• Sunday, 08 February 2026
logo

Ehmed Cemîl Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê: Encamdana projeyên mezin ên çandiniyê bi hevbeşiya sektora giştî û taybet baştirîn rê ye ji bo pêşxistina sektora taybet û pêşvebirina sektora çandiniyê

Ehmed Cemîl Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê: Encamdana projeyên mezin ên çandiniyê bi hevbeşiya sektora giştî û taybet baştirîn rê ye ji bo pêşxistina sektora taybet û pêşvebirina sektora çandiniyê

 

Ehmed Cemîl Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê: Encamdana projeyên mezin ên çandiniyê bi hevbeşiya sektora giştî û taybet baştirîn rê ye ji bo pêşxistina sektora taybet û pêşvebirina sektora çandiniyê

Ehmed Cemîl, Rêveberê Giştî yê Çandiniyê ye li Parêzgeha Dihokê û yek ji wan endazyarên çandiniyê ye ku li ser asta zanistî û praktîkî, bi salan e di warê çandiniyê de kar dike. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Sektora Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), li ser paşxana ezmûna xwe ya berhevkirî û zanistî û praktîkî, bi vî rengî dîtin, nêrîn, pêşniyar û rasparên xwe pêşkêş kirin.

Civîna van hemû pispor û berpirsan ji bo gotûbêjkirina li ser vê pirsa girîng «Bername û Plan ji bo Pêşxistina Sektora Çandiniyê» cihê kêfxweşiyê ye û ez destxweşiyê li Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim, ku zemîne ji bo vê gotûbêja girîng amade kiriye.

Derbarê pêwîstiya hebûna têkiliyeke xurt di navbera dezgehên Wezareta Çandiniyê û kolejên çandiniyê de, ez demeke dirêj e Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê me û têkiliyeke me ya gelek baş bi Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Dihokê re heye. Ev kolej her nameyeke masterê yan doktorayê ku mohletê bide, pêşiyê bi nivîseke fermî ji me re dişîne da ku em raya xwe li ser bidin, wê demê dest bi lêkolînê dikin. Ji ber vê yekê, ez dikarim bêjim ku memorandumeke têgihiştinê di navbera Rêveberiya Çandiniyê û Encûmena Koleja Çandiniyê de heye. Gelek caran Encûmena Koleja Çandiniyê min vedixwîne û em beşdarî civînên wan dibin, ku ev yek gelek girîng e.

Pirsên taybet bi sektora çandiniyê, pirseke aloz e, bi wê wateyê ku divê tu ji bo her planeke çandiniyê jêrxaneyekê jê re ava bikî, ku ew jî bi «ax û avê» ve girêdayî ye. Ji vê zêdetir, dema em behsa sektora çandiniyê dikin, hemû çav li ser Wezareta Çandiniyê ne. Ji bo vê jî, Wezareta Çandiniyê her tim du cor planên wê hene; yek plana salane ye û ya din plana demdirêj e. Di plana salane de, em rûpîvanê dikin ka em ê çawa cografyaya çandina berhemên çandiniyê ji bo bazarê diyar bikin. Plana demdirêj jî ji bo maweya 5-10 salan kar li ser tê kirin, da ku nexşeyek hebe ku em ê ji bo 10 salên pêşerojê çawa gavan bavêjin.

Di dabeşkirina cografyaya çandina berhemên çandiniyê de pirsgirêka me heye, û pirsgirêk ew e ku berhem li gorî pêdiviyên bazarê nayên çandin. Wek mînak, niha li sînorê Parêzgeha Dihokê asta berhema xiyaran gihiştiye 105 hezar tonan. Baş e, eger beşek ji vî berhemê zêde neyê şandin ji bo parêzgehên din ên Iraqê, gelo nirxê kîloyek xiyar danakeve pêncî dînaran? Me her tim hewl daye ku bazarên parêzgehên din ên Iraqê ji bo berhemên me vekirî bin, lê dema ku Iraq rê nade berhemên me bigihîjin bazarên parêzgehên din ên Iraqê, cotkar neçar dibe berhemê xwe birjîne ser cadeyan.

Di maweya 4-5 salên borî de, sektora çandiniyê li Parêzgeha Dihokê pêşketineke gelek baş bi xwe dîtiye. Ev pêşketin encama girêdana sêgoşeyekê ye ku ev in: «sektora taybet, zanist ango zanîngeh û navendên lêkolînê, û piştevaniya hikûmetê». Girîng e ku ji bo sektora taybet asankarî bê kirin û bê handan da ku sermayeya xwe di projeyên çandiniyê de bixe kar. Di heman demê de, divê zanîngeh û navendên lêkolînê jî rênimayiyan bidin û hikûmet jî bi rêya yasa û rênimayiyan serperiştiyê bike û projeyê jî biparêze. Parastina projeyên çandiniyê gelek girîng e. Wek mînak, niha li qezaya Sêmêlê li sînorê Parêzgeha Dihokê kargeheke me ya ava bacanan (yan ava temateyan) heye. Eger em hewl nedin berhema vê kargehê wek berhemeke xwemalî biparêzin û sînor vekirî bin û bi kêfa xwe ava bacanan (dohşav) hawirde bikin, wê demê piştî salek an du salan em ê neçar bibin wê kargehê bigirin. Gelek eşkere ye ku welatên cîran ên Herêma Kurdistanê şerê aborî bi me re dikin; amade ne ku berhemên xwe bi erzanî bişînin Kurdistanê da ku em giringiyê nedin sektora çandiniyê û pîşesaziya xwarinê ya xwe. Bala xwe bidinê, em salane çiqas pereyê mezin didin ji bo berhemên dexlûdanê yên hişk. Ez bawer im zêdetirî milyarek dolar e. Pirs li vir ew e, çima ew kompanî nayên li Kurdistanê kargehên xwe ava nakin? Bêguman ji bo wê yekê ye ku em di vî warî de her li paş bimînin û qet pêş nekevin.

