• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di encama kemînekê de 15 şervanên Eniya Rizgariya Sûriyê hatin kuştin

Gulan Media December 15, 2024 Nûçe
Di encama kemînekê de 15 şervanên Eniya Rizgariya Sûriyê hatin kuştin

Kanala Sky News a Erebî bi zarê çavkaniyên Sûrî ragihand, 15 çekdarên Desteya Tehrîr Şam îro 14.012.2024, li gundê Elmezîre li Laziqiyê di encama kemînekê de hatine kuştin.

Rewangeya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan dîyar kir ku ev bûyer yekem bûyera bi vî rengî ye piştî rûxana Beşar Esed.

Desteya Tehrîr Şam û grûpên wê yê çekdar ên hevpeyman, di roja 27.011.2024, êrîşeke berfireh li bakûrê Sûriyê dest pê kir û roja yêkşema borî gehiştine nav Şamê, eve jî bû sedema wê ku piştî 13 salan, rêjîma Beşar Esed li Sûriyê bikeve.

Roja Sêşemê, komîteyê bang li Mihemed Beşîr kir ku serokatiya hikûmeta rizgariya niştimanî bike û Serokatiya hikûmetê birêve bibe.

 

Basnews

Top