• Sunday, 08 February 2026
logo

Dr. Mihemed Elî Şingalî, mamoste li Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Duhokê: Guherînên keşûhewayê, kêmbûna avê û lawaziya şiyanên cotkaran ji bo çandinê, bandora wan li ser asta çandinê heye.

Dr. Mihemed Elî Şingalî, mamoste li Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Duhokê: Guherînên keşûhewayê, kêmbûna avê û lawaziya şiyanên cotkaran ji bo çandinê, bandora wan li ser asta çandinê heye.

 

Dr. Mihemed Elî Şingalî, mamoste li Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Duhokê: Guherînên keşûhewayê, kêmbûna avê û lawaziya şiyanên cotkaran ji bo çandinê, bandora wan li ser asta çandinê heye.

Kurdistan axeke bipît û bixêr û keşûhewayeke wê ya baş heye, ango em dikarin bibêjin hemû ew faktorên ku pêwîst in da ku ji bo mebesta çandinê werin bikaranîn, hene. Lê mixabin heta niha ew geşedana ku di kerta çandiniyê de heye, negehiştiye asta pêwîst. Ev jî ji ber çendîn sedeman e. Sedema serekî ya negehiştina me bi asta şiyan û şarezatiyê, vedigere ser cotkar bi xwe, ji ber ku cotkarên me di destpêkê de li Kurdistanê nikarin di wê astê de erd biçînin ku bi rêjeyekê be, ew rêjeya ku bigihîje astekê ku em bibêjin me sûdeke stratejîk jê wergirtiye.

Eger em li beriya sala 2014an binerin, ew berhemê çandiniyê yê me, gelek caran dema em diçûn bazarê û tiştek dikirî, ku bi kerta çandiniyê ve girêdayî bû, nirxê wî gelek giran bû. Ez bi xwe yek ji wan bûm ku me kîloya balîcanan bi sê hezar dînaran dikirî. Piştre, piştî 2014-2015an rewş baştir bû. Eger em lê binerin, piştî hatina awareyên devera Şingalê me geşedaneke baş di warê çandiniyê de dît. Piştî ku ew hatin, her erdek ku hişk bû, wan hemû erd kesk kirin. Pêwîst e em li vir bipirsin: Çi qewimî? Ji ber ku wî cotkarî ew ezmûn û amadekarî û bawerî hebû ku pêwîst e vî erdî ji xwe re biçîne û berhemek wî ji bo bazarê hebe, ku sûdê wî bi xwe û civaka Kurdî jî tê de be. Li vir xaleke girîng, wek me amaje pê da, ew e ku divê cotkar, cotkarekî têgihiştî be û di warê çandiniyê de rewşenbîrî û hişyariyeke wî ya zêde hebe. Li gel vê yekê, xaleke din a girîng ew e ku piştevanîyeke baş ji bo vê kertê bê kirin. Bo nimûne, dema berhemê cotkarê me tê berhemanîn, yan piştî vê berhemanînê kar û pêvajoyeke nû dest pê dike, ew jî ew e ku anîna berhemên biyanî ji derve û bi taybetî ji welatên cîran bê rawestandin, herî kêm heta radeyekê em wan kêm bikin, da ku berhemê cotkarê me bazareke wî ya baş hebe, da ku ew westana ku wî cotkarî li ser vî erdî kişandiye, berhemek jê bibîne û bibîne ku tiştek bi dest xistiye û bibe handanek ji bo vî cotkarî ku zêdetir girîngiyê bide karê xwe yê çandiniyê û zêdetir li ser çandina erd berdewam be. Ev xaleke girîng e. Xaleke din ew e ku em bi jîngeha Iraqê ve girêdayî ne. Her çend heta radeyekê jîngeh û keşûhewa me ji ya Iraqê baştir e, lê di van demên dawî de ev guherînên keşûhewayê bûne sedema çêbûna çolbûnê (biyabanbûn). Dema em dibêjin çolbûn, ew ji çolê (biyaban) cuda ye. Hebûna çolê tiştekî xwezayî ye, lê çolbûn ji ber hin faktorên bibandor e ku guherînên keşûhewayê wan çêdikin. Niha em ziwabûnê (hişkesaliyê) dibînin. Berê me girîngî dida wê yekê ku salane berf û baran heta meheke dereng diman. Niha îsal, wek em dibînin, baran nîne, yan kêm e. Ango guherînên keşûhewayê bandoreke mezin kiriye û bi taybetî kêmbûna asta avê, çi ew ji guherînên xwezayî hatibe, çi ji bandora faktorên mirovî û dewletî çêbûbe. Lewra gelek caran sedema guherînên keşûhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên derdorê wek Tirkiye û Îranê ve girêdayî ye. Ango eger em binerin Projeya GAPê ya ku Tirkiye bi rê ve dibe, niha 22 bendavên mezin ava kirine û bi milyaran metrekab av kom kirine. Ev hemû bandor li ser kerta çandiniya me û hemû jiyana xelkê Kurdistanê kiriye, ne tenê kerta çandiniyê, belkî di gelek warên din de jî. Ya herî metirsîdartir guherîna keşûhewa û jîngeha Kurdistanê bi taybetî di serweta wê ya avê de ye. Xwe eger em binerin, ne tenê Tirkiye, li Îranê jî rêrêyên wan çeman guhertine û careke din ji bo Îranê vedigerin. Bêguman ev vegerandina avê bi wateya wê yekê ye ku ziwabûn li cem me çêdibe. Ev yek dike ku zehmet be ev cotkar berdewamiyê bide çandina erdê xwe. Eger em bi hûrgilî û bi şîroveyî bikevin nav vê mijarê, gelek sedemên din jî hene, lê ev yên serekî ne û bi av û keşûhewa û bandora rewşenbîriya cotkar, şiyanên cotkar ji bo çandinê ve girêdayî ne.

