• Sunday, 08 February 2026
logo

Fûad Hesen, Endezyarê Çandiniyê li Zaxo: Sera plastîk û piştgiriya cotkaran berhemê me yê çandiniyê ji aliyê hejmar, cûre û kalîteyê ve pêşve dibe

Fûad Hesen, Endezyarê Çandiniyê li Zaxo: Sera plastîk û piştgiriya cotkaran berhemê me yê çandiniyê ji aliyê hejmar, cûre û kalîteyê ve pêşve dibe

 

Fûad Hesen, Endezyarê Çandiniyê li Zaxo: Sera plastîk û piştgiriya cotkaran berhemê me yê çandiniyê ji aliyê hejmar, cûre û kalîteyê ve pêşve dibe

Li Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de kêmasî hene û em nikarin bêjin ku cotkarên me berhem û berên wan nînin, lê ev hebûn jî ne di asta daxwaz û vîna me de ye û gelek kêmasî û pirsgirêk di nav vê sektorê de hene. Gelek caran cotkarên me rêbazeke şaş bikar tînin, ev yek jî kiriye ku ji axeke bi xêr û bêr û dewlemend berhemeke pir baş û bi kalîteyeke bilind neyê bidestxistin. Axa Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwarinê dewlemend e, zeytûn, fisteq, sebze, bacan, xiyar, firingî, kartol û bi dehan berhemên din, lê ligel vê yekê jî, eger cotkarek kedeke bide, berhemeke wisa bidest bixe, eger li bazarê bifiroşe û bike pere, wê demê pereyekî pir kêm dikeve destê wî û nabe handêr ku sala bê bikaribe berhemê xwe zêdetir bike. Ji ber vê yekê axa me ya dewlemend û bi xêr û bêr heye, lê berhem û ber ne di asta pêwîst de ye. Ev ji bilî wê yekê ku di hin berheman de ewqas kêm e ku qet ne hêjayî behskirinê ye. Pirsgirêk ew e ku di vê dem û serdemê de, ligel hebûna bi dehan pirsgirêkên nû yên keşûhewayê û guhertinên di şêwaza çandin û ajotinê û berhemên çandiniyê de û hebûna derd û nexweşiyan û çawaniya sûdwergirtinê ji berhemê, dîsa jî cotkarên me şêwirê bi endezyarên çandiniyê nakin, her yek li gorî zanîna xwe karê cotkarî û çandiniyê dike û berhem tîne. Yasa û rênimayî û piştgirî û handan û destnîşankirina wan ax û cihên ku ji bo çandina berhemeke diyarkirî ya çandiniyê pêwîst in, hemûyan de kêmasî heye. Welatên derdora me di van waran de, bi taybetî di warê serayên plastîk de, pir pêşve çûne. Ev serayên me yên plastîk hene, lê cotkarên me bi şaşî berheman tê de diçînin, hikûmet jî li gorî pêwîstiyê van serayên plastîk ji cotkaran re peyda nake. Niha li Hewlêrê gelek serayên plastîk an jî yên şûşeyî danîne, lê li parêzgeha Dihokê ev serayên plastîk pir kêm in.

Em li Tirkiyeyê binêrin ku welatekî pêşketî ye ji bo çandiniyê, ku piştgiriya cotkarên xwe dikin û ji bo her tiştî alîkariya wan dikin, hem ji aliyê maddî û hem jî ji aliyê manewî ve. Lê li cem me ev kar kêm e, heta ji bo veberhênana çandiniyê û terxankirina erd û axê jî kêmasiyên me hene. Lewra pir zehmet e ku veberhêner bikaribe mohrleta cihekî werbigire û zehmetiyeke mezin dibîne. Pêwîst e em wek aliyên pêwendîdar karêsaniyê ji bo wan cihan û ji bo wan veberhêneran bikin, da ku bikaribin çi sebze û fêkî berhem tînin, kar li ser bikin. Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke wê hebe da ku cotkaran hand bide, ka çi cûre sebze, fêkî û berhemên çandiniyê berhem tînin, demsala xox, gêlaz û tûfrengiyan (şîlîk) û paşê bacan û sebzeyan kengî dest pê dike û hejmara wê çiqas e û çawa tê xistin bazarê û li gorî kîjan pîvanê berhem tê pîvandin, ku pêdiviyên bazarê dabîn dike, da ku rê li ber hatina navxweyî ya wê cûre berhemê bê girtin. Ji vê girîngtir, pêwîst e aliyê pêwendîdar embarên sarinc hebin û berhemê zêde yê cotkaran di wan embarên sarinc de bê danîn û kengî bazarê pêwîstî pê hebû, bê xistin bazarê. Ji vê jî girîngtir hebûna kargehên xwarinê ye, ango pîşesaziya xwarinê pir girîng e, mîna Tirkiyeyê ku hemû berhemên xwe di wan kargehan de difiroşe û bi nirx û pereyekî zêde dişîne welatên derve û çendîn sal dikarin bên bikaranîn.

Ez dixwazim fêm bikim çima şerbet, fêkî, baqil û bi dehan cûreyên din ên berheman bi qûtîkirî tên anîn Herêma Kurdistanê, lê em bi xwe van kargehan nînin? Çawa dibe ku li herêm û welatekî çandiniyê piraniya berheman ji derve bên anîn? Rast e sala borî me hin berhem şandin derveyî Herêmê û welatên Kendavê û Ewropayê, lê hejmara wan pir kêm bû. Diyar e pirsgirêkek di birêxistinkirin, lêçûn û kalîteya wan berheman de heye, ji ber vê yekê bazar li ser nemaye. Ji aliyekî din ve, di demsala gihîştina berhemê û xistina bazarê de, cotkar zerareke mezin dike. Di demsala berhemanîna xiyar de, li bazarê nirxê wê ji bo her kîloyekê 200 dînaran e. Baş e, divê çi pere ji bo cotkar piştî veguhastina wê bo elweyê (hala fêkî û sebzeyan) bimîne? Ev ji bo cotkar karesat e û handana wî ji bo berdewamiyê nîne. Ji bo ku ev yek çênebe, pêwîst e em rêbazekê bikar bînin; rêbaz ew be ku hejmareke zêde ya embarên sarinc hebin, yan kargehên pîşesaziyê û bi qûtîkirî bin, yan dîtina bazara derveyî Herêmê be. Herwiha, karûbarên bazarkirinê di nav elweyan de bên birêxistin û ji wir rewş bê kontrolkirin û yên ku bi rêya qaçax di demsala gihîştina berhemên me yên çandiniyê de, berhemên biyanî tînin, bi tundî bên cezakirin, bi taybetî ji aliyê parêzgeha Silêmaniyê ve ku rasterast hemû ev berhemên qaçax derbas dibin.

 

Gulan

Top