Nav û wêneyên kesên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatine windakirin belav dibin
Beşeke zêde ji malbatên Rojavayê Kurdistanê, ku kes û karên wan ji aliyê grûpên ser bi PKKê ve hatine girtin û bêserûşûnin, daxwaza çarenivîsa zarokên xwe dikin.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Feysel Yusif ji BasNewsê re ragehand: “Heta niha gelek ji tekoşer û kadro û endamên me li girtîgehanin û hîn jî çarenivîsa wan diyar nîne, bi taybetî ewên piştî sala 2012an hatine girtin û me daxwaz ji HSDê kiriye ku çarenivîsa wan aşkera bike.”
Herwaha aşkera kiriye: “Lîsta navên kesên hatine girtin li gel mene, ku bi sedemên cuda cuda hatine girtin.”
Li gor agahiyên BasNewsê, malbatên gitiyan û windabûyên Rojavayê Kurdistanê, peyamek pêşkêşî Amerîka, Fransa û Hevpeymaniyên Navneteweyî kirine ku çarenivîsa kesûkarên wan bên diyar kirin, wan di peyama xwe de behsa wê kirine: “Em hewldanên Amerîka, Fransa û hevpeymaniya navdewletî ya ji bo yekîtiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin, lê çarenivîsa xizmên me yên di zindanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê de ne, hin jî ne diyar e.”
Lîsteya navên kesên hatine bêserûşûn kirin û cîh û dema revandina wan:
Cemîl Omer 13ê Tîrmeha 2012 li Qamişlo
Bêhzad Dorsîn 24ê Cotmeha 2012 li Dêrikê
Nîdal Osman 24ê Cotmeha 2012 li Dêrikê
Ehmed Sîdo 10ê Îlona 2012 li Efrînê
Îdrîs Êlo 8ê Cotmeha 2013 li Efrînê
Emîr Hemdî 11ê Nîsana 2014 li Dirbesiyê
Fuad Îbrahîm 24ê Adara 2017 li Dêrikê
Mîd Mihemed Xelîl Elî 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Mihemed Heysem 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Hesen Oso 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Mihemed Gule Xêyrî 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Şewqî Osman 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Bêhzad Neiso 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Hisên Bekir 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Raxib Mihemed 16ê Nîsana 2013 li Qamişlo
Basnews
