• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rihayê kesekî biraziyê xwe kuşt

Li Rihayê kesekî biraziyê xwe kuşt

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka erdan kesekî biraziyê xwe yê 38 salî kuşt û kurê wî jî birîndar kir.

Li gundê Eşmeyê yê navçeya Bêrecûkê, doh ji ber de pirsgirêka erdan di navbera Hasan Karataşê 53 salî û biraziyê wî Enver Karataşê 38 salî de pevçûn derket.

Di pevçûnê de Hasan Karataş bi demançeyê gule li biraziyê xwe Enver Karataş û kurê wî Ebubekir Karataşê 22 salî reşandin û her du birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Enver û kurê wî Ebubekir birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Enver Karataş canê xwe ji dest da û dermankirina Ebubekir Karataş berdewam e.

Êrişkar Hasan Karataş ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

 

Rudaw

Top