Di meha Adarê de 5 hezar cudabûna hevjîniyê li Iraqê hatine tomar kirin
Encûmane Bilind a Dadweriyê li Iraqê ragehandiye ku li gor amarên hevjînî û cudabûnê li Dadgehan, tenê di meha Adarê de li parêzgehên Iraqê(Bêy Herêma Kurdistanê),nêzîkî 5 hezar bûyerên cudabûnê hatine tomar kirin.
Li gor amaran di meha adarê de 22 hezar û 967 bûyerên hevjîniyê pêkhatine û 4 hezar û 974 cudabûn jî hatine tomar kirin. Herwaha di parêzgehande jî Bexdad û Besra di pileya yekem û duyem de ne.
Basnews
