Dr. Coşan Mecîd Hesinkar, Ragirê Koleja Zanistên Endazyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê: Heya niha me siyaseteke rast ji bo bikaranîn û rêvebirina «ax û avê» pêk neaniye.
Dr. Coşan Mecîd Asinger, ji bilî ku Dekanê Koleja Zanistên Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê ye, di heman demê de profesorê alîkar e di zanista çandiniyê û berhemên çêleka şîr de. Di sala 1989an de ji Koleja Çandinî û Daristanê ya Zanîngeha Mûsilê bawernameya bakaloryosê wergirtiye û xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê berhemên çêleka şîr de. Ji wê demê heta niha serpêhatiyeke mezin û berhevkirî di asta zanistî û pratîkî de pêş xistiye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), li ser bingeha zanistî û pratîkî di sektora çandiniyê de, li ser aliyên cihêreng ên vê sektora girîng axivî û bi vî rengî nêrîn, pêşniyar û rasparên xwe pêşkêş kirin.
Cihê kêfxweşiyê ye ku îro ev koma pispor û akademîsyenan li hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hev re kom bûne û em behsa mijareke gelek girîng û jiyanî dikin, ku ew jî «Bername û Plan e ji bo Pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê».
Ez wek pisporê ku di navendeke zanistî û akademîk de kar dikim, têbinî û nêrîna min derbarê vê mijara girîng ev e; eger em li kerta çandiniyê binêrin, em dibînin ku ji mêj ve, piştî damezrandina dewleta Iraqê, ev kert rûbirûyî gelek kêşe û astengiyan bûye ku hikûmetên li pey hev ên Iraqê rol tê de lîstine, di kûrkirina van kêşe û astengiyan de, çi bi êrîşkirina ser gundên Kurdistanê bûbe, çi bi bombebarankirina bi rêya top û firokeyan, yan jî bi koçberkirina gundiyan bo kamp û derdora bajaran. Piştî proseya rizgarkirina Iraqê jî ev kêşe her maye û mînaka herî zindî ji bo vê mijarê, kêşeya erd û zeviyên cotkarên gundê Pelkanê li sînorê parêzgeha Kerkûkê ye. Ji ber vê yekê, kerta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê berdewam di bin gef û wêrankarî û dagirkeriyê de bûye.
Piştî Raperîna bihara 1991ê ku rewşeke nû derket holê û beşek ji vê perçeya Kurdistanê rizgar bû, ku paşê parlamen û hikûmeta Kurdistanê hatin damezrandin, Herêma Kurdistanê ket bin barê du ambargoyên «Iraqî û navdewletî». Hemû gundên Kurdistanê hatibûn wêrankirin, derdora wan bi mînan hatibû çandin, ji ber vê yekê xelkê bi hêsanî nedikarî gundên xwe ji nû ve ava bikin û dest bi karê çandiniyê bikin.
Tevî van hemû astengiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewldanên xwe de berdewam bûye ji bo ku kerta çandiniyê vejîne û pêş bixe. Lê belê careke din ji ber birîna para Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê, ji sala 2014an ve heta niha, astengiyên mezin ji bo pêşxistina vê sektora girîng hatine çêkirin. Lê bi destpêkirina kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, di van çend salên borî de arasteya xebatê ji bo pêşxistina kerta çandiniyê werçerxaneke dîrokî bi ser de hatiye û para şêr ji bûdceya xwe ji bo xizmetkirin û pêşvebirina kerta çandiniyê terxan kiriye. Herwiha, derî ji bo veberhênanên mezin di sektorên cihêreng ên kerta çandiniyê de vekirine, wek «riwekî, ajalên mezin (dewar), balinde û serweta masiyan».
