Li Amedê di navbera du malbatan de şer derket: 3 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Çermûg a ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şerê bi kevir û dar û çek derket û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li taxa Dikyol Çermûg a Amedê, du malbatên ku navbera wan de pirsgirêk heyî de şer derket û wegerya şerekî tund û li ser agahdariya hemwelatiyên derdorê tîmên cendirme û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê.
Di encama wî şerî de du birayên bi navên Erdal B. û Ercan B., li gel Omer Y. li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. herwaha Husên Y., Efe Y. û Mihemed Y. jî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bi birîndarî ji bo nexwaşxaneyê hatin veguhestin.
Hat ragehandin ji birîndaran rewşa Husên Y. girane
Tîmên cendirme û tîmên ewlehiyê li taxê tevdîrên ewlehiyê zêde kirin.
Basnews
