• Wednesday, 11 February 2026
logo

Qeter, piştî 13 salan careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike

Gulan Media December 16, 2024 Nûçe
Qeter, piştî 13 salan careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike

Wezareta Derve ya Qeterê ragehand, careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedikin, herwesa piştevaniya xwe ji bo şoreşa gelê Sûriyê jî tekez dike.

Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragehand, wan biryar daye li roja Sêşemê 17.12.2024 careke din, piştî 13 salan, balyozxaneya xwe li Şama paytexta Sûriyê vekin. 

Wezareta Derve ya Qeterê her di wê daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji bo şoreşa gelê Sûriyê ji bo azadî, rûmet û dadperweriyê tekez kir û ragehand, “Şoreşa gelê Sûriyê li dijî rijêmeke diktator û tepeserker bû.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Vekirina Balyozxanya Qeterê li Şamê dibe sedema zêdekirna alîkariyên Qeterê ji bo Sûriyê. 

Ji alîyekê din ve jî hejmareke çavkaniyên rojnamevanî  aşkere kir ku, Îran jî li van nêzîkan careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike.

 

Basnews

Top