• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr û wezîrê derve yê Behreyinê civiyan

Gulan Media December 11, 2024 Nûçe
Serokwezîr û wezîrê derve yê Behreyinê civiyan

Behsa rewşa Sûriye û deverê kirin.

Di çarçoveya serdana xwe yabo Behreyinê de, îro Seorkwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Behreyinê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro li bajarê Menameyê li gel wezîrê derve yê Behreyinê birêz Ebduletîf Raşid Elzeyanî civiyan.

Di civînê de ku, wezîrê karûbarên şaredariyan û çandiniyê yê Behreyinê birêz Waêl bin Nasir Elmubarek jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyan li gel Şahnişîna Behreyin û herêma Kurdistanê di warên curbicur de kir.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhat û geşe danên rewşa giştî ya deverê bi taybetî guhertinên li Sûriyeyê beşeke din ya giftûgoya me bûn.

Top