• Monday, 09 February 2026
logo

Hewlêr.. Ciwan Haco û Nansî Ecrem tevlî merasîma vekirina pirojeya Pavilion by Ramsê dibin

Hewlêr.. Ciwan Haco û Nansî Ecrem tevlî merasîma vekirina pirojeya Pavilion by Ramsê dibin

Her yek ji hunermend Ciwan Haco û Nansî Ecrem tevlî merasîma vekirina pirojeya Pavilion by Ramsê dibin û bi stiranên xwe pêşwaziya mêvanên wê merasîmê dikin.

Biryar e li rojên 17 û 18ê yên vê mehê ji bo pirojeya Pavilion by Ramsê, ku bi serperiştiya kompaniya Rams Globalê ya Tirkiyeyî tê avakirin, merasîmeke mezin bê lidarxistin.

Di wê merasîmê de ku berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî wê dibin, di roja yekê de yanî 17ê Nîsanê, her yek ji hunermend Ciwan Haco ji Rojavayê Kurdistanê û Nansî Ecrem ji Libnanê û Anadolu Ateşi ku yek ji mezintirîn komên semayê yên Tirkiye û cîhanê ye bi stiran û hunerên xwe pêşwaziya mêvanên wê merasîmê bibe.

Herwesa di roja duyê ya wê merasîmê de jî, stiranbêjên Kurd Çopî Fetah û Delîl Dîlanar û Koma Kamkaran li ser dikê stiran û konsertên xwe ji bo mêvanan û xelkê Hewlêrê pêşkêş dikin.

Ew merasîm li navenda serekî ya Pavilion by Ramsê tê lidarxistin û bi rêya çend pêşkêşkirinên cuda cuda êvînteke mezin ji bo berhevbûyîyan tê rêkxistin.Ji aliyekî din ve jî Burak Ozçivit dibe mêvanê wê merasîmê û tevlî çalakiyên wê dibe.

 

K24

Top