Azad Dîbegeyî, endezyar û rojnamevanê warê çandiniyê: Niha gelek kompaniyên çandiniyê dermanên kîmyewî yên qirker û zibilên kîmyewî yên dema wan borî (ekspayer) difiroşin cotkaran ku axê jehrî dikin.
Azad Dîbegeyî, endezyar û rojnamevanê warê çandiniyê: Niha gelek kompaniyên çandiniyê dermanên kîmyewî yên qirker û zibilên kîmyewî yên dema wan borî (ekspayer) difiroşin cotkaran ku axê jehrî dikin.
Azad Dîbegeyî, endezyarê çandiniyê ye û derçûyê Koleja Çandinî û Daristanan a Zanîngeha Mûsilê ye. Piştî Raperînê, ew yek ji wan endezyaran e ku wek rojnamevanekî kêmpeyda yê warê çandiniyê zêdetirî 30 salan e xizmeta sektora çandiniyê û hişyarkirina xelkê kiriye û girîngiyeke taybet daye sektora çandiniyê. Herwiha, hewl daye ku handerê projeyên çandiniyê be, bi rêya amadekirina raporên rojnamevanî di her sê warên medyayê de "dîtbarî, bihîstbarî û nivîskî". Di çendîn kanalên televîzyonê de jî amadekar û pêşkêşkarê bernameyên çandiniyê bûye. Wek medyaya nivîskî jî, niha çavdêriya rûpela çandiniyê di rojnameya Xebat de dike. Di guftûgoya vê carê ya "Bazneya Guftûgoyê" de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Sektora Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), li ser bingeha ezmûna xwe ya berhevkirî wek endezyarekî bi ezmûn di dirêjahiya çar dehsalên borî de, gelek bi eşkereyî pirsgirêk û astengiyên sektora çandiniyê destnîşan kirin û bi vî rengî nêrîn, pêşniyar û raspartiyên xwe pêşkêş kirin.
Ji mêj ve, pîşeya çandiniyê pîşeyeke pîroz û çavkaniyeke girîng a dabînkirina debara jiyana rêjeyeke mezin a akinciyên Kurdistanê bûye. Pêvajoya hilberîna xwarinê bi rêya çandiniyê gelek qonax derbas kirine. Niha bi awayekî pir baş sûd ji hêmanên hilberîna çandiniyê yên wekî av, ax, sermaye, keda kar û pisporiyê tê wergirtin. Lê tevî vê yekê jî, pêwîst e plansazî bê kirin, hilberîn ji nû ve bê birêxistinkirin û armanc berfirehtir û zelaltir bibin.
Ji bo ku sektora çandiniyê bibe çavkaniyeke dahatê li kêleka pîşesazî, bazirganî û geştyariyê, û rolê xwe di qebareya dahata berdest a Herêma Kurdistanê de bilîze, divê aliyên bihêz û lawaz ên vê sektora aborî ya girîng gelek bi dilsozî û pîşeyane bên destnîşankirin, û armancên dûr û nêz bên dariştin û plan ji bo wan bên danîn. Divê em hemû bizanibin gelo armanca me dabînkirina xurek û kelûpelên pîşesaziya çandiniyê yên navxweyî ye, yan mebesta me ew e ku em çavkaniya dahata hilberînerên çandiniyê mezintir û berfirehtir bikin, bi zêdekirina berhemê ji bo hinardekirina bo derveyî Herêma Kurdistanê.
Gelo bazara berhemên çandiniyê tenê navxweya Herêmê ye, yan beşên din ên Iraqê û derveyî sînorên Iraqê ye? Ew bazarên ku em dikin armanc, taybetmendiyên wan çi ne, qebareya wan çiqas e û çi kalîteyek pêwîst e?
Li vir ez ê çend xalan pêşkêş bikim ku li gorî nêrîna min pêwîst e girîngî bi wan bê dayin û bi cidî bên wergirtin, ji bo parastin û pêşvebirina berhemên çandiniyê li Herêma Kurdistanê:
Yekem: Komkirina daneyên (data) rast û realîst.
Hebûna daneyeke rastîn ku ne ji bo razîkirina berpirsan û ragihandkaran be, ji bo dariştina planên kurt û dirêjmawe yên pêşxistina sektora çandiniyê pir girîng e. Pêwîst e miqdara berhemê ji her corekî bê zanîn û ligel pêdiviyên navxweyî bê berawirdkirin, da ku plan ji bo dagirtina valahiyan bi rêya îtxalatê bê danîn, eger berhem ji pêdiviya navxweyî kêmtir be, yan jî eger berhem ji pêdiviya navxweyî zêdetir be, li hinardekirinê bê fikirîn.
Zanîna qebareya hilberînê di werzên salê de dê bibe xaleke bihêz ji bo dariştina planan, ji ber ku komkirina daneyan di dawiya salê de, ji ber cudahiya hilberînê di hin werzan de, dibe ku zelaliyek rast nede me.
Duyem: Bihêzkirina beşên parastina riwekan.
Pêwîst e girîngiyeke mezin bi hilberîna berhemeke çandiniyê ya saxlem bê dayin û di pêşîniyên karê hikûmetê de be, bi rêya aliyên pêwendîdar bi hilberînê ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ye.
Metirsiyeke mezin heye di pêvajoya hilberînê de ji ber bikaranîna miqdarekî zêde yê dermanên qirker, zibilên kîmyewî, hormonên geşê û tovên genetîk guhertî (GMO).
