Husên Heme Kerîm, Rêveberê Giştî yê Berê yê Baxçevanî û Daristanan li Wezareta Çandiniyê: Tê texmînkirin ku di pêşerojê de du milyon donim erdê çandiniyê bên vemirandin û bibin projeên curbicur û yekeyên niştecîbûnê.
Husên Heme Kerîm, Rêveberê Giştî yê Berê yê Baxçevanî û Daristanan li Wezareta Çandiniyê: Tê texmînkirin ku di pêşerojê de du milyon donim erdê çandiniyê bên vemirandin û bibin projeên curbicur û yekeyên niştecîbûnê.
Husên Heme Kerîm, endezyarê çandiniyê ye û Rêveberê Giştî yê berê yê Baxçevanî û Daristanan bû li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her wiha berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bûye. Di guftûgoya vê carê ya "Bazneya Guftûgoyê" de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), li ser bingeha ezmûneke zanistî û pratîkî ya berhevkirî, bi vî rengî nêrîn, dîtin, pêşniyar û raspardeyên xwe ji bo pêşxistina kerta çandiniyê anî ziman.
Cihê kêfxweşiyê ye ku em hemû bi hev re li hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, li ser mijareke gelek girîng guftûgo dikin, ew jî pêşxistina kerta çandiniyê ye li Herêma Kurdistanê.
Kerta çandiniyê yek ji kertên herî girîng ên Herêma Kurdistanê ye û hemû faktorên çandiniyeke bihêz li Herêma Kurdistanê hene, wek: axa bi ber û berhem, çavkaniyên avê, keşûhewaya guncaw, cotkarên bi ezmûn û jêhatî. Ev faktorên bihêz dikarin bi hev re bên girêdan û kerta çandiniyê dikare bibe yek ji çavkaniyên sereke yên dahatê û çavkaniya sereke ya peydakirina derfetên kar li Herêma Kurdistanê.
Em dikarin amaje bi wê yekê bikin ku kerta çandiniyê di salên borî de, hem bi samana ajalan û hem jî bi ya riwekan, pêşketineke berbiçav bi xwe dîtiye, ku li vir ez amaje pê dikim:
1- Di kerta samana ajalan de: Ev kert ku dabeş dibe ser beşên "ajal, kedxwedî û masî" bi vî awayî pêşketin bi xwe dîtine:
* Beşa kedxwediyan gavên gelek mezin avêtine pêş. Niha ji pêdiviyên navxweyî yên me gelek zêdetir berhemên goştê mirîşkan û hêkan tên berhemanîn. Di van salên dawî de projeyên gelek mezin ên kedxwediyan li Herêma Kurdistanê hatine encamdan û niha berhemên wan gihiştine wê astê ku hem pêdiviyên navxweyî tije bikin, hem jî em bişînin derve.
* Di herdu beşên ajalan û samana masiyan de, di van herdu beşan de jî em gavên gelek baş çûne pêş, lê heta niha nêzîkî 50% ji pêdiviyên navxweyî tije dikin û divê bi rêya îthalatê yên din bên dabînkirin. Lê niha di beşa ajaldariyê de komek projeyên stratejîk ên mezin li parêzgehên Herêmê dest pê kirine, ku dikare bê gotin di pêşerojê de bibin faktorên sereke di pêşxistina kerta ajaldariyê de li Herêma Kurdistanê.
2- Beşa riwekan ku ev jî dikare bê polenkirin ji bo çend beşan, wek "beşa dehl û dan" û "beşa sebzeyan" ku beşeke mezin ji berhemên zeviyan li xwe digire, wek "xiyar, bacanên sor, pîvaz, kundir, bacanên reş û hwd.". Ev berhem gihiştine wê astê ku ji bo her çar werzên salê pêdiviyên navxweyî tije bikin, bi wê mercê ku tiştek jê neyê şandin bo bazarên başûr û naverasta Iraqê. Lê di werza berhemanîna berheman de, hinek jê tê şandin bo bazarên derve, ji ber vê yekê di werzên din de em neçar dibin hinek berhemên sebzeyan îthal bikin.
* Di berhemanîna fêkiyan de gelek maye ku em bigihîjin wê astê ku pêdiviyên navxweyî tije bikin. Ez dikarim bêjim tenê 25-30% tije dike. Lê li Kurdistanê hinek cureyên fêkiyên me hene ku bi rastî bûne brand, wek "hinar, zeytûn, sêv". Berhema zeytûnê gavên gelek baş avêtine pêş û dikare di pêşerojê de ji bo pîşesaziya mezin sûd jê bê wergirtin.