Xwe eger em behsa veberhênanê di çandiniyê de bikin, ku em di asteke bilind û berz de veberhênanê li ser rûbereke mezin a erd bikin, wê demê ev veberhênan û çandinî gelek kêm e. Tenê tiştek ku ez pê kêfxweş im û cihê destxweşiyê ye, ew e ku niha projeyek li devera Berdereşê ji bo çandina kartolan (petatan) heye, bi hevkarî ligel rêxistineke Holendî û mamosteyekî jîr ê Koleja Çandiniyê jî ji aliyê zanistî ve ligel wan beşdar e, ew jî Doktor Rufaîl e. Em destxweşiyê lê dikin û destxweşiyê li Koleja Çandiniyê jî dikin, ku ti carî dev jê bernedaye û her tim hevkar bûye ligel hemû rêxistinan û hemû rêyan da ku veberhênan û geşedana kerta çandiniyê û çandin baştir bibe. Bêguman pêwîst e hin faktorên vê veberhênanê hebin. Yek ji wan faktoran mijara xerckirin û firotina wî berhemî ye, çi li navxwe be, çi li deverên din ên Iraqê û derve be. Dîtina bazarê xala serekî ya berdewamî û pêşxistina projeyên veberhênanê di warê çandin û çandiniyê de ye, ango pêwîst e bazarek ji bo wî berhemî hebe, da ku bê firotin. Çi şandina derve be, çi firotina wî li navxwe be, eger ji pêdiviya navxwe zêdetir bû, lewma pêwîst e rêyek hebe ji bo ku bişînin derve. Lê mixabin hikûmeta Iraqê bi behaneyên curbicur ên ne li cih gelek asteng û berbestan li pêşiya şandina berûbûm û berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê datîne. Bi rastî ev cihê nîgeranî û pirseke gelek mezin e li ser asteng û berbestên hikûmeta Iraqê ya federal û saziyên wê, ku ne tenê palpişt û handerên geşbûna kerta çandiniya Herêma Kurdistanê nînin, ew herêma ku li gorî destûr û yasayê beşek ji Iraqê ye û cotkarê wê rast e welatiyê Kurdistanê ye, lê di dawiyê de welatiyekî Iraqî ye û divê hikûmeta federal ne tenê ji bo rakirina van asteng û berbestan kar bike, belkî hevkarî û palpiştiyê jî bike. Pêwîst e ev asteng nemînin, da ku cotkarên me bikaribin berhemên xwe bibin bazarê û baştir bikin.

