Nebaz Ref’et, Şêwirmendê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Di kabîneya nehem de rêjeya veberhênana sektora çandiniyê ji sedî 1.5 bilind bûye bo ji sedî dehê giştî yê veberhênanê li Herêma Kurdistanê.
Nebaz Ref’et, Şêwirmendê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Di kabîneya nehem de rêjeya veberhênana sektora çandiniyê ji sedî 1.5 bilind bûye bo ji sedî dehê giştî yê veberhênanê li Herêma Kurdistanê.
Nebaz Ref’et, şêwirmend e li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û, di warê karê cîbicîkirinê de jî çendîn postên rêveberiya giştî bi wekalet birêve birine, wek: Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Çandiniyê ya Soranê û Rêveberê Giştî yê Lêkolîn û Rênimayiya Çandiniyê, Rêveberê Giştî yê Erd û Zeviyên Çandiniyê. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi dane û amarên hûr behsa hewlên Wezareta Çandiniyê di vî warî de kir û bi vî rengî dîtin û nêrîn û pêşniyar û rasparên xwe pêşkêş kirin.
Destxweşiyê li Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim ku destpêşxeriyeke girîng kiriye ji bo rêkxistina vê guftûgoyê li ser «Pêşxistina Çandiniyê li Herêma Kurdistanê», herwiha kombûna van hemû pisporên çandiniyê li vê holê, ji bo axaftina li ser vê pirsê girîng, cihê hêvî û xweşhaliyê ye.
Behskirina kêmasiyên sektora çandiniyê û xistina tevgerê ya hewlan ji bo çareserkirina wan, karekî gelek baş e û divê em berdewam bin, lê eger em ji aliyê din ve li sektora çandiniyê binêrin, divê em îşaret bi wê yekê jî bikin ku sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê pêşketineke mezin û berbiçav bi xwe dîtiye. Bêguman di behskirina vê pirsê de nabe, em îşaret bi rola sereke û handan û xemxwariya cenabê Kak Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedin, bi baweriyeke tam dikarim bibêjim bersiva duayên me bûye. Hewlên cenabê wî di handana sektora taybet û dîtina bazarê û terxankirina bûdceya hawarçûnê ji bo rûbirûbûna nexweşî û petayên ajalan û avakirina branda Kurdî û hinardekirin û nasandina berhemên hêja yên Kurdistanê bi welatên cîhanê û parastina zeviyên çandiniyê û tevahiya aliyên din ên çandiniyê, her tim diyar û li ber çavan e.
Eger em tenê dîroka 50 salên borî yên dewleta Iraqê werbigirin, em dibînin ku qet sektora çandiniyê ji niha pêşketîtir nebûye, lê ev nayê wê wateyê ku em naxwazin rexne li xwe bigirin, lê li ser erdê rastiyê jî em dibînin ku sal bi sal projeyên mezintir û pêşketîtir di vê sektora girîng de tên vekirin û li ber çavên me hemûyan e.
Piştî raperîna mezin a bihara sala 1991ê û lidarxistina hilbijartinan, heta niha neh kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn, ku ji bo her kabîneyekê di prosesên hilbijartinê de me karê ciddî kiriye û dengê xwe daye, lê di heşt kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji ber rewşa siyasî ya Kurdistanê û rikberiya partiyên siyasî me nekarî bi awayekî rast kar ji bo pêşxistina çandiniyê û parastina zeviyên çandiniyê bikin, lê di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tevî hebûna bi dehan asteng û pirsgirêkên mezin ên siyasî û nexweşiya nû ya cîhanî (Korona) û bombebaran û karên terorîstî, xweşbextane karîbûn em xweragir û berdewam bin û, ev rêgez hat guhertin û gelek bi ciddî kar ji bo pêşxistina sektora çandiniyê hat kirin, niha jî wek em dibînin projeyên gelek mezin ên çandiniyê hene û dirûşm ji gotinê bûne kiryar û, handan û hêsankariyên gelek hene ji bo ku veberhênanên mezin di sektora çandiniyê de bên kirin, bi dane û amaran jî dikarin bibêjin: Heta kabîneya heştem jî rêjeya veberhênanê di sektora çandiniyê de tenê 1.5% bûye, lê di kabîneya nehem de ev rêje bilind bûye bo 10%ê giştî yê veberhênanê li Herêma Kurdistanê.
