• Sunday, 08 February 2026
logo

Endazyar Ebdulrehman Sidîq Serokê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê: Dema ku Wezareta Jîngehê dakêşî asta desteyekê, desthilatên wê jî kêm dibin

Endazyar Ebdulrehman Sidîq Serokê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê: Dema ku Wezareta Jîngehê dakêşî asta desteyekê, desthilatên wê jî kêm dibin


Endazyar Ebdulrehman Sidîq Serokê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê: Dema ku Wezareta Jîngehê dakêşî asta desteyekê, desthilatên wê jî kêm dibin

Endazyar Ebdulrehman Sidîq, Serokê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê bûye di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, berê jî di sala 2004an de Wezîrê Jîngehê yê Hikûmeta Iraqê bûye, herwiha yek ji wan bîrmend û rewşenbîran e ku li ser hemû warên jiyana civakê nêrîn û têgihiştin û şirove û hizrên xwe yên taybet hene û berdewam di komcivîn û semîneran û dezgehên medyayê de amadebûna wî heye, lê li ser asta girîngîdana bi jîngehê di wan postên ku di vî warî de birêve birine, tenê li ser rûpelên kovara Gulanê ji sala 2010an heta niha heftane nivîseke wî li ser girîngiya parastina jîngehê hatiye weşandin ku bernameya wî heye, di çend pirtûkan de pêşkêşî xwendevan û pirtûkxaneya Kurdî bike. Di guftûgoya vê carê ya Xeleka Guftûgoyê de (Girîngiya Baldana li ser Parastina Jîngehê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî nêrîn, têgihiştin, pêşniyar û raspardeyên xwe pêşkêş kirin.

Bi navê Xwedayê Mihrîban û Dilovan. Xwişk û birayên hêja.

Guftûgoya vê carê, guftûgoya bîst û heştan e ku Xeleka Guftûgoyê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser mijarên cuda û li ser vê platforma vekirî birêve birine, bêguman ez agahdarê guftûgoyên berê me ku paşê her şeş guftûgoyek ji wan kom kirine û kirine pirtûk û merasîm ji bo wan hatine kirin û hatine belavkirin. Ji ber vê yekê gelek spas ji bo Xeleka Guftûgoyê ku vê carê em hemû ji bo guftûgoya li ser girîngiya parastina jîngehê li vê holê kom kirine.

Behskirina girîngiya parastina jîngehê di vê komcivîn û kombûnê de ku tê de hemû ew birêzên ku em bi hev re kom bûne, bi xwe bi awayekî pratîkî di nav wî warî de kar dikin, dizanin pênaseya jîngehê çi ye, dizanin pirsgirêkên jîngehê çi ne, herwiha hemû jî ew mekanîzm û rêçareyên ku pêwîst e ji bo parastin û başkirina jîngehê bên girtin dizanin, di vê çarçoveyê de divê axaftina me ya vê carê cuda be û em dest deynin ser pirsgirêkan wekî xwe, ne wek tenê şêwaza gilî û gazincan be. Di bîrkariyê de dibêjin «Eger encama çareserkirina pirsekê rast derkeve, ne merc e ku rêbaza çareserkirinê rast bûbe, lê dema ku rêbaza çareserkirina pirsekê rast be, wê demê her tim encama wê jî rast derdikeve. Lewma divê em li wê rêbazê bigerin ku dibe sedema parastin û başkirina jîngehê.

Di rapora Xeleka Guftûgoyê de ku me berî guftûgoyê lê nihêrî, eger hemû daxuyaniyên wan birêzan jî ku her yek ji wan ji aliyekî ve amaje pê kir, bi hev re kom bikin, nabe çarçoveyek ji bo pênasekirina jîngehê, ji ber ku wek Einstein pênase kiriye û dibêje «Jîngeh her tiştî di civakê de li xwe digire, ji bilî mirovan», lewma ev ji me re dibêje, warê jîngehê gelek gelek berfireh e, tenê ewqas nîne ku li ser asta kolanan behsa wê tê kirin û hinek bi komkirina zibil û gemarê û hinek bi dûmana paqijkeran (palafigehan), yan bi çend cureyên din behs dikin. Her ji ber berfirehiya warê jîngehê jî, em bi şêwazekî rengareng û pirralî li vir kom bûne da ku behsa vî warê berfireh bikin.

