• Tuesday, 10 February 2026
logo

Feysel Yûsif: Şanda ENKSê û Mezlûm Ebdî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kirin

Gulan Media December 24, 2024 Nûçe
Feysel Yûsif: Şanda ENKSê û Mezlûm Ebdî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kirin

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24 re ragihand, bi amadebûna berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, îro 23.012.2024, civînek di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Desteya Serokatiya ENKSê de hate kirin û tê de gotûbêj ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî li Sûriya nû hatin kirin.

Feysel Yûsif diyar kir, aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev kirin.

Heta niha desthilatdarên nû li Şamê bi aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re neciviyane, niha jî li Rojavayê Kurdistanê hewl tê dayîn ku aliyên Kurdî bi yek şandê biçin Şamê û danûstandinan li ser paşeroja navçeyên xwe di Sûriyeya nû de bikin.

Her du aliyên Kurdî yên sereke ENKS û PYD heta niha negihîştine rêkeftinekê, da bi hev re biçin Şamê, lê berpirsên ENKSê bi eşkere dibêjin, heta ku Rêveberiya Xweser, PYD û HSD pêwendiyên xwe ji PKKê nebirin û ji bin siya PKKê nernekevin, ew nikarin bi wan re gavan bavêjin û kerta xwe bi destê PKK naşewitînin.

 

 

K24

Top