Sektora taybet di warê veberhênanê de di sektora çandiniyê de ji bo encamdana projeyên mezin roleke gelek diyar û berbiçav hebûye, wek mînak projeya «Zom» li herêma Barzan û bi dehan projeyên din ên şîremenî û ajaldarî û pelezêriyê (kedxwedîkirina mirîşkan) û sîstema hîdroponîkê li ser rûberên mezin, di vê guftûgoyê de îşaret bi wê yekê hat kirin, ku hikûmet piştgiriya projeyên biçûk bike, wek dîtina derfetên kar, ligel vê yekê ku Hikûmeta Herêmê berdewam û li gorî îmkanên berdest piştgiriya wan projeyan kiriye, lê dixwazim tekezî li ser wê yekê bikim, ku divê em di sektora çandiniyê de piştgiriya projeyên mezin bikin, ji ber ku projeya biçûk nikare xwe li ber zirara herî biçûk a aborî bigire, her wek mînak eger kesek çandinîgeheke xwedîkirina pelezêran hebe û nexweşiyek rû li projeya wî bike, nikare xwe li ber wê zirarê bigire û neçar dimîne projeya xwe bigire, lê di projeya mezin de ku xwediyê wê bi milyonan dolar tê de dixe gerê, eger zirareke mezin jî bike, li ser projeya xwe berdewam dibe û dest jê bernade, ji vê zêdetir hewlên xwe dixe gerê ji bo ku bi şêwazên nû projeya wî berdewam be.
Derbarê stratejî û siyaseta birêvebirina çavkaniyên avê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê serketî bûye û, encama vê siyaseta serketî jî dê di salên pêş de baştir derkeve holê. Niha 30%ê ava komkirî ya tevahiya Iraqê di bendavên Herêma Kurdistanê de ye û nexşe û dîzayna çendîn bendavên din jî me amade ye û tenê cîbicîkirina wan maye, ku bi vê yekê guhertin û şiyana me ya komkirina avê dê gelek zêdetir bibe û hilberîna kehrebeyê û vejandina sektora geştyariyê dê gelek zêdetir ber bi pêş ve biçe, Iraq ku dema 104 salan e dewlet e, heta niha nekariye bi qasî Herêma Kurdistanê avê kom bike û bicivîne, ji ber ku bi qasî me bendavên wan nînin. Di vê pirsê de mebesta min zêdetir komkirina avê ye, ne ew avên ku ji çeman diherikin nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Ji bo parastina ava bin erdê, me destûrdana kolandina bîrên artezî kêm kiriye, bi rêya çêkirina bendav û goletan me hewl daye ku çavkaniya ava ser erdê ji bo avdana zeviyên çandiniyê bê bikaranîn, ev gava Hikûmeta Herêmê ji wê xalê çavkanî girtiye ku rêjeya wê ava ku bi rêya baranê diçe bin erdê, gelek kêmtir e ji wê ava ku bi rêya bîran tê derxistin, ji ber vê yekê wek gavek ji bo parastina ava bin erdê, me mohleta kolandina bîran kêm kiriye, ew bîrên ku bi mohleta Wezareta Çandiniyê hatine kolandin jî, di bin kontrolê de ne û li gorî pêwîstiyê av ji wan tê derxistin.
Ji bo vê pirsê gavên gelek girîng ên din jî tên avêtin, di civîna Encumena Bilind a Avê de, bi yekdengî biryar li ser wê yekê hatiye dayîn, ku divê li tevahiya herêmên pîşesazî yên bajar û bajarokên Kurdistanê, ferz bibe, ku ew herêmên pîşesazî projeyên resayklinga avê (ji nû ve bikaranîna avê) deynin, ji bo ku av careke din bê paqijkirin û ji nû ve bê bikaranîn û zêdegavî di bikaranîna avê de neyê kirin.
Dîsan her ji bo rêgirtina li xerab bikaranîna avê ji bo avdana zeviyan, Wezareta Çandiniyê rênimayî daye cotkaran ku rêjeya çandina genimê şamî (lazût) bê kêmkirin, ev jî bi wê wateyê ku eger cotkarek berê mafê wî hebûya 50 donim genimê şamî biçîne û bi awayekî bêserûber av bide, niha wê kêm bike bo 10 donim û rênimayî jê re hatiye dayîn ku bi rêya teknolojiya nû bi dilopandinê ava zeviya xwe bide.
Eger em bi awayekî lojîkî rastiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bixwînin, divê em ji wê nêrînê ve xwendinê jê re bikin ku welatê me ne tenê di serdemên hikûmetên berê yên Iraqê de wêran û piştguhkirî bûye, belkî piştî rûxandina rejîma Baasê jî di sala 2003an de ku bi navê «ji nû ve avakirina Iraqa nû» hatibû binavkirin, lê li ser erdê rastiyê hemû hikûmetên Iraqê ji sala 2004an heta niha heman siyaseta piştguhxistinê dijî Herêma Kurdistanê dimeşînin. Em hemû bi çavên xwe dibînin ku ji sala 2014an ve heta niha ku dike 11 sal, hikûmeta Iraqî para Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê biriye û xema sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bûye dabînkirina mûçeyên karmendan. Piştî dabînkirina mûçeyan hikûmetê hewl daye, bûdceya xerckirinê ji bo wezaretan dabîn bike, da ku sazî nesekinin, ji ber vê yekê di nav vê rewşa aborî ya krîzê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bûye, pêşîntiya karên xwe li gorî pêwîstiyê pol bide û mijarên zerûrî bixe pêş.