Di vê çarçoveyê de divê em ji destpêkê ve erk û berpirsiyariyan dabeş bikin. Heta niha Destûra Iraqê ya sala 2005an heye, di madeya 33an a wê destûrê de hatiye «Mafê her takekesî heye ku di rewşeke jîngehî ya ewledar de bijî», ev madeyeke destûrî ye, lewma ev ji yasayê mezintir e û, her yek ji takekesên vê civakê xwedî mafekî destûrî ye, wek mafên destûrî yên din di warê çandî, siyasî, civakî û aborî û hwd.

Ji bo cîbicîkirina vê madeya destûrî ya girîng, em hemû erkê dabeş dikin. Di beşek ji bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Rêzdar Serokê Hikûmetê amaje pê kiriye ku «Jîngeha Kurdistanê sermayeya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye», ji bo vê jî du xalên sereke diyar dike ku ya yekem hişyariya jîngehî ye, ango naskirina takekes bi mafên destûrî yên jîngehî, vî karî hemû alî dikarin bikin, bi taybetî rêxistinên civaka sivîl, bi mercê ku Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî yên Hikûmeta Herêmê şopandina karên wan bike û yên çalak û neçalak ji hev cuda bike.

Herwiha girîng e ku dezgehên ragihandinê (nivîskî, dîtbarî, bihîstbarî) roleke mezin bilîzin. Li Kurdistanê 17 zanîngehên hikûmî û 18 zanîngehên taybet hene, herwiha zêdetirî 30 hezar kompanyayên me di sektora taybet de hene, ku 3 hezar ji wan kompanyayên biyanî ne, evana berpirsiyariya civakî ji wan dixwaze ku di xema parastina jîngehê de bin.

Erka parastina jîngehê, hemû wezaretên hikûmetê (her yek bi şêwazekê) li xwe digire û pêwîst e hemahengî di navbera wan de hebe. Ji bo vê yekê yasaya hejmar 8 a sala 2008an a Parlamentoya Kurdistanê û yasaya hejmar 27an a Parlamentoya Iraqê vê hemahengiyê rêk dixe, li gorî van her du yasayan encûmenek heye bi navê «Encûmena Parastin û Başkirina Jîngehê», endamên vê encûmenê bi pileya şêwirmend, yan rêveberê giştî ji her wezaretê endam in û du mehan carekê dicivin, ev jî nîşan dide ku jîngeh û navnîşana wê û rênimayî û rêbernameya wê li gorî yasayê li cem jîngehê ye û cîbicîkirina wê li cem tevahiya wezaret û fermangeh û rêxistinên din e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel erkên xwe, divê li gorî madeya 114an a destûrê 7 sektorên ku navê wan lê kiriye «desthilatên hevbeş ên di navbera hikûmeta federal û herêman de», benda sêyem a wê madeyê rengrêjiya siyaseta jîngehê ye ku dibêje «Rengrêjiya siyaseta jîngehê bi mebesta misogerkirina parastina jîngehê ji pîsbûnê û parêzgarîkirin li paqijiyê bi hevkariya herêman û wan parêzgehên ku nakevin bin sînorê tu herêmekê, bi hevbeşî tê darêjtin». Heta di madeya 115an de dibêje «Eger cudahî jî bikeve navbera (federal û herêman) di van heft waran de, wê demê raya dawî vedigere herêman, ji ber ku ew pirsgirêk di destê wan de ye».