Vê dawiyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parêzgeha Dihokê kevirê bingehîn ji bo pîşesaziya xwarinê li ser rûberê 1300 donim erd danî. Ev kargehên ku ji bo pîşesaziya xwarinê li ser wî rûberî tên damezrandin, hemû bi rêya sektora taybet tên avakirin. Dema sektora taybet têkeve nav projeyê, proje jî serkeftî dibe. Çima? Ji ber ku sektora taybet, ji bo ku qezenca xwe misoger bike, neçar e li pey zanist û teknolojiyên nû bigere, da ku berhemê xwe zêde bike û lêçûna berhemanînê kêm bike.

Xaleke din a girîng ji bo serxistina pêşxistina çandiniyê, bazardîtin û peydakirina bazarê ye ji bo berhemên çandiniyê. Baş e, eger bazar ji bo berhemên çandiniyê wek pêwîst nebe, cotkar piştî ewqas westanê zerarê dike, ango sala bê paşve diçe û dev ji berhemanînê ber dide. Niha li ser asta Parêzgeha Dihokê, ji berhemanîna genim bigire heta hemû berhemên zeviyan, em ji pêdiviya xwe zêdetir berhem tînin, ji bilî wan berhemên çandiniyê yên ku bi keşûhewaya Dihokê re naguncin. Ji ber vê yekê, niha li Dihokê pirsgirêka me ya berhemanînê nîne, lê belê ji bo firotina (saxkirina) berhemên xwe yên çandiniyê pirsgirêka me ya bazarê heye.

Her li ser pirsa bazarkirinê, bi rastî heta niha li cem cotkarên me hişyariya pakêtkirinê (ambalajkirinê) nîne. Baş e, gelo dibe sindoqeke sêvan beşa jorîn hemû baş be û ya jêrîn sêvên xirab bin? Bi rastî ev yek baweriya kiriyar kêm dike. Niha em mijûl in bi kompaniya ITC ji bo pakêtkirinê (ITC Packaging) re, em ê kompaniyekê ji bo pakêtkirina berhemên çandiniyê damezrînin. Di wê kompaniyê de, em ê hemû berheman li gorî pîvana wan ji hev cuda bikin û bi pakêteke (ambalajeke) modern bixin bazarê û em ê vê yekê bikin mînakek ji bo cotkarên Parêzgeha Dihokê, da ku fêr bibin çawa berhemên xwe yên çandiniyê pakêt bikin. Herwiha, da ku fêr bibin ku nabe bi şêweyekî bêserûber xiyaran têxin nav naylonekê yan bacanan (temateyan) têxin nav sindoqekê. Divê hemû ji hev bên cudakirin û rêkûpêk kirin da ku kiriyar ew bawerî hebe ku tiştê dikire, dê sûdê ji hemûyê werbigire.

Encumdana projeyên mezin bi hevbeşiya di navbera sektora giştî û taybet de (Private Public Partnership - PPP), ev sîstemeke gelek girîng e ku li Kurdistanê bê pêkanîn. Bi qasî ku ez agahdar im, ji aliyê Wezareta Plansaziyê ve rênimayî jê re derketiye û baştirîn rê ye ji bo pêşxistina sektora taybet. Wek mînak, niha Parêzgeha Dihokê %53 ji ava tevahiya Kurdistanê heye, lê heta niha me nekariye vê avê wek pêwîst birêve bibin. Ma maqûl e ku sê çemên me hebin, bendaveke mezin û gelek pondên (golên çêkirî) me hebin, lê em herin bi ava binê erdê zeviyên xwe av bidin?
Me li Dihokê rapirsiyek kir derbarê wê yekê ku eger kompaniyek avê bigihîne zeviyan, gelo ew ê piştgiriyê bikin? Hemû cotkar razî bûn ku salane pereyê wê ava ku ji wê projeyê werdigirin bidin. Ev jî tê wê wateyê ku ji cotkaran re bi sîstemeke nû û bi teknolojiya pêşketî av dê bigihîje ser zeviyên wan, û kompaniyên taybet hene ku vî karî bi hêsanî dikin.

Derbarê rêvebirina axê de, ev pirs pirseke bi tevahî zanistî ye û me ew paşguh xistiye (îhmal kiriye). Ji ber vê yekê, eger em nizanibin axê bi şêweyekî durist û zanistî birêve bibin, wê demê piştî çend salan xêr û bereketa vê axê namîne û berhem nade. Lewma divê em mikur bên (qebûl bikin) ku rêvebirina axê bi vî şêweyê ku em niha dikin şaş e. Ew peyîn û nîtratên ku em bikar tînin, axê qirêj dikin û piştre ew ax ji bo çandiniyê kêr nayê.
Projeyeke min a lêkolînê hebû ku Parêzgeha Dihokê û Serokatiya Encûmena Wezîran jî razîbûna xwe li ser dabûn. Di vê lêkolînê de, em ê rûpîvana 134 milyon donim erdê sînorê Parêzgeha Dihokê bikin. Di vê rûpîvanê de analîza ax, av û keşûhewayê heye. Tevahiya deverê dabeş dike da ku bê zanîn her herêmek di nav vê rûpîvanê de çi cor çandinî tê de bê kirin, çi cor peyîn tê de bê bikaranîn, da ku bê zanîn em çi diçînin û çi berhev dikin. Niha cîhan gavan ber bi berhemên organîk û saxlem ve davêje. Sibe eger ew taybetmendî di nav berhemên me de nebin, ti welatek amade nabe berhemên me bikire.

 

Gulan

Top