Ji bo niha, tişta ku divê em li ser bixebitin ew e ku divê em hewldanên xwe xurt bikin da ku asta berhema xwemalî di sektorên cihêreng ên çandiniyê de bigihînin astekê ku bikaribe asta xwebijêwiya navxweyî tijî bike û ya zêde jî hinardeyî bazarên Iraq û derveyî wê bikin. Ji bo vê yekê, di hin berheman de em gelek pêş ketine, bi taybetî di berhemên «hêk û kartolan» de, û berhemên din jî bi astên cihêreng ber bi pêşveçûnê ve diçin.
Bikaranîn û birêvebirina rast a «ax û avê» gelek girîng e, ku li gor texmîna min, me heta niha siyaseteke rast ji bo bikaranîn û birêvebirina «ax û avê» pêk neaniye. Di warê bikaranîn û birêvebirina rast a av û çavkaniyên avê de, bo nimûne, dema em li projeyeke çandiniyê dinêrin, çi mezin be, çi biçûk, em dibînin ku heta niha jî bi şêwazên bêserûber û kevn ava zeviyan tê dayîn û gelek av bi badîhewa diçe û me nekarîye rêbazên serdemî û teknolojiya nû bi kar bînin da ku rê li ber badîhewaçûna avê bigirin. Ya ji vê xerabtir, kolandina bîrên kûr û artezyanî bi awayekî bêserûber û badîhewaçûna ava bin erdê ye, ku piraniya wan bîrên ku li zeviyên çandiniyê tên kolandin, bi awayekî qaçax û neyasayî ne. Pêşniyara me ji bo vê mijarê ew bû ku hikûmet bi xwe li çend deverên ku zeviyên çandiniyê lê hene, bîrên kûr ên artezyanî bikole û pîveran (saetan) li ser avê deyne û bi boriyan bide zeviyan û pereyê avê jî ji wan werbigire. Ev dê bibe çareseriyek da ku xelk neçar nebe bi rêyên neyasayî bîran bikole. Xaleke din ew e ku hikûmet piştgiriyê li projeyên çandiniyê yên biçûk bike. Li gundên me heta niha nehatiye karîn ku karê kolektîf û bihevreyî di warê kerta çandiniyê de were encamdan. Ji bo vê mijarê pêwîstiya me bi planeke birêkûpêk heye. Loma, eger welatiyek projeyeke biçûk hebe û hikûmet piştgiriyê bide wî bi dayîna deynên demdirêj û dabînkirina kelûpelên çandiniyê, ev dê xizmeteke mezin ji vejandina çandiniyê li Herêma Kurdistanê re bike.
Rêkxistin û kontrolkirina bazarên Herêma Kurdistanê di demsala gihîştina berhemên çandiniyê de, ev jî bi wê wateyê ku parêzbendiyek ji bo berhemên xwemalî were danîn, da ku di demsala berhemanînê de cotkar bikaribin berhemên xwe bifroşin û zerarê nebînin. Mixabin, me gelek caran dîtiye ku di demsala berhemanîna berhemên çandiniyê de, cotkarê Kurdistanê neçar dibe ku berhema xwe bi pereyekî gelek kêm bifroşe, ku ev yek dibe sedem ku ew zerareke mezin bike û sala bê tiştekî berhem neyne.
Hewldana ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê li ser asta Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên baş avêtine. Lê eger em vegerin ser dîrokê, em dibînin ku her tim berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê selika xwarinê ya tevahiya Iraqê jî bûye, ji ber ku keşûhewaya Kurdistanê ji bo her cure berhemên çandiniyê guncaw e. Di vî warî de, divê çavê me li ser wê yekê be ku bi tevahî pişta xwe bi pêşxistina kerta çandiniyê ve girêbidin. Piraniya kesên ku berê karê çandiniyê dikirin û berhemdêr bûn, niha li daîreyekê bûne karmend û xerîdar. Vê yekê zirareke gelek mezin daye binesaziya me ya aborî. Ji ber vê yekê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê yekê bifikire ku handana veberhênerên mezin ên navxwe û derve bike, da ku veberhênanên mezin di aliyên cihêreng ên kerta çandiniyê de bikin, da ku em bigihîjin wê astê ku ewlehiya xwarinê li Herêma Kurdistanê dabîn bikin.