Niha li Kurdistanê bi dehan kompaniyên mezin ên çandiniyê hene, ku bi rêya nivîsgehên çandiniyê û nûnerên xwe, yan rasterast bi rêya nûnerên xwe yên gerok, dermanên kîmyewî yên qirker, zibilên kîmyewî û kelûpelên hilberîna çandiniyê difiroşin cotkaran û hilberîneran. Bi bêagahiya cotkaran, gelek dermanên qirker li ser zeviyên wan tên ceribandin. Bandora van dermanên qirker, beşek jê ji ber ne cîbicîkirina dema ewlehiyê (fetret el-eman) li ser berhema hilberandî dimîne û beşek din jî li ser axê dimîne û axê jehrî dike, ku bandora wê piştî çend salan derdikeve holê. Tewra ji bo hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêmê jî, pêwîstiya me bi berhemeke saxlem heye ku li gorî standardên welatên îtxalkar be, bi taybetî di derbarê nebûna rêjeya dermanê qirker ê mayî di nav berhemê de, ku ev jî ligel kalîteya berhemê pîvanek e ji bo dîtina bazarê û berdewamiya wê.
Ji ber vê yekê, pêwîst e dezgeheke me ya bihêz a parastina riwekan hebe, ku ji kesên pispor û xwedî ezmûn pêk bê û xwe bispêre kontrolên laboratuwarî. Pêwîst e ev laboratuwar li hemû şax û rêveberiyên çandiniyê bên vekirin û amûrên pêşketî yên kontrolê hebin û otomobîlên taybet bi xwe hebin, ji bo serdana zeviyên cotkaran bikin û serdanên demkî hebin ji bo rizgarkirina cotkaran ji kontrol û desteserî ya kompaniyên çandiniyê ku her tim endezyar û nûnerên wan li zeviyên hilberînê amade ne ji bo firotina kelûpelên xwe.
Sêyem: Bilindkirina kapasîteya dezgeha rêberiya çandiniyê.
Rêberiya çandiniyê pêvajoyeke fêrkirinê ya bê beramber û li derveyî dibistanê ye. Ev xizmet bingeha pêşxistina sektora çandiniyê ye, ku ji aliyê hikûmetê ve bêpere ji hilberîneran re tê pêşkêşkirin, ji bo zêdekirina berhemê û birêxistinkirina pêvajoya hilberînê û avakirina pireke pêwendî û baweriyê di navbera dezgehên lêkolînên çandiniyê û hilberîneran de. Her tim dezgeheke rêberiyê ya bihêz tê wateya berhemeke xwestî ji aliyê hejmar û kalîteyê ve, û hilberîneran ji her egera nişkave diparêze û dikare rêberiya hilberîneran bike û di zûtirîn dem de zanyariyên nûjen ên hilberînê bigihîne wan.
Pêwîst e hikûmet vê dezgehê bihêz bike bi rêya vekirina dewreyan (kursan) û dabînkirina holan û amûrên pêwendî û ragihandinê. Divê her şaxeke çandiniyê kesên pispor di warê medyaya civakî û ragihandinê de hebin, ji bo gihandina (agahiyan) ji hilberîneran re û gihandina zanyariyên bilez û pêwîst di zûtirîn dem de.
Çarem: Handan û piştgirîkirin ji bo damezrandina kompaniyên hinardekirina berhemên çandiniyê.
Ji destpêka damezrandina kabîneya nehemîn û pêşkêşkirina bernama karê kabîneyê ve, ku yek ji xalên wê pêşxistina sektora çandiniyê bû, di dema karkirina vê kabîneyê de armanca mezin û pîroz bi zelalî ji hilberîneran re eşkere bûye, ku hikûmet di xema firotina (saxkirina) berhemên cotkaran de ye û hemû hewlên xwe daye ji bo dîtina bazarê û handana hilberîneran ji bo şandina berhemên xwe bo derveyî Herêmê. Li vir erkek û pîşeyeke nû derdikeve holê, ew jî pîşeya hinardekirina berhemên çandiniyê ye ku gelek caran di şiyana cotkar û hilberîneran de nîne, ji ber nebûna pisporiyê û mijûlbûna bi karên çandiniyê. Ji ber vê yekê, pir girîng û pêwîst e di vê qonaxê de handan ji bo avakirina kompaniyên hinardekirina berhemên çandiniyê bê dayin, li ser bingeheke diyarkirî ku sûdê bigihîne hilberîneran û bikare nasnameyekê ji bo berhemên Kurdistanê li derve ava bike, û li ser çend bingeh û yasa û rêzikên taybet kar bike ku hikûmet ji bo wan destnîşan dike. Dibe ku di destpêkê de kompaniyên hevbeş di navbera hikûmet û sermayedaran de bên damezrandin, yan di navbera komeleyên hilberîner û hikûmetê de, yan jî çend sermayedar vî karî bikin, bi mercê ku karên wan bi rêya yasa û rêbernameyên hikûmetê bên birêxistinkirin. Ev jî dê berdewamiyê bide pêvajoya hilberînê û dibe pireke pêwendiyê di navbera hilberîner û bazarên cîhanî de. Di pêşerojê de, bi rêya van kompaniyên hinardekar û pêwendiyên wan bi bazarên cîhanî re, dikare cotkar û hilberîner ber bi hilberîna corên bazirganî yên berhemên çandiniyê ve bi wê kalîteya ku daxwaz li ser e, bên arastekirin.
Gulan
