• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji bo dayîna pasaportan ji bo welatiyan biryareke nû hat dayîn

Gulan Media December 23, 2024 Nûçe
Ji bo dayîna pasaportan ji bo welatiyan biryareke nû hat dayîn

 Li gor nivîsekî ku duh 22.12.2024ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve hatiye belavkirin, ku nusxeyek wê gihîştiye (Basnews), biryar e li hemû dezgehên pasaportê yên li seranserê Iraqê bêyî girêdana bi cihê niştecihbûnê, pasaportan bidin welatiyan.

Herwaha ew jî hatiye ronî kirin ku ji bo bidestanîna pasporta elektronîkî tenê pişt bi karta niştimanî tê girêdan.

Çavkaniyek ji pasporta Hewlêrê ji BasNewsê re ragehand: “Berê her hemwelatiyek eger karta wan a zanyarî ya Hewlêrê nebûya, karên wan birêve nediçûn, lê biryareke nû hatiye dayîn û ew hemwelatî xelkê her cihekî be û karta wî/wê ya zanyarî ya her cîhekî din be jî, dikarin li her navendekî pasportê karên xwe birêve bibin.”

Herwaha amaje bi wê jî hatiye dayîn, “Berê ger kesek cîhê karta wî ya zanyarî cudabûya, li wê navenda pasportê ya ku serlêdana wê dikir, yan karên wê/wî birêve nediçûn, yan jî bi qasî 100 hezar dînar jê dihat wergirtin; lê ew nemaye û ji bo hemû kesî bêy wergirtina ti pereyekî mameleyên pasportê tê birêve birin.”

 

 

Basnews

Top