Jutyar Xalid Qadir Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniya Silêmaniyê: Çêkirina sarincan di rêza pêşîn a karên Wezareta Çandiniyê de ye.
Jutyar Xalid Qadir Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniya Silêmaniyê: Çêkirina sarincan di rêza pêşîn a karên Wezareta Çandiniyê de ye.
Herêma Kurdistanê bi giştî beşek e ku girêdayî karê çandiniyê ye û ji mêj ve gelek kes ji welatiyên vê herêmê bi karê çandiniyê mijûl in û dîrokeke wan a kevnar heye. Sedema vê jî ew e ku Herêma Kurdistanê hem ji aliyê axa xwe ve, hem ji aliyê av û hewaya xwe ve û hem jî ji aliyê wan pêdiviyên ku ji bo kerta çandiniyê guncaw in, wisa kiriye ku çandinî li Herêma Kurdistanê cihê xwe bigire û karîbe li gorî pêwîstiyê hem berhemên me yên çandiniyê hebin û hem jî bikaribe derfetên kar biafirîne. Ji ber ku, wekî me got, axeke me ya bi bereket heye ku ez dikarim bibêjim li piraniya welatan ev cure axa bi bereket nîne, herwiha aveke me ya xweş heye. Xweşbextane jî, heta van salên dawî me kariye berhemên çandiniyê bigihînin astekê ku hem ji aliyê tenduristiya berhemê ve û hem jî ji aliyê kalîteya wê ve di asteke gelek baş de be.
Ji bo veberhênanê di kerta çandiniyê de yasaya me ya veberhênanê heye, ku taybet e bi veberhênana navxweyî. Lê hewleke mezin hatiye dayîn ku tenê yasayek hebe, ku yasa taybet be bi kerta çandiniyê ve û rênîşan jê re derkevin. Heta niha me nekariye wî karî bikin, lê di guftûgoyan de ye û herwiha di wê de ye ku yasayeke wisa ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve kar li ser hatiye kirin, da ku bikaribe derkeve. Da ku em bi piştevaniya yasaya veberhênanê di kerta çandiniyê de bikaribin herî zêde asankariyê bikin ji bo wan welatiyên ku dixwazin sermayeyên xwe di kerta çandiniyê de veberhênan bikin. Piştre bi rêya wan veberhênanên çandiniyê em bikaribin ewlehiya xwarinê dabîn bikin, berhemên çandiniyê berfirehtir bikin û projeyên me berfirehtir bibin û biçin derveyî welat. Hemû ew ked û westandina ku Wezareta Çandiniyê bi giştî heye, ji bo wê yekê ye ku berhemên me yên çandiniyê zêde bibin û piştre em hinardeyî derveyî welat bikin. Ligel zêdebûna berhemên çandiniyê û zêdetir ji pêdiviya navxweyî, tenê du rêyên me hene da ku berhemên navxweyî telef nebin: ew jî em hinardeyî derve bikin, yan jî em bikaribin di nav sarincan de wan biparêzin û di dema pêwîstiyê de, yan jî di dema kêmbûna berhemê de em bikaribin careke din bi kar bînin.
Niha ji bo çêkirina sarincan, hemû rêveber û rêveberên giştî yên sînorê parêzgehên Herêmê daxwazname pêşkêşî Wezareta Çandiniyê kirine, bi wê armancê ku rênîşanekê derbixin ji bo çêkirina sarincan ji bo berhemên çandiniyê û ji bo wan berhemên ku zêde ne. Herwiha birayên cotkar, bi taybetî ewên ku berhemeke wan a pir zêde heye, bikaribin wan di sarincan de embar bikin û di dema pêwîst de bi kar bînin.
Gulan
