Ebdurehman Silêman Bagêre cotkarê nimûneyî li parêzgeha Duhokê: Daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku nirxê kehrebeyê li ser cotkaran û zeviyên çandiniyê neyê zêdekirin
Ebdurehman Silêman Bagêre cotkarê nimûneyî li parêzgeha Duhokê: Daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku nirxê kehrebeyê li ser cotkaran û zeviyên çandiniyê neyê zêdekirin
Ebdurehman Silêman Bagêre, yek ji cotkarên nimûneyî yên parêzgeha Duhokê ye û ji ber berhemên xwe yên taybet û ew sirke û dimsên ku ji berhemên xwe çêdike, li ser asta Herêma Kurdistanê jî naskirî ye. Di vê gotûbêja "Bazneya Gotûbêjê" de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Sektora Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî wek cotkarekî ji nav zeviyê behsa astengî û berbestên pêşxistina sektora çandiniyê kir û daxwaziyên xwe anîn ziman.
Gelek spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragehandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, ku ev derfet ji me re çêkir, da ku em hemû bi hev re bicivin û li ser pirsa pêşxistina sektora çandiniyê gotûbêjê bikin, ku sektoreke gelek girîng e û xwarin û debara hemû Kurdistanê pê ve girêdayî ye.
Eger Herêma Kurdistanê girîngiyeke tam bide sektora çandiniyê di hemû warên wê de wekî "berhemên nebatî, xwedîkirina teyr û tulûran (mirîşkan), ajalvanî, masîgirî, û pîşesaziya xwarinê", baweriya min ew e ku ev sektor dê bibe çavkaniya sereke ya dahatê ji bo hikûmetê û pêdiviya me bi tiştekî din namîne.
Dîroka bav û kalên me vê rastiyê ji me re selmandiye ku civaka me civakek bûye ku piraniya wê cotkar bûne û pişta xwe bi ajotina erdê xwe û berhemên zeviyan û xwedîkirina teyr û tulûr û ajalan girêdane, ti kes ji wan mûçexwerê hikûmetê nebûne û hemûyan karîne debara xwe dabîn bikin. Ji ber vê yekê, niha ku amûrên pêşxistina çandiniyê gelek zêde bûne, em dikarin bi radeyekê vê sektorê vejînin ku em karibin pişta xwe pê girêdin.
Pêşxistina sektora çandiniyê pêwîst e ku rasterast ji aliyê Wezareta Çandiniyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve piştgirî lê bê kirin û alîkariya cotkaran bê kirin, ji bo dabînkirina wan amûrên ku ji bo pêşketina çandiniyê pêwîst in, wek dabînkirina "amûrên çandiniyê, tovê tomarikirî, derman û madeyên kîmyewî yên qirker bi kalîteya bilind û markayên cîhanî". Di salên borî de, bi rêya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û Parêzgeha Duhokê, li herdu deverên "Zawîte û Mangêşê" 30-40 şiverêyên tirî li ser cotkarên wê deverê hatin belavkirin, ku nirxê her yek ji wan şiverêyan bi qasî neh milyon dînar bû. Bi rastî, ev şiverê ji bo mêwê (tirî) dibin sedem ku berhemê tirî zêdetir bibe û kalîteya wê jî baştir bibe.
Hêjayî gotinê ye, wê demê ku Dr. Zuheyr El-Amilî, yê ku bi navnîşana "şareza" karmend bû li Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sektora çandiniyê ya baxçevaniyê, bi taybetî fêkiyê tirî li parêzgeha Duhokê, pêşketineke mezin bi xwe ve dît û bi sedan stûnên konkrêtî li ser cotkaran belav kirin. Ev kesayetî, ku niha li Urdunê niştecî ye, heta niha em bi rêya telefonê pê re têkiliyê datînin û li cem cotkaran hezkirî ye, ji ber ku wî xema pêşketina çandiniyê li devera me dixwar.
Ev gotûbêj demeke baş e ku ez wek cotkarek daxwaziyên cotkaran bigihînim Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
1- Di vê demê de ku projeya ronahiyê ji bo kehrebeya 24 saetî tê cîbicîkirin, ku cihê kêfxweşiyê ye em ê ji molîdeyan rizgar bibin, lê wek cotkar daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku nirxê kehrebeyê li ser cotkaran û zeviyên çandiniyê neyê zêdekirin. Ji ber ku ji bo avdana zeviyên xwe, berdewam pêdiviya me pê heye ku em bi kehrebeyê bîrên xwe yên artezî bi kar bînin. Ew jî kehrebeyeke zêde xerç dikin û eger nirxê kehrebeyê bê zêdekirin, dê bargiraniyek li ser milên cotkaran çêbibe.
2- Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku girîngiyê bide pîşesaziya çandiniyê li devera Duhokê û çendîn karxane ji bo berhemên çandiniyê yên wekî çêkirina "murebe, dims, konserve, şerbetê" veke. Ji ber ku kalîteya cureyên berhemên çandiniyê yên vê deverê gelek bilind e, eger bên pîşesazîkirin, dê hemû bibin marke (brand) ji bo Herêma Kurdistanê.
3- Tevî ku em wek cotkar spasiya hewldanên Rêzdar Kak Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku ev çend sal in hewl dide ji bo berhemên çandiniyê bazarê li ser asta herêmî û navdewletî peyda bike, em wek cotkarên Kurdistanê vê hewldana Rêzdarê wî bilind dinirxînin. Lê belê, hêj pirsgirêka nebûna bazarê wek garantiyek ji bo firotina berhemên çandiniyê yek ji pirsgirêkên mezin ên cotkaran e. Ji ber vê yekê, em daxwaz ji Rêzdar Serokê Hikûmeta Kurdistanê dikin ku hewldanên xwe ji bo peydakirina bazarê xurttir bike û careke din alîkariya cotkaran zêdetir bike.
Gulan
