Serok Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Behaedîn kir
Serok Barzanî di peywendiyeke telefonî de ji ber lidarxistina kongireya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û dubare hilbijartina wî wekî Sekrtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahî li Selahedîn Behaedîn kir.
Serok Mesûd Barzanî êvara îro 29.12.2024 bi rêya tilefonê peywendî bi Sekrtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mamosta Selahedîn Behaedîn kir, û lidarxistina kongireya Yekgirtûya Îslamî û hilbijartina serkirdetiya nû û dubare hilbijartina wî wekî Sekertêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê lê pîroz kir.
Her di wê peywendiya telefonî de, Serok Barzanî daxwaza serkeftinê jî ji bo Sekrtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kiriye, herwesa tekez li ser hevahengî û tebayîya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kiriye.
Basnews