Aliyekî din ku divê rola wan di parastina jîngehê de hebe, ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî ne ku divê rola wan a çalak hebe. Ji ber ku ew dewletên ku konsulxaneyên wan li vî welatî hene û rêxistinên wan ên ku ajansên wekî KOICA û JICA û GIZ û FMI Finland û ev hemû li vî welatî hene. Ew ji beşek ji budceya xwe veqetînin bi rêya ajansên Neteweyên Yekbûyî UNDP, UNEP û FAO, WFP, ji bo jîngehê û divê ev hemû rol bilîzin. Tişta ku dikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Diviyabû di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezaretek hebûya bi navê «Wezareta Jîngehê», lê ji sala 2010an heta niha Desteya Jîngehê heye, di vî warî de Desteya Jîngehê kar kiriye û li vir ez behsa tiştên ku me kirine nakim, ez vedigerim ser pirsgirêkan.

Pirsgirêka me ya sereke di rêza yekem de, tişta ku min di Desteya Jîngehê de dît «kêmkirin» e, ev jî tê wê wateyê ku dema Wezareta Jîngehê bo asta desteyekê bê daxistin, bi vê yekê desthilatên wê jî kêm dibin, dema ku jîngeh wezaret be, di civînên Encûmena Wezîran de beşdar dibe, pirs ev e ku beşdariya Wezîrê Jîngehê di civînan de sûda wê çi ye?

Sûda wê ew e ku karê wezîr dibe karê pêşîlêgirtinê. Ji ber ku li Bexdayê dema ez Wezîrê Jîngehê bûm, me ev tişt didît. Tu di nav civîna Encûmena Wezîran de dibînî, Wezîrê Çavkaniyên Avê, Wezîrê Çandiniyê, her wezîrek pêşniyara çalakiyekê, yan karekî dike, tu li wir î. Zû pêşî li şaşiyên nav projeyê digirî da ku paşê pirsgirêk dernekeve. Lê dema ku jîngeh dibe desteyek tu di civînê de amade nînî, wek mînak, Wezîrê Elektrîkê dibêje me qereqoleke hilberîna elektrîkê ya ewqasî li Xebatê çêkir. Lê kes li wir nîne jê re bibêje paşmayên wê qereqolê tevli Zêyê Mezin dibin û zirarê digihînin û pirsgirêk derdikevin. Dema ku pirsgirêk derket, divê tu li pey wê bigerî. Gotinek heye di jîngehê de dibêje: Dema ku erka hemû wezaret û desteyên cîbicîkar ji dîtina çareseriyê ji bo pirsgirêkekê pêk tê, erka jîngehê ji dîtina pirsgirêkê di nav çareseriyên wan de pêk tê. Yan jî Wezîrê Bazirganiyê di civînê de dibêje: «Em dê kompanyayên çêkirina otomobîlan bînin Kurdistanê û li vir çêkin. Lê dema ku Wezîrê Jîngehê li wir be, jê re dibêje 2 milyon û 400 hezar otomobîlên me hene, ma ne kêm e? Kompanyayên çêkirina otobusan bîne, ji ber ku kêmasî û pirsgirêkên me di warê veguhastina giştî de hene, kêmasiya me di otomobîlan de nîne.

Xaleke din ew e ku yasaya me, yasaya hejmar 8 a sala 2008an e. Di rewşekê de hatiye nivîsandin, du pirsgirêk tê de hene. Pirsgirêka yekem kevinbûna wê ye, ji ber ku eşkere ye teknolojiyên nû gelek pêş ketine û ev yek jîngehê pêş dixe û çareseriyên nû jê re dibîne. Ew çareseriyên ku di nav yasayên kevin de hene nagihîjin çareseriyê. Bi mînakekê dibêjim: Em li ser dûriyê kar dikin. Em dibêjin ew proje destûrdar e eger çandinî be, pîşesazî be, avahîsazî be, bi wê mercê ku ewqas dûr be ji rêya giştî, ewqas dûr be ji niştecihan. Welatên din ew qada berfireh nîne ku ev dûrî heft kîlometre ji yekî dûr be û pênc kîlometre ji yê din, ev çawa tê çareserkirin? Bi teknolojiya dostê jîngehê çareseriya dûriyan dikin, proje nêzîkî hev jî bin, pirsgirêkên wan çênabin. Lewma yasaya me ji wî alî ve pirsgirêkan ji bo yên din çêdike.