Niha em dibînin pêşîntiya projeyan li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nû ve nûjenkirin û çêkirina rê û banên nav bajaran û girêdana bajar û bajarokên Kurdistanê bi hev re ye, rê û ban şahdamar û binesaziya bihêz a pêşketina her welatekî ye û sedemeke gelek girîng e ji bo pêşxistin û pêşvebirina sektora çandiniyê jî, hevdem ligel pêdiviya me ya zêde bi rê û banên baş, sektorên din jî nehatine jibîrkirin, her wek mînak di sektora çandiniyê de bi çendîn rêyan me hevkarîya cotkaran kiriye, ji wan:
1- Lêborîna gumrikê ji bo birayên cotkar hatiye kirin, ku projeyên çandiniyê encam didin, wek damezrandina «kargeha alif, hawirdekirina çêlekên şîrder û hemû ew kelûpelên ku di projeyan de bi kar tînin û ji derve hawirde dikin».
2- Bi şêwazên curbecur me piştgiriya projeyên çandiniyê yên navxweyî kiriye. Wê demê ku min bi wekalet rêveberiya giştî ya çandiniyê ya Soranê dikir, yek ji cotkaran projeyeke xwedîkirina mirîşkên hêkê hebû, hat cem me ji bo ku em lêborîna gumrikê jê re bikin, da ku ji derve karton ji bo hêkan bîne, lê ji ber ku me bi xwe li Herêma Kurdistanê kargeha çêkirina kartonên hêkan hebû, me lêborîna gumrikê neda wî û me jê re got divê tu biçî ji kargeha me ya xwemalî kartonên hêkan bikirî.
3- Rojaneya me ya çandiniyê (tarîfeya bacê) heye ku ji bo piştgiriya berhemên navxweyî yên cotkaran e, hûn bi xwe dibînin di werza berhemên çandiniyê de baceke zêde tê danîn ser berhemên hawirdekirî, da ku hawirde nikaribe pêşbirka nirxê me yê xwemalî bike.
4- Ji bo parastina tovê bingehîn, yanî tovê resen, ji bo genim em tenê tovê bingehîn ê tomarkirî (brand) hawirde dikin, hemû ew nivîsên ku em ji Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dişînin, tê de em tekezî li ser wê yekê dikin, ku tenê tovê bingehîn ê tomarkirî bê hawirdekirin, mebesta me ew tovên bingehîn in ku li Komîteya Navendî ya Tomarkirin û Pesendkirina Tovên Bingehîn li hikûmeta Iraqê hatine pejirandin, ji ber ku ev mijareke navendî û niştimanî ye.
5- Danîna embarên sarker ji bo embarkirina berhemên çandiniyê, ku xweşbextane niha bi rêya Wezareta Çandiniyê li hemû parêzgeh û rêveberiyên serbixwe hene û tenê li sînorê parêzgeha Dihokê 126 embarên sarker hene, ev jî gaveke gelek girîng e ji bo piştgiriya cotkaran û parastina berhemên wan û marketînga wan.
6- Xaleke din ku dixwazim îşaret pê bikim, kêmkirina guhertina cûreya bikaranîna zeviyên çandiniyê ye (ji bo armancên din), eger em vê kabîneyê bi kabîneyên berî xwe re bidin ber hev, em dibînin di dema çar salên kabîneya heştem de 25 hezar donim zeviyên çandiniyê hatine guhertin (ji bo armancên din), lê di kabîneya nehem de ku nêzîkî şeş salan dibe, ligel ku sê rêveberiyên serbixwe yên nû hatine damezrandin û çendîn nahye bûne qeza û çendîn gund bûne nahye, lê tenê pênc hezar donim zeviyên çandiniyê hatine guhertin, ev jî îşareteke girîng e ji bo girîngiya pêşxistina sektora çandiniyê di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, herwiha li nivîsgeha Serokê Hikûmetê tîmeke mezin a pisporên çandiniyê hene, ku serperişti û çavdêriya hemû bernameyên çandiniyê dikin û bi tevahî hevkar û sedema pêşveçûna sektora çandiniyê ne.
