Zîzê stirana xwe ya yekê weşand
Semaker û mûzîkjeneka Kurd ku li Stenbolê dijî strana xwe ya yekê ya bi navê Bêdengiya Şevê weşand. Ew niha li ser albûmeka hevpar dixebite û stranên nû yên solo jî amade dike.
Di derheqa stirana Bêdengiya Şevê de
ZÎZê, bi strana xwe ya yekê "Bêdengiya Şevê", muzîka Neo-Soul, R&B û Pop tevlihev dike, di muzîk û gotinên xwe de rewşeka melankolîk derdixe pêş û bandoreka nostaljîk diafirîne.
Ev stiran bi vegotineka helbestî hesreta nostaljîk ji bo evînekê ku di demên berê de veşartî maye şîrove dike. Gotinên stranê ZÎZ û XEM bi hev re nivîsandine û awaza wê jî dîsa wan bi hev re çê kiriye. Emrah Menteş aranjeya stranê çê kiriye, herwiha Abdullah Abukan jî ji bo klîba muzîkê derhênerî kiriye.
Jiyanname
ZÎZ semaker û mûzîkjeneka Kurd e û li Stenbolê dijî, folklora Kurdî û semayên cîhanê (Salsa, Bachata, Kizomba, Tango, Waltz) li dibistan û korsên taybet hîn bûye. Wê di gelek festîvalên semayê de performans kiriye û tevlî gelek atolyeyan bûye.
ZÎZê, ku dikare piyano û defê jî lêxe, strana xwe ya yekê ya bi navê "Bêdengiya Şevê" weşand. ZÎZ niha bi XEM re li ser albûmek hevpar dixebite û stranên nû yên solo jî amade dike.
K24