Herwiha, encûmeneke me ya şêwrê ya çalak nîne wek ku li Bexdayê heye. Di sala 2004an de Amerîkiyan pênc şêwirmend anîn, li Bexdayê me dest bi yasaya parastina jîngehê kir. Min temam kir, piştî min jî temam bû. Ji 2004an heta 2009an hingê bû yasaya parastina jîngehê ya Iraqê. Çima? Ji ber ku diçe encûmena şêwrê. Encûmena şêwrê ya çalak nahêle tu yasa bi wezaretekê re, wezaretek bi wezaretekê re li hev bikevin. Em her wezaretek ku li parlamentoyê yasa derdikeve, ew lihevketin hene, ev jî ji bo me pirsgirêk çêkiriye.

Xaleke din ku ji bo jîngehê pirsgirêk e, lawaziya pozîsyona Serokê Desteya Jîngehê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, sedema wê jî ew e ku yasaya hejmar 3 ya sala 2010an dema ku hatiye nivîsandin Wezareta Jîngehê di hikûmetê de nemabû, ji ber vê yekê niha em dibînin ku di Desteya Jîngehê ya Kurdistanê de «şêwirmend û rêveberê giştî» nîne. Ji ber vê yekê pozîsyona Desteya Jîngehê gelek lawaz e.

Di dawiyê de, ez gelek bi lez têm ser wê yekê ku xwezaya karê Desteya Jîngehê bi wezaretên din re têkelbûnek tê de heye.

Desteya Jîngehê li gel fermangehên jîngehê li Herêma Kurdistanê ji bilî sê yan çar ji wan, hemû di avahiyên kirê de ne. Tu ji xelkê re dibêjî divê avahiya te avahiyeke jîngehparêz be. Tu ji xelkê re dibêjî divê avahiya te mercên rêjeya keskatiyê tê de hebin. Ji deng û qelebalixê dûr be. Lê avahiya Desteya Jîngehê li ser kolana 100 metrî ye, di nav deng û qelebalixê de ye û jeneratora wê bi xwe heye. Panêlên solar bi xwe datanîne. Çima datanîne? Ji ber ku avahî kirê ye. Dema ku ew tiştan datîne, sibe bar dike, zirarê dike.

Desteya Jîngehê karmendên wê gelek kêm in. Li seranserê Kurdistanê ji sala 2006an heta niha 400 karmendên wê hene. Ji sedî 48ê wan derçûyên amadeyî û jêrtir in. Ev jî ji ber wê yekê ye ku dema ev karmend hatine damezrandin, ji bilî kabîneya nehem ku me ew merc danî, di kabîneyên din de ev yek li ber çavan nehatiye girtin, ka gelo yê ku di Desteya Jîngehê de tê damezrandin, ji jîngehê dizane yan na.

Ji bo naskirina zêdetir a hişyariya jîngehî van xalan pêşkêş dikim:

1- Qedexekirina bikaranîna şûşeyên plastîk li dîwan û fermangehên Desteya Jîngehê.
2- Avakirina bordekê ji bo komkirina rêxistinên jîngehî yên çalak ên Herêma Kurdistanê.
3- Hişyarkirina jîngehî bi pêşkêşkirina dersên jîngehî yên rojane li dibistan û xwendingehan.
4- Diyarkirina (Roja Jîngehê) ya taybet bi her parêzgeh û îdareyeke serbixwe.
5- Danîna dersa jîngehparêziyê li peymangeha pêşnivêj û xutbexwînên Wezareta Ewqafê.
6- Amadekirina pirtûka rêbera jîngehî ji bo mamosteyên dersa zanistê li dibistanan.
7- Vekirina dewreyên rahênanê ji bo mamosteyan li sînorê perwerdeyên parêzgeh û îdareyên serbixwe.
8- Vekirina dewreya pêgihandina medyakarekî jîngehî ji bo kanalên sereke yên Herêma Kurdistanê.
9- Beşdarbûn di amadekirina pirtûka «Jîngehparêzî ji Nêrîna Ola de».
10- Hevkarî li gel beşên zanistên jîngehê li zanîngehên Selahedîn, Silêmanî û Kurdistanê.

Top