Xwe eger em behsa handan û palpiştiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina kerta çandiniyê û handana cotkaran bikin, wê demê xaleke din a girîng mijara sarkeran (sarincan) e ku girîng e hebin. Her çend ez wisa bawer dikim ku sarker heta radeyekê dikarin rola xwe bibînin û nikarin van sarkeran ji bo hemû dever û navçeyên Kurdistanê dabîn bikin. Bi xwe di rastiyê de hebûna sarkeran ji bo demeke diyarkirî girîng e heta ku ew qas û kêmî û qebareya berhemê cotkar ku heye, berhemê wî bê firotin û firotina wî jî li ser çend meh û werzên salê bê dabeşkirin. Ev sarker bêguman rola xwe heye da ku bi awayekî sîstematîk û bi şêwazekî rast û dirust berhem xira nebe. Ji ber ku em dizanin bandora faktora germa havînê heye û zivistan jî bandora xwe heye. Derbarê veberhênanê de, ku welatên pêşketî bi rêya sazî û kargeh û projeyên çandiniyê yên mezin kertê xwe pêş xistine, ez li vir mînakekê li ser veberhênanekê li welatê Misrê tînim. Dema em çûn welatê Misrê di sala 2012an de, wê demê projeyek di navbera zanîngeheke li Hawaiiyê li Amerîkayê û Zanîngeha Duhokê de hebû. Dema em çûn Misrê me tiştekî xweş dît. Wê demê girîngiyeke gelek mezin dihate dayîn avê, ji ber ku li Misrê rêjeya baranê gelek kêm e, heta radeya nebûnê. Li wî welatî zêdetir pişta xwe bi Çemê Nîlê girê didin. Li vir ji me re xuya dibe ku girîngîdana avê di kerta çandiniyê de gelek girîng e. Li wir projeyek hebû, jê re digotin Projeya Toşkayê. Projeya Toşkayê hin xalên girîng di veberhênanê de hebûn. Proje ji aliyê Welîd kurê Telal ve dihate birêvebirin û şiyana aborî û darayî jê re dabîn kiribû, û bi şêweyekî dirust jî dihate birêvebirin. Cotkarê Misrî, pere û hêza kar, wek dibêjin, erzan bû. Germa welatê Misrê wisa dikir ku ew berhem zûtir ji berhemê Ewropayê çêbibe, nêzîkî meh û nîvekê heta du mehan. Ew berhem dema dihat, hemû bi firokeyan dişandin Ewropayê. Li wir bi çend qatan ji nirxê xwe û hemû jî bi pereyê biqîmet difirot. Ev rêyên veberhênanê ne. Em nabêjin em gehiştine wê astê ku wek wan bin, lê heta radeyekê em dikarin veberhênanên zêde û curbicur bikin, her ji warê veberhênanê ji bo berhemanîna bacanê sor (temate) û xiyaran, bi heman şêweyê projeya kartolan. Ez hêvîdar im ku cotkar zêdetir girîngî pê bê dayîn û zêdetir hewl bê dayîn ku erdê xwe biçîne û bi erdê xwe ve girêdayî be. Bi rastî ez destxweşiyê li wan cotkaran dikim ku ji devera Şingalê hatine vir û erdê xwe kesk kirine. Baweriya wan bi karê çandiniyê heye, ji bo sûdê xwe û welatê xwe û bidestxistina qezencekê ku mal û zarok û malbata xwe pê birêve bibin, bi vê dahata ku ji firotina berûbûmên wan dikeve destê wan. Ango ew bi baweriyeke tam bi erd ve girêdayî ne, ezmûn û şarezatiya wan jî heye. Ji ber vê yekê cotkarek ku bi erdê xwe ve girêdayî be û ji bo xwe kar bike, di vî warî de dahênanê dike û sal bi sal karê çandiniyê berfirehtir û curbicurtir dike û ji aliyê qalîte û cûreyê berhemê xwe ve jî ber bi pêş ve diçe.

 

Gulan

Top