Asteng û kêşeyên kerta çandiniyê
Digel ku min amaje pê kir ku em gavên gelek baş di kerta çandiniyê de çûne pêş, lê em rastî komek kêşeyan jî hatine ku li vir ez wan dabeş dikim ser pênc beşan:
Pirsgirêkên navxweyî
Ew pirsgirêkên navxweyî yên ku rûbirûyî kerta çandiniyê dibin, beşek ji wan bi hikûmetê ve girêdayî ne û beşek jî bi cotkaran ve girêdayî ne. Ya ku bi hikûmetê ve girêdayî ye, ew e ku me nekariye wek pêwîst piştgiriya cotkaran bikin. Li hemû cîhanê jî divê piştgiriya cotkaran bê kirin di dabînkirina pêdiviyên çandiniyê de û her wiha dîtina bazarê ji bo firotina berhemên wan. Mixabin piştî şerê terorîstên DAIŞê û daketina nirxê petrolê û krîza aborî li Herêma Kurdistanê û birîna para bûdceya Herêmê ji aliyê Bexdayê ve, piştgiriya hikûmetê ji bo cotkaran gelek kêm bûye. Berê jî di sala 2013an de ku ez bi xwe li Wezareta Çandiniyê bûm, piştgiriya hikûmetê ji bo cotkaran ji 7-10% derbas nedibû, yan jî carinan pêdiviyên çandiniyê di demekê de dihatin dabînkirin ku cotkar sûd jê nedidît. Ji bo nimûne, carinan hebûye ku gubreya kîmyewî di demekê de hatiye belavkirin ku werza çandinê derbas bûye, ji ber vê yekê cotkar neçar bûye yan bifiroşe, yan jî hilgire û werzeke din bikar bîne.
Ew pirsgirêkên ku hikûmeta Bexdayê çêdike
Hikûmeta niha ya Iraqê dema ku em peymanekê pê re îmze dikin, ew bi xwe rêzê li îmzeya xwe nagire û cîbicî nake. Ji bo nimûne, di sala 2021an de Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymaneke 10 xalî bi Wezareta Çandiniyê ya Iraqê re îmze kir, derbarê îxracata berhemên Kurdistanê ji bo parêzgehên Iraqê. Lê ev peyman wek xwe cîbicî nehat kirin û gelek caran rê li ber dihat girtin ku berhemên Kurdistanê bigihîjin bazarên parêzgehên din ên Iraqê, bi vê yekê zerareke mezin didan berhemên cotkarên Kurdistanê.
Ew pirsgirêkên ku bi dewletên cîran ve girêdayî ne
Helkefta cografî ya Herêma Kurdistanê bi rengekî ye ku mixabin ketiye navbera herdu welatên Tirkiye û Îranê, ku ji aliyê çandiniyê ve gelek bihêz in. Ev herdu dewlet piştgiriyeke mezin didin kerta çandiniya xwe. Berhemên çandiniyê yên me nikarin hevrikiyê bi berhemên wan re bikin, bi taybetî ji aliyê nirxê ve. Gelek caran dema ku ji bo piştgiriya berhema navxweyî rê li ber îthalata berhemên wan tê girtin, bi qaçaxî jî ew berhem dîsa tên anîn û hîn jî nirxê wan ji berhema me gelek erzantir e. Ji ber vê yekê ev yek zerareke mezin daye berhema xwemalî ya Kurdistanê.
Kêşeya bazara navneteweyî
Dema ku pandemiya Koronayê belav bû, wek ku hemû kes dizane em beşeke mezin ji pêdiviyên çandiniyê wek "vaksîn, tovên bingehîn" ji derve îthal dikin. Di dema belavbûna pandemiya Koronayê de ev mijar hatin rawestandin û piştî ku bazar vebûn, nirxê wan ewqas bilind bû ku bandoreke gelek neyînî çêkir, ku lêçûna berhemanînê gelek bilind kir.
Kêşeya guhertinên keşûhewayê
Guhertinên keşûhewayê bûne astengiyeke mezin ji bo hemû cîhanê û bêguman bandora neyînî li ser Herêma Kurdistanê jî heye. Ji ber vê yekê divê em hewlên xwe bidin ku rêyekê bibînin û xwe bi van guhertinan re biguncînin.
Ji bo pêşerojê divê em çi bikin?
Li vir ez çend pêşniyaran pêşkêş dikim da ku em bikaribin di pêşerojê de astengiyên li ber kerta çandiniyê çareser bikin:
Divê em gelek eşkere bifikirin ka em çawa piştgiriya cotkarên xwe bikin. Cotkar çîneke gelek mezin û westiyayî ya welatê me ne. Berê 65% ji civaka me cotkar bûn. Di sala 2003an de ev rêje daket 35%. Li gorî amara dawî ya serjimêriyê ku dawiya sala borî hat encamdan, ev rêje niha kêm bûye bo 16-18%. Ji ber vê yekê eger em piştgiriya cotkarên xwe nekin, ev rêje dê hê zêdetir dakeve.
