Silêmanî…Termê kesekî di projeyeke niştecîhbûnê de hatiye dîtin
Roja 23.02.2025, termê zilamekî temen 40 sal di nav yek ji cîhên niştecîhbûnê de li bajarê Silêmaniyê hatiye dîtin û tîmên tendurustî û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê.
Li gor wan agahiyên ku li navenda hewarçûna Silêmaniyê gehiştine BasNewsê, ew zilam heftiyeke ku jiyana xwe ji dest daye û sedema bûyerê jî ji ber gazê bûye.
Vê gavê termê wî kesê jiyana xwe ji dest daye, ji bo otopiyê ji tiba edlî ya Silêmaniyê re hatiye şandin.
Basnews
