• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka lîwayeke taybet şande Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê

Gulan Media December 23, 2024 Nûçe
Amerîka lîwayeke taybet şande Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê

Ev yekem care ew hêza han ya Amerîkî biçe Sûriyeyê.

Rayedarekî Amerîkî ji ajansa nûçeyan ya Erem news re ragihandiye ku, bi mebesta bihêztir kirina pêgeha Amerîkayê li Sûriyeyê û herwiha baştir kirina rewşa meydanî ya şerê dijî DIŞIê û piştîvaniya hevpeymanên Amerîkî yên li Sûriyeyê, bo cara ewil Amerîka lîwaya hêzên operasiyonên taybet ji Îraqê şandiye Sûriyeyê.

Ji aliyeke din ve heman rayedar ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ragihandiye ku, Amerîka di wan demên dawî de dest bi zêdetir kirina hijmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê kiriye û niha zêdetir ji 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Top