jî li ser yekparçebûna axa Şahnişîna Mezin a Brîtanyayê çênake.
Wisa dixuye ku aliyên siyasî yên Çarçoveya Hevahengiya Şîe ku niha li Bexdayê desthilatdar in, li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi wê berçavkê dinêrin ku dê bibe destpêkek ji bo cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê. Ev di demekê de ye ku diviyabû aliyên Şîe yên desthilatdar ên niha yên Bexdayê ji rejîma berê ya Iraqê ders wergirtana, ji ber ku eger di sala 1991ê de piştî raperîna mezin a gelê Kurdistanê, rejîma Baasê û Sedam Husên razî bûna ku naveroka peymana Adara sala 1970yî bi şanda Eniya Kurdistanî re wek xwe cîbicî bikin, wê demê ne ew neçar dibûn ku sazî û dezgehên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişînin, ne jî Eniya Kurdistanî biryar dida ku li Kurdistanê hilbijartin bên kirin û parleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê were damezrandin.
Ji bo ku ew dîroka reş a berê ya Iraqê di Iraqa nû de xwe dubare neke, di pêşgotina destûra Iraqê de hatiye: «Em, gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi vîna xwe ya temam, bi azadî û dilxwazî me biryara yekîtiya dilxwazî daye û em ji rabirdûya xwe ji bo paşeroja xwe dersan werdigirin, û ji nirxên bilind ên peyamên esmanî û vedîtinên nû yên zanist û şaristaniya mirovahiyê me ev destûr daniye. Pabendbûna bi vê destûrê yekîtiya azad a gel, ax û serweriya Iraqê diparêze». Lê mixabin di heyama zêdetirî 20 salên piştî rûxandina rejîmê û nivîsandin û pejirandina wê destûrê ji aliyê gelên Iraqê ve, desthilatdarên Şîe yên Iraqê rêz li wê pêşgotina destûrê negirtine ku gelê Kurdistanê bi dilxwazî bûye beşek ji Iraqa nû ku nasnameya wê Iraqa nû divê «federal, parlemanî, demokratîk, piralî» be.
Di çarçoveya wan guhertinên ku gelek bi lez li ser asta cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî derbas dibin, hêj aktorên ne-dewletî yên «komên çekdar ên Şîe» ji wê yekê fêm nekirine ku di nav sîbera mijên spî yên di dûmana reş a vî şerî de, hêdî hêdî sîbera dewleta olî û mezhebperestî ava dibe û hêdî hêdî sîmayê dewleta hevçerx a federal û piralî derdikeve holê.
Gulan