Me heta niha nekariye bûdceyek taybet ji bo rewşên awarte yên çandiniyê dabîn bikin, bi mebesta çareserkirin û qerebûkirina cotkaran, bi taybetî ji bo projeyên çandiniyê yên ku ji nişka ve rûbirûyî nexweşiyeke kujer dibin. Gelek caran ji bo bersivdana van cure rewşan, bi rêya şandina nivîsan, wergirtina razîbûnê ewqas dereng ketiye ku zerareke gelek mezin daye, paşê razîbûn li ser xerckirina pereyan hatiye dayîn. Ji ber vê yekê gelek girîng e ku bûdceyek taybet ji bo karesatên xwezayî û rewşên awarte bê terxankirin û qerebûya cotkaran bê kirin. Divê em nehêlin cotkar zerarê bibînin û divê em hevkar bin ji bo parastina berhema navxweyî ya xwe û piştgiriyê lê bikin.
Komek vaksînên nexweşiyên kerta çandiniyê hene, jê re dibêjin "vaksînên stratejîk". Mebest ji vaksînên stratejîk ji bo nexweşiyên vîrusî ye ku sînorên welatan derbas dikin û belav dibin. Divê hikûmet van vaksînan ji bo cotkaran dabîn bike. Mixabin niha ku kerta taybet wan dabîn dike, valahiyeke mezin çêkiriye. Gelek caran ew vaksînên ku kerta taybet tîne Kurdistanê, kalîteya wan nîne yan jî gelek kêm e. Ji ber vê yekê dema ku cotkar bikar tîne, ti sûdek jê nabîne û di encamê de dibe sedem ku cotkar zerarê bike, ev jî dibe zerarek ji bo dahata me ya neteweyî.
Metirsiyeke mezin li ser vemirandina erdê çandiniyê tê hîskirin. Li gorî lêkolîna ku min di vî warî de kiriye, niha Herêma Kurdistanê ku ji çar parêzgeh û çar îdareyên serbixwe û 37 qeza û 143 nahîye û komelgehên me hene, van hemû cihan şaredariyên wan hene. Ji ber vê yekê eger li gorî yasaya Wezareta Şaredariyan ev cihên ku fireh dibin, pêwîstiya wan bi vemirandina erdê çandiniyê hebe, tiştê ku em texmîn dikin di pêşerojê de du milyon donim erdê çandiniyê bên vemirandin. Ji ber vê yekê divê em hesabek hûr li ser erdê çandiniyê ji bo dabînkirina berhemê ji bo şeş milyon kesan bikin. Li gorî lêkolîna ku min kiriye, eger em çareseriyekê nebînin, du milyon donim erdê me yê çandiniyê ji dest diçe. Ji ber vê yekê pêşniyara min ew e ku li gorî polenkirina çandiniyê ku erdên çandiniyê hatine polenkirin ji bo polên "yek, du, sê, çar", divê ev wek xeta sor bên hesibandin û ji bo ti mebestê neyên vemirandin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku çandinî wateya qûta xelkê vî welatî ye, ne ku wek karekî bazirganî û projeyekê pê re muamele bê kirin.
Gelek girîng e ku çend salan carekê serjimêrî ji bo hemû hêmanên çandiniyê, wek serjimêriya "erdê çandiniyê, hejmar û cureyên ajalan, projeyan, baxçevaniyê, daristanan, amûrên çandiniyê û hwd." bê kirin, da ku bi berdewamî bikaribe nirxandin bê kirin û eger em ber bi pêş ve çûbin yan berevajî, li ser wê bingehê plan bê danîn. Ev li hemû welatan tê cîbicîkirin.
Giringîdana bi parastina daristanên xwezayî. Zanyarên daristanan dibêjin baştirîn xizmeta ji daristanan re û parastina wan ew e ku divê wek samana neteweyî ya bi nirx bên dîtin, ku qerebûkirina wan di vê rewşa guhertina keşûhewayê de gelek zehmet e.
Giringîdana bi zêdekirina rêjeya keskatiyê li hemû bajar û bajarokan. Ne tenê li bajarên mezin, belkî divê li gorî firehbûna bajaran û projeyên veberhênanê, rêjeya keskatiyê jî bi awayekî paralel bê zêdekirin.
Avakirina kembera kesk li derdora bajar û bajarokan. Bi mebesta peydakirina jîngeheke tendurist û guncaw û kêmkirina bandora guhertinên keşûhewayê, bi taybetî jî diyardeya tozbarînê, pêwîst e kembera kesk bê avakirin.
Gulan
