Kitêba Ji Koyeyê heta Tehranê hat parvekirin
Nivîser û Mamostaya Zanîngeha Dihokê Dr. Kejal Fedakar îro (Sêşem, 15.04.2025) taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Kitêba Ji Koyeyê heta Tehranê bi zimanê Farisî hat parvekirin.”
Dr. Kejal Fedakar herwesa got, “Ev kitêv lêkolîneke akademî ye li ser pirsa nasnameyê di helbestên Hacî Qadirê Koyî û helbestvanê Faris Şahê Helbestvanan Behar de, ku warên cuda cuda yên ziman, netewe, jin û dînî vedigire.”
Nivîser û mamostaya navbirî li bajarê Sineyê yê Rojhilata Kurdistanê hatiye ser dinyayê, xwandina xwe ji qinaxa seretayî heta qonaxa masterê (bi ziman û edebiyata Farisî) li bajarê Sineyê temam kiriye, xwandina PhD jî li bajarê Hemedanê bi ziman û edebiyata lîrîk bi pileya herî baş temam kiriye, niha jî li zanîngehên Herêma Kurdistanê mamostaya ziman û edebiyata Farisî ye.
Dr. Kejal Fedakar xwediya gelek mijarên girêdayî edebiyatên Kurdî û Farisî ye û tevlî zêdetirî 10 konferansên navdewletî bûye û gelek nivîsarên xwe li kovarên akademî parve kirine.
Wê heta niha sê kitêb bi zimanê Farisî li ser ziman û edebiyatên Kurdî û Farisî parve kirine, herwesa li sala 2013ê xelata baştirîn teza masterê li Zanîngeha Sineyê wergirtiye.
K24