Astengiya mezin li ber pêşxistin û pêşvebirina kerta çandiniyê li Herêma Kurdistanê, hawirdekirina berhemên çandiniyê yên «riwekî, ajalî, balinde û masî» ji welatên cîran û derve bo Herêma Kurdistanê ye. Bi rastî, ew berhemên çandiniyê yên ku tên hawirdekirin, ji bilî ku kalîteya wan xerab e, di heman demê de bûne sedem ku nirxê berhemên xwemalî jî li bazarên Kurdistanê bişikê û neyên firotin. Ji ber vê yekê, divê sînorek ji bo berhemên çandiniyê yên hawirdekirî were danîn û rêyek were dîtin da ku handana cotkaran were kirin ku zêdetir girîngiyê bidin berhemanîna berhemên xwe yên çandiniyê.
Faktoreke din ku bandoreke gelek neyînî li ser berhemên çandiniyê dike, nebûna tovên tomarkirî yên resen wek marqe ye. Tiştên ku niha li bazarên Kurdistanê tên firotin, piraniya wan bi qaçaxî hatine hawirdekirin û mohr an nîşaneke şîrketeke navdar li ser hatiye danîn, lê di bingeh de ew mohr û nîşan sexte ne. Ji ber vê yekê, divê kontrola kalîteyê li ser tovên resen gelek tund were kirin û rê neyê dayîn ku tovên sexte li bazarên Kurdistanê werin firotin.
Bi berfirehbûna bajaran û zêdebûna hejmara niştecihan û ji ber guhertina bikaranîna erdên çandiniyê ji bo proje û yekeyên niştecihbûnê, rûbera pêwîst ji bo kerta çandiniyê kêm dibe. Ji ber vê yekê, di vê mijarê de pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta çakkirina erdên çandiniyê bipejirîne. Li Herêma Kurdistanê gelek cihên me yên pir baş ji bo çandiniyê hene, lê pêwîstiya wan bi çakkirinê heye da ku karibin ji bo çandiniyê werin bikaranîn. Erdekî me yê gelek zêde heye, deşt û çiyayên me yên zêde hene ku dikarin kar tê de bikin, bendav û golan lê çêbikin, da ku di warê pêşxistina çandiniyê de sûd jê werbigirin.
Keşûhewaya Kurdistanê ji bo veberhênan û pêşxistina serweta ajalan (heywanan) gelek guncaw e. Ji bo vê yekê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya bi kolejên çandiniyê yên zanîngehên Kurdistanê re gelek bi hûrgilî lêkolînê li ser wê yekê bikin ku kîjan ajal ji bo keşûhewaya Kurdistanê guncaw e, da ku em bikaribin wî xwedî bikin û bikin çavkaniyeke din a dahatê ji bo aboriya Kurdistanê.
Her di warê pêşxistina serweta ajalan de, niha li Kurdistanê projeyên çandiniyê di vî warî de gelek in. Loma, eger piştgirî li wan were kirin û bên handan, proje dê baştir pêş bikevin. Herwiha, kolejên çandiniyê jî dê bibin alîkar da ku çareserî ji bo kêşe û pirsgirêkên wan werin dîtin.
Di dawiyê de, ez tekez dikim ku hevahengiya pêwîst di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Çandiniyê û kolejên çandiniyê yên zanîngehan de gelek girîng e. Her kolej salane bi sedan lêkolîn û bi dehan tezên master û doktorayê li ser kêşe û pirsgirêkên çandiniyê amade dikin. Ji ber vê yekê, eger kêşeyek an pirsgirêkek di warê kerta çandiniyê de hebe û kolejên çandiniyê jê werin agahdarkirin, wê demê em ê wan kêşe û pirsgirêkan bikin navnîşana tezên master û doktorayê û li ser bixebitin û bi şêwazeke serdemî, bi sûdwergirtina ji zanista nû û teknolojiya pêşketî, çareseriyan ji wan re bibînin.
Gulan