7- Ji bo piştgiriya karmendên çandiniyê me xulên rahênanê ji bo 11 hezar serperiştkarên projeyên çandiniyê vekirine, dema ku xwediyê projeyeke çandiniyê daxwaza mohletê ji Wezareta Çandiniyê dike, mercê wê yekê jê re datînin ku divê serperiştkarê wî yê çandiniyê hebe, ji vê jî armanca me ew e ku rêyên nû û zanistî ji bo projeyên çandiniyê bi kar bînin. Lêkolînên zanistî derxistine holê ku rêjeya 27% heta 34%ê xerabkirina keşûhewayê ji ber projeyên çandiniyê yên kevn bûye, ji ber vê yekê me handaye ji bo damezrandina projeyên çandiniyê yên serdemî û zîrek ku lêçûna wan kêmtir û rûbera wan kêmtir û berhema wan zêdetir û kalîteya wan baştir bûye.
Her di vê guftûgoyê de behsa damezrandina endezyar û karmendên çandiniyê hat kirin, li vir pirs ne tenê damezrandina endezyar û karmendên çandiniyê ye, belkî prosesa damezrandinê wek siyaseta nû ya kabîneya nehem di hemû sektorên cuda de hatiye sînordarkirin, ev siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî sereke handan e ji bo ku sektora taybet zêdetir pêş bikeve, yek ji armancên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku sektora taybet bibe çavkaniya dîtina derfetên kar, ne sektora giştî û hikûmet.
Derbarê vaksîn û madeyên qirker ên kîmyewî, wek Wezareta Çandiniyê me tenê rê daye ku vaksînên Ewropî û Amerîkî yên tomarkirî (brand) bên hawirdekirin, ewên din ên ku tên Herêma Kurdistanê bi rêyên qaçax û neyasayî tînin, ev jî bi rastî aliyên pêwendîdar wek «deriyên sînorî û balafirgehan» û ew daîreyên ku li wan cihan berpirs in, divê bikevin bin pirsyarê, ev jî ji ber wê yekê ye ku pirs mijareke hestiyar e û pêwendîdar e bi tenduristiya kesên civakê ve. Lêkolînên zanistî derxistine holê ku rêjeya 70-73%ê wan nexweşiyên ku mirov tûşî wan dibin, çavkaniya wan ajal e, lê mixabin mijara girîngîdana bi tenduristiya ajalan hatiye jibîrkirin, hewldana bijîşkên veterîner ji bo xwe pêşxistin û nûjenkirina xwe bi zanyariyên nû gelek lawaz e, di vî warî de ez zêdetir daxwaza xwe-pêşvebirinê ji wan dikim.
Derbarê asta berhemên çandiniyê ji bo xwetêrkirinê li Kurdistanê, îsal û par jî ji yek milyon û 500 hezar ton berhemên xwemalî, tenê 65%ê pêdiviyên Herêma Kurdistanê hatine dagirtin û 35% ji wan ji bo bazarên navîn û başûrê Iraqê hatine şandin û, 20 hezar ton berhemên me yên xwemalî ji bo bazarên derveyî welat hatine hinardekirin.
Xala dawî ku dixwazim tekezî lê bikim, ya yekem behsa wê yekê hat kirin ku divê projeyên xwedîkirina pelezêran mirîşkên ji du kîloyan zêdetir nexin bazarê, ev pirs li Wezareta Çandiniyê di kabîneya heştem de biryar li ser hatibû dayîn, lê ji aliyê welatiyan ve pêşwazî lê nehat kirin, pirsa duyemîn mijara girîngîdana ragihandinê bi sektora çandiniyê ye, di vê pirsê de ez wisa dibînim ku ligel ku gelek girîng e ragihandin girîngiyeke zêdetir bide sektora çandiniyê, lê li beşek ji dezgehên ragihandinê hevkarî jî ji bo pêşxistina sektora çandiniyê tê pêşkêşkirin, her wek mînak van rojan televîzyona «AVA» hat çend vîdyoyên tomarkirî ji me re anîn, ku li çend cihan çavkaniya avê qirêj bûbû û çend ajal tê de mirî bûn, berî ku belav bikin, anîn ji me re, da ku em çareseriyekê jê re bibînin, ku bi rastî ev dilsoziyeke mezin e û ez destxweşiyê li wan dikim.
Derbarê rênimayiya çandiniyê, hewlên me berdewam in û bi hevkariya rêxistina «COWATER» a Amerîkî, di projeya «IZDIHAR» de em mijûlî wê yekê ne ku aplikasyonekê deynin û tê de tevahiya pêdivî û çareserî û aliyên zanistî tê de bên berçavgirtin.
Nirxê kehrebeya çandiniyê ji 130 dînaran hatiye kêmkirin bo tenê sî dînar, lê niha di projeya Ronahî de bûye 60 dînar û em hewl didin ku wek berê lê bikin û daxin bo 30 dînar.
Wext ji vê zêdetir derfetê nade me, eger na behskirina vê pirsê bi tenê çendîn saetan divê, hêvîdar im tiştê ku me niha pêşkêş kir, sûdek gihandibe.
Gulan
