Kîmyagerekî kurd li Şamê hat kuştin
Malpera Erebî ya Raî El-Yûm ji çend çavkaniyên Sûriyê ve ragihand, kîmyagerê kurd Dr. Hemdî Îsmaîl Neda, bi awayekî kuştî di mala xwer de hat dîtin.
Herwaha diyar kiriye, ku ew tawana ku li hember wî zanayî, di bin şert û mercên nediyar de pêk hatiye û heta niha ti aliyekî berpirsyartiya kuştina wî ranegehandiye.
Hemdî Îsmaîl Neda, yek ji zanayên diyar ê di ware kîmyayê de bû, lêkolîn û hewlên wî di wî warî de, bandoreke baş li ser asta navxweyî û navneteweyî de kiriye.
Basnews
