• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd li Rojhilatê hate kuştin

Gulan Media December 16, 2024 Nûçe
Ciwanekî Kurd li Rojhilatê hate kuştin

Bi êrîşa raste rast ya hêzên rejîmê hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê li bajarê Ciwanro ya li Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd yê temen 20 sal bi navê Soheyib Ehmedî bi êrîşa rast rast ya çekdarên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Heta niha sedema êrîş kirina hêzên rejîmê nehatiye zanîn lê tê gotin ku, ev ciwanê Kurd di nava tirimbîla xwe de bûye û hêzên rejîmê êrîşî ser wî kirine û kuştine